20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kesan li Til Rifetê êrîş şermezar kirin

Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan. Bi hezaran welatiyên Efrînê û Şehbayê bi dirûşmeya “Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin” meşîyan.

Şêniyan bi wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û pankartên “Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin” û “Efrîn rûmeta me ye”, “Em hemû ji bo Efrînê fedayî ne” ji rêya sereke ya navçeya Til Rifetê dest bi meşê kirin.

Meş li çerxerêya navçeyê veguherî mîtîngê. Girsê li vir deqîqeyekê rêz girtin. Li ser navê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan axivî û anî ziman ku hemû dewletên hegemon destek dan Tirkiyeyê û xwest Efrînê dagir bike.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.