spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi kevirên dîrokî yên Sûrê avahiya ‘qaçax’ çêkirine

Serokê Şaxa Diyanet Sena Amedê Omer Evsen ku di sala 2019’an namzetê AKP’ê yê şaredariya Sûrê bû, avahiya malbata xwe ya qaçax li Sûrê xera kiriye û di sala 2019’an de bi kevirên xaniyên dîrokî yên li Sûrê hatine rûxandin, avahiyeke qaçax a 3 qatî û 360 metrekareyî çêkiriye. Xaniyê qaçax li qada sîtê hatiye çêkirin û wekî kargehê tê bikaranîn û wekî avahiyeke kevn tê nîşandan. Ev avahî niha bi navê “Kemîklî Evî Cîger” tê bikaranîn.

Fatîh Evsen ê vê kargehê bi rê ve dibe, di hevpeyvîneke xwe de ji bo vê avahiyê gotiye di sala 1850’yî de hatiye çêkirin û mekanekî 350 salî ye. Omer Evsen, biraziyê Midûrê Weqfan ê Amedê Metîn Evsen e.

Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê tespît kiriye ku ev avahî qaçax e, lê belê heya niha ji bo rûxandina wê tiştek nekiriye. Her çiqas, ji bo rûxandina wê erkeke wê ya ku serî li dadgehê bide heye jî, ji bo kar û barên di vî warî de îşaret bi Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê kiriye û biryar girtiye ku divê saziya erkdar wê kontrol bike. Lê belê heya niha rewşa heyî ranegihandiye wezaretê û di warê hiqûqî de jî tu gav neavêtiye.

AMED