24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ ber bi 25’ê Mijdarê ve

Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) ku nêzî du meh berê bi navê ‘Em xwe diparêzin’ li dijî tacîz, tecawiz, destdirêjî, qeyûm, tecrîd, talankirina xwezayê û her cure êrîşên li jinan dabû destpêkirin, bajar bi bajar, tax bi tax û kolan bi kolan didome. Kampanya li her derê ji aliyê jinan ve rastî eleqeyeke mezin tê.

Di çarçoveya kampanyayê de, aktîvîstên TJA’yê tevî hemû astengiyan jî li gelek bajaran bi jinan re tên gel hev, têkildarî kampanyaya jinan agahdar dikin û civînan li dar dixin.

Di civînan de jin bal dikişînin ser tundî û qetilkirina jinan ku gihîştiye asteke pir bilind û li ser ‘em ê çawa xwe û civakê li dijî van êrîşan biparêzin’ dinirxînin.

Li aliyê din jî bi nêzîkbûna 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinan, TJA li gelek bajaran starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. TJA dixwaze di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ de ji bo 25’ê Mijdarê çalakiyên hîn xurttir pêk bîne.

Meclisa Jinan a HDP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dê ew bi dirûşma ‘Em li dijî tundiya dewleta mêr têdikoşin’ di 7’ê mijdarê de li hin bajaran dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê bikin. Dê meclise li van bajaran tevî platform û rêxistinên jinan meş û xwepêşandanên hevpar li dar bixe, karê xweser bimeşîne, li kolanan çalakiyên xurt li dar bixe, serdana gund, tax û malan bike. AMED