Şemî, Nîsan 17, 2021

‘Bi me serbilind bin’

Hisên Çatikkaş

5 sal berê dewleta tirk li Cizîra Botan qedexeya derketina derve ragihand û di qedexeya ewil de ya 9 rojan dewam kir, 21 kes şehîd bûn. Di nav van kesan de pitikeke 3 mehî û Cemileya 10 salî ya termê wê di sarinca malê de hat veşartin jî hebûn. Tevî van jî dewletê hemû kesên ku jiyana xwe dest dan weke “terorîst” îlan kirin. Ji bilî van jî li Cizîrê berxwedaneke mezin a gel hebû. Gel 9 rojan li ber xwe da û nehişt ku dewlet bikeve taxên Cizîrê. Dewlet tevî hemû êrîşên xwe yên hovane jî li hemberî berxwedana gel bi ser neket û têk çû. Di van rojan de çi qewimî?

Rast e, qedexeya derve hatibû îlankirin lê belê di pêşengiya dayikan de ev hatibû redkirin û ji gir û hûran ve her kes li ber deriyên malên xwe û li kolanên xwe xwedî derketibûn da ku dagirker nikaribin bikevin malên wan. Şev li ber agirên ku kolanan vêdixistin li hemberî tang û topên dagirkeran tilîlî didan. Roj jî li taxên xwe pirs û pirsiyariya hev dikirin. Di van 9 rojan de tilîliyên dayikan tang û topên dagirkeran têkbir bûn. Pîştî têkçûna dagirkeran qedexeya ku bi fermî hatibû ragihandin lê cizîriyan ev red kiribûn, bi awayê fermî dîsa hatibû rakirin, lê kujeran 21 kes ji cizîriyan qetil kiribûn. Cizîriyan jî bi merasîmeke 100 hezar kesî zêdetir, ew 21 kes oxir kirin.

Piştî van rojan gelek caran qedexeyên rojane hatin îlankirin, lê belê dîsa cizîriyan li ber dagirkeran serî netewand. Her û her li ber xwe dan. Di dema qedexeya dawî ya 14’ê kanûna 2015’an hat îlankirin û hetanî 2’yê adara 2016’an domiya, zêdetirî 288 kes hatin kuştin. Gelek  ji van kesan di jêrzemînan de ji aliyê dewletê ve bi saxî hatin şewitandin. Bi heman awayî di nav van kesan de ji zarokê 5 salî heta kalên 80 salî, xwendekar, rojnamevan û siyasetmedar hebûn. Dewleta ku di qedexeyên ewil de têk çûbû, vê carê bi tevdîr tevgeriya û memûr û mamosteyên xwe beriya qedexeyê ji Cizîrê vekişandin. Bi vekişandina memûr û mamosteyên xwe, bi heman awayî dagirkeriya xwe jî îlan kiribû. Bi vê dixwest gel bitirsîne û bajêr vala bike. Tevî vê jî gel bi berxwedana xwe bawer bû, lewma jî malê xwe bernedan ango li gorî dagirkeran tevnegeriyan û Cizîr vala nekirin. Cizîriyan digot “berxwedan jiyan e” û dewletê dît ku cizîrî, Cizîrê bernadin. Bi tang û topên xwe yên li ser girên Cizîrê bi cih kiribûn, dest bi êrîşên hovane kir. Destpêkê bi sedan guleyên tang, top û çekên şexsî li Cizîrê barandin, bi gotina dayikeke cizîrî “weke teyrokê gule li Cizîrê dibariyan”.  Dîsa zilamekî ji Cizîrê wê demê gotibû “min hijmart li ser hev 64 top avêtin”. Mehmet Tunçê yek ji pêşengên berxwedana Cizîrê bû, di axaftineke xwe ya piştî qedexeya 9 rojan wiha gotibû: “Dewlet êdî nabêje ew AKP’î ye, ew HDP’î ye, ew PKK’î ye, hema ku kurd be, qetil dike.” Di vê qedexeya dawî de jî dewletê eynî wisa kiribû û heta ji vê zêdetir jî kir. Kî û çi ket ber (zarok, jin, kalepîr, çûk, kevok, ajalên din…) texsîr nekir û da ber guleyên tang û topên xwe. Dewletê jixwe di serî de tevdîra xwe girtibû û karmendên xwe ji bajêr vekişandibûn, lewra yên mayî hemû ji bo dewletê “ne tu tişt, ne tu kes” bûn. Li gorî wan hemû tişt û kesên li Cizîrê mayî “terorîst” bûn. Belê li gorî wan kal û pîr, pitik û zarok, çûk û teyrik, dar û ber, mal û milkên li Cizîrê “terorîst” bûn. Bi vî hişê êrîş kir. Lewma kevokên li ser banan serê wan jêkiribûn; lewma mirîşk bi pirtikên wan ve xistibûn sarincan; lewma çêlek bi sedan guleyan kuştibûn; lewma pirtûk yeko yeko qetandibûn û agir berdabûn wan; lewma mirov bi benzînê şewitandin…

