25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hinceta tirkî zanin destûr nedan parastina bi kurdî

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û Hevseroka Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tên girtin, ji ber govend geranda bi kurdî stran gotin cezayê ragihandinê li wan hatibû birîn. Her du hevserokan li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Înfazê ya Xarpêtê dan. Îtîraza ku li dijî biryara cezakirinê ya îdareya girtîgehê hat kirin, îro bi danişînê hat lêkolînkirin.

Guven û Alokmen beşdarî rûniştina lêkolînê bûn û xwestin prastina xwe bi kurmancî bikin. Lê belê dadger bi şertê ku ku heqê wergerê ji aliyê hevserokan ve were dayîn û bi tirkî dizanin daxwaza parastina bi kurmancî red kir. Her du hevserokan jî wergera bi heq qebûl nekirin.

Dadger mafê bêdengkirinê yê Guven û Alokmen qebûl kir û girteka vê girt. Parêzerê Guven û Alokmen, Serdar Çelebî destnîşan kir ku wergêrê li danişînê hat amadekirin jî destûr nehat dayîn ku wergerê bike.