25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi libas be, nas be

Sernavê nivîsa min gotinek pêşiyên me kurdan e. Gotinek kurt e, lê wateyeke wê ya mezin heye. Ji ber di xwezayê de her lawir bi kevilê xwe, her mirov bi çand û cilên xwe tên nasîn. Roja 10’ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî ye. Ji bo parastina cil û bergên kurdî yên gelêrî, ev roj li başûrê Kurdistanê wekî rojeke fermî tê pîrozkirin. Cil û bergên kurdî yên dirûv û şêweya xwe ji xweza û dewlemendiya zindeweriya Kurdistanê digirin û di Rojhilata Navîn û cîhanê de bi reng û bedewiya xwe bala mirovan dikişînin, bi rojekê tên bîranîn. Ji ber bi sedsalan e bênavber hewla guhertina ‘kevilê’ me tê dayîn. Tevî hewldanên dagirkeran ên helandin û tinekirina çanda me, ev serdema globalbûyî jî di têkbirina çandên civakan de gelek jêhatî ye.

Lê li gorî Nîdaba beriya jidayîkbûna Ûttû Sûmeriyan der barê cil û bergan de ti tişt nedizanîn. Ûttû, di mîtolojiyê de wekî xwedawenda cil û bergan tê zanîn. Li gorî nivîsên Nîbada ku wekî xwedawenda wêjeyê tê şirovekirin, Sûmeriyan hemû tiştên ji bo jiyanê pêwîst ji çiya û zozanên Kurdistanê girtine. Her wiha beriya wê nezanîne cilan li ber xwe bikin, çanda cil û bergan bi çanda pêşiyên kurdan a hatina Sûmerê re dest pê kiriye.

Min guh da dilê axê

Behsa dildariya xwe û baranê bo min kir

Min guh da dilê avê

Behsa evîna xwe û kaniyan bo min kir

Min guh da dilê darê

Behsa evîna xwe û pelan kir

Dema min guh da dilê yara xwe

Behsa serbestiyê bo min kir

Belê, vê civakê wekî helbestvanê nemir Şêrko Bêkes dibêje guh da dilê xwezaya xaka xwe. Çand û erdnîgarî du tiştên bi hev ve girêdayî ne. Cih û devera mirov lê dijî, xwezaya wê deverê li ser hest û hizrên mirovan bi bandor e. Jixwe çand berhema hest û hizrên civakan e û ji danehevên wan ên madî û manewî pêk tê. Civaka kurd kariye guh bide dengê xwezayê û pê re li hevkirî bijî.

Bi hezar salan, me carna bi nan, carna bi agir û avê, carna bi rojê sond xwar. Me lav ji hêza afirînera xwezayê kir, carna destên xwe li ber çiyayek bilind vekir, carna jî em çûn tewafa axê. Ax dayîka nan û dan bû li gel me. Av rondikên asîmanan, ji zindiyan re jiyan bû. Agirê dilê me pîrozbûn li vê xakê. Tefandina agir guneh û tawan bû. Remza ronahî û jiyanê, serkeftina armanc û dozê bû agir. Dilên me bi qasî axa me, ji nebaşiyan beyar bûn û bi qasî heyva adarê dilmê û jiyanhez bûn. Rengê hest û hişê me li ser ziman û çanda me teyîsî. Carna bû deng û dengbêjî, carna bû çîrok û helbest. Carna bû tayên rengîn û li ser teşiyan hat badan, carna bû tevn û bi rengan hat raçandin. Em bi çiya re bûn dost û heval. Hemû destanên me pala xwe dan çiyayan û çiya bûn navnîşanên mirad û mexsedên me. Me her demê çar werz jiyan bi hev re. Hemû nexş û nîgarên me tijî bûn ji dîmen û wêneyên vê erdîngariya me ya dewlemend û zindiyên wê. Kew û kevok, xezal û kovî, quling û hemû balinde, roj, heyv û stêr, dar û daristan, çiya û keviyên berfan asoya me ya hûnerî pêk anî. Ji wê ye li welatê me yê sîngdeşt û gerdençiya çand û folklorek bi xwezayê re li hevkirî û pir rengserwer bû.

Ji ber wê Nîdaba di angaştên xwe de mafdar e. Ger em li dîrokê binêrin, wê baş bê dîtin ku yên destpêkê cil û berg, tovên pîroz, sewalvanî, bi giştî çanda madî û manewî afirandin û jê re pêşengî kirin pêşiyên me kurdan in. Ji ber kurd xwediyên resen, xwecihên vê xaka pîroz in û hemû deng û rengê xwezayê li çand û folklora xwe bar kirine. Ji vê ye folklora kurdan bi qasî deryayekê fireh e.

Cil û bergên me jî encama pirrengî û pirdengiya hestên civaka me ne. Reng û teşeya xwe ji xwezaya welatê me, ji gul û kulîlkên deşt, mêrg û zozanên me girtine.  Dema komek jin li cihekê tên gel hev, tê bêjî qey şahiya rengan e. Tê bêjî qey baxekî kulîlkan, gulistan e.  Şêweya çêkirina cil û bergên kurdî yên jinan mîna per û baskên balindeyan e û ew cil û bergên rengîn mirovan bi per û bask dikin.  Paşê destwerdan li vê çanda me hat kirin. Azadî û serbestî bûn xwezî û miradên helbest û çîrokên me. Bûn armancên têkoşîn û berxwedan, serhildan û raperînên me. Ji bo em bikaribin vê çanda xwe bijîn bi hezaran mirov giyanên xwe kirin qurban û dilbera Feqiyê Teyran, yara hozan û helbestvanên kurd her ji wan re behsa serbestî û azadiyê kir.

Ji ber serbestî û azadî şifre û mifteyên deriyê hest û hişê vê axê ne. Serbestî û azadî, hesta xweş û bi nirx e ji bo hemû zindiyan. Ti zindî ji bindestî û koletiyê hez nakin. Ti zindî ji hatina çêvdêrîkirin û kontrolkirinê hez nakin. Ji wê ye di tevahiya dîroka mirovatiyê de mirovan her bal kişandiye ser firdana balindeyan û firdan bûye remz û sembola azadî û serbestiyê. Şêweya cil û bergên kurdî vê hesta firdanê didin mirovan. Jixwe em niha roja nû, sersala kurdan Newrozê pîroz dikin. Divê em hemû rojên salê wekî Newrozê pêşwazî bikin û qadên jiyanê bi rengîniya cil û bergên xwe bixemilînin. Em çanda xwe bi rojekê sînordar nekin. Em dikarin qilfên li ser hest û hizrên me hatine xistin bi parastina çanda xwe bişikînin û xurtkirin û pêşxistina çanda xwe vê hesta bedew her bijîn.

Newroza we pîroz be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê