20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran qamişloyî  li dijî komkujiyê meşiyan

Bi hezaran welatî li bajarê Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê ya duh li dijî 3 welatiyên ji malbata Gulo pêk hat, bi dirûşmeya “Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin” meşiyan. Girseya gel wêneyên hersê kesan û Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û PYD`ê rakirin û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berz dikin. Bi hezaran qamişloyî ji qada Şehîd Xebat berê xwe da mala malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê ya Qamişlo û meşiyan. Girseyê li dijî êrişên Tirkiyeyê hêrsa xwe nîşan didin.

Balafirên Bêmirov ên Biçek ên Tirkiyeyê li dijî malbata Gulo li taxa Hilêliyê ya Qamişlo êriş pêk anîbû. Di êrîşê de Yûsif Gulo û herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed jiyana xwe ji dest dabûn.