spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi malbatî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin

15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hawarê ya bi kurdî dest bi weşanê kir. Ji 2006’an û vir ve 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Niha ji bo vê rojê amadekarî tên kirin. Malbatên ku li bajarên Bakûrên Kurdistanê dijîn di çarçoveya bergiriyên şewba vîrûsa koronayê de li malên xwe wext derbas dikin, hewl didin zêdetir bi kurdî biaxivin.  

Malbata Koç jî, ji bo ku zimanê kurdî bibin jiyîn di rojên taybet de hin çalakiyan li dar dixin. Malbata Koç a 17 salan li Îzmîrê jiyan, di meha Adarê de vegeriyan welatê xwe navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û li vir bi cih bûn. 3 zarokên malbatê hene. Ligel ku zarok li Îzmîrê jidayik bûne jî, malbat di nava malê de bi kurdî axivî û heya ku zarokên wan çûn dibistanê jî, Tirkî tercîh nekir. Zarokên ku ligel stran û lorîkên kurdî mezin bûn, xwe amade dikin ku di Cejna Zimanê Kurdî de dowizên ji bo daxwazên xwe amade kirine bi rêya medya civakî bînin ziman.

Bav Mazlûm Koç ê cejna zimanê kurdî pîroz kir, xwest ku her kes li zimanê xwe xwedî derkeve û wiha got: “Divê her mirov bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibîne. Perwerdehiya bi zimanê dayikê pêwistiyeke. Divê gelê me ji bo zimanê xwe bixebite. Barê giran li ser milê dê û bavan e. Ji ber vê divê dayik û bav bi zarokên xwe re bi zimanê wan biaxivin. Divê kurdî bixwînin û kurdî bifikirin. Zimanê me rûmeta me ye û azadiya me ye. Bijî zimanê kurdî.”