Bi hevokan em nikarin qala hovîtiya wan bikin. Lewma jî li vir çi were nivîsandin wê kêm bimîne, lê belê berxwedana cizîriyan li hemberî hovan bi ser ket, îspata vê jî ew e ku cizîriyan li hemberî hovan serî netewand.

Çanda berxwedêr a Cizîrê xwe digihîne bi sedan salan. Ji ber vê yekê rihê Cizîrê li her derê li hemberî hovan têdikoşe.  Belê rast e, di vî bajarî re şerek derbas bû lê berxwadan hê li vir e!

Cizîrê li hemberî hemû hovîtiyan 79 rojan li ber xwe da û serî netewand, lê mixabin dagirkeran dor lê girtibûn û çûnûhatina bajêr jî nebû. Lewma xwarin û vexwarin qediyabû. Ji bo berxwedêran jî ti alîkarî nebû û lojîstîka van jî qediyabû. Tevî van jî teslîmbûn di ferhenga berxwedanan de nebû. Hinek berxwedêran guleya xwe ya dawî ji bo xwe bi kar anîn. Hinekan jî heta dawiyê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest dan. Yên herî dawî jî bi telefonan xwe gihandin, televîzyonan û gotin: “Bi me serbilind bin”. Ji ber ku wan wehşeta dagirkeran bi çavên xwe dîtibû û ew jiyabûn. Li hemberî wehşeta sedsala 21’ê a dagirkeran vîna mirov li ber xwe dabû û hê jî li ber xwe dide li Cizîrê!

Ciwanên ji behra azadiyê çend kêlî bi canê xwe dizîbûn, li Cizîrê bi serbilindî li ber xwe dan û ji nav me bar kirin. Teslîm nebûn, têk neçûn û nehiştin dagirker bi rehetî bikevin nav axa Cizîrê. Dagirkerî bi tang, top, teyare, çek û cebilxaneyên sedsala 21’ê li hemberî vîna mirov a berxwedêr, li Cizîrê têk çûbû. Lewma bi çavsorî êrîşî jin, zarok, kalepîr, ajal, dar, mal û milkê cizîriyan kiribûn. Çi ket ber wan texsîr nekirin, dan ber tang û topan. Mirovên ku ji malê xwe derneketin bi saxî girtin û ew înfaz kirin. Birîndarên li jêrzemînan mayî bi saxî hatin şewitandin. Malên Cizîriyan ji aliyê dagirkeran ve hatin talankirin û li wesayitan bar kirin weke malên mîrate ji aliyê mirovên rûgemarî û maskekirî ve ji xwe re birin.

Li malên Cizîriyan nivîsên dermirovî hatin nivîsîn. Çanda dagirkeran a talanker careke din li Cizîrê derketibû holê. Tevî van hemûyan jî Cizîr têk neçû, piştî bidawîbûna qedexeyê cizîriyan li aliyekî şîna xwe digirtin, li aliyê din jî malên xwe biserûber dikirin. Bi awayekî kolektîf alîkariya hev dikirin, êş û şînên hev parve dikirin. Weke ku ji dagirkeran re bêjin hûn çi bikin jî em li vir in. Weke ku daxwaza berxwedêran bînin cih, bi wan serbilind bûn.

Naveroka berêŞeva Yelda
Naveroka ya piştî vêDêrsim û Asîmîlasyon