20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi nêrîna vegan ‘bîra jibîrkirî’ çi ye?

Gulan Morî*

Hûn qet rastî reklamên şîr hatine? Çêlekên bextewar li deştên kipîkesk diçêrin. Heta li ber stranan direqisin. Zarokên bextewar bi golikan re dilîzin û çêlek şîrê xwe bi wan re parve dikin. Çêlek, şîrê ku jixwe bo zarokan çêkiriye pêşkêşî wan dike. Em dibînin ku bi noşî berhemên ji şîrê wan dixwin-vedixwin. Çiqas dîmenekî bextewar e ne wisa?  Her kî li van reklaman temaşe bike wê wiha bifikire ku çêlek bextewar in û şîrê xwe tim ji bo mirovan digihînin. Di ser de jî ji bo dereweke wiha zarokan jî bi kar tînin, lê di rastiya xwe de ev kabûs e!

Endustriya şîr, çêlekan di cihên teng de digire, di bin navê dolandina çêkirî (tovdan) de çend caran tecawizê wan dike. Golikên mê weke makên xwe bi heman rûdanê re rû bi rû dimînin û yên nêr ji bo goştê wan tên xwedîkirin. Şîrê çêlekê ji bo ku golikên xwe bimêjînin heye lê ji bo ku şîrê çêlekan bê ser sifra mirovan guhanên wan bi makîneyên dotinê ve tên girêdan. Kes naxwaze em vê rastiya acizker bibînin. Kes naxwaze tiştên ku li mezbexane diqewimin em bibînin. Wexta ku zarokek reklamên goşt an jî sosîsê dibînin qet fêm nakin ku ew parçeyên canberekê ne. Yên hinekî li ser disekinin an jî dibêjin em tiştekî nojdar bixwin, ji bo ku bazarên xwe firehtir bikin derewên weke “hêkên mirîşkên gerok” an jî “goştê berxên ku li çewligê mezin bûne” û hwd. pê ve dikin. Ji we tirê qey wexta ku wisa bê kirin, wê wijdana mirovan rihet bibe, serjêkirina heywanan piştî bi bextewarî bijîn pêk bê wê normal bibe.

Bîra jibirkirî (Absent referent)

Em wisa tevdigerin ku wexta rewş bi vî rengî be, pêxwarinên tên ser sifra me weke şîr, penêr, mast, sosîs, salam qelî û hwd. koka wan nagihîje heywanan. Berhemên ku ji heywanan hatine bidestxistin bi navên nû derdikevin pêşberî me; weke hêt, sicûq, pîl, goştê piştê… di ser de jî van parçeyan tevî pêxwarinên cuda dikin û nayên naskirin. Pê re em wisa tevdigerin ew pêxwarinên bi navên nû, ne parçeyek ji heywanan in. Ev binavkirin, bi me didin bawerkirin ku em tiştekî nû dixwin. Li vê derê têgeha “bîra jibîrkirî” (absent referent) derdikeve pêşiya me û wê rewşê baş dide fêmkirin. Carol Adams, bi vê têgehê destnîşan dike ku di feraseta mirovan de têkiliya rewşa goşt a nû û zindîbûna wê ya ji berê re qut dibe. Li gel ku mirov dizanin eslê tiştên ku ew dimezixînin û ji bîr dikin ev e; xwarina tê pêş wan a wan heywanan e ku demeke pêş hatine tunekirin, xwîna wan hatiye rijandin û ji ber vê yekê êş kişandine. Em dikarin vê rewşê weke beşên bîra winda jî şîrove bikin.

Ez pê bawer im wexta ku kêrê bidin destê mirovan û jê bixwazin heywanekê ser jê bike, piraniya wan wê nikaribin vî karî bikin. Ji ber ku lênerîna çavên heywanan, dîtina rijandina xwînê û perpitîna wan li aliyekî, di fîlmekê de temaşe bikin jî piraniya mirovan wê aciz bibin. Mirovan di zaroktiya xwe de çêlek xwedî kirine, bi mîh, berx û mirîşkan re têkilyeke hestewar danîne. Dibe ku we bihîstibe mirovin hene goştê heywanên ku wan xwedî kirine hatine serjêkirin nexwarine. Baş e ser çavan di rewşa asayî de mirovên goştxwer çima ku kêrê didî destê wan serê heywanan jê nake yan jî goştê heywanê ku xwe xwedî kiriye naxwe?  Va ye ‘bîra jibîrkirî’ tev van nakokiyan rave dike.

Pir zehmet e dema mirov heywaneke canber a ku mirov pê re têkiliyeke hestewar datîne tunebûyî bihesibