25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hinceta alîkariya insanî demografiya Efrînê diguherînin

Gelek sazî û rêxistin bi navê rêxistinên alîkariyên insanî kar û xebatên xwe li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola komên çekdar de dikin. Van rêxistinan bi erêkirina artêşa tirk bi taybetî li Efrînê dest bi avakirina xaniyan kirine.

Li gorî agahiyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê li Efrînê rêxistineke (xêrxwaziyê) a Kuwêtî li navçeya Şêrewa ya Efrînê gundekî ji bo tirkmenan ava dike. Ew gundê ku tê avakirin ji 12 avahiyan ango ji 144 malan pêk tê û dê malbatên komên çekdar ên tirkmen di wan de bicih bikin.

Ev proje ji aliyê rêxistineke kuwêtî ya (xêrxwaziyê) bi navê (Destên Spî) ve tê pêkanîn ku li kêleka wan avahiyan camiyek û navendeke tenduristiyê jî tê avakirin.

Ji bilî vê saziyê gelek saziyên din li Efrînê di bin navê komele û saziyên xêrxwaziyê li gelek deverên Efrînê avahiyan ji malbatên komên çekdar ên girêdayî tirkiyeyê re ava dikin.

Li gorî daneyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê heta niha zêdeyî 270 hezar ji malbatên çekdarên girêdayî hikûmeta tirk li Efrînê hatine bicih kirin. Piraniya van kiryaran jî di encamên peyman, bazar û lihevkirinên bi Rûsyayê re pêk hatine.

Wekî tê zanîn piraniya wan ji gundewarên Şamê, derdora Helebê, Hema, Edlib û Humsê anîne û li wir bicihkirine.

Di vê dema dawî de jî artêşa tirk û komên girêdayî wê dest bi avakirina 7 gundên din ên (mînak) kirine da ku hin kesên din jî li wir bicih bikin. Ev avahiyên nû bi alîkariya hin saziyên Welatên Kendavê û Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) a Tirkiyeyê tên avakirin. Ev gund jî bi taybetî li derdora gund û navçeyên Efrînê ên wekî Şêrewa, Cindirês, Hecî Hesna, Xanika û Şêx El Hedîd tên avakirin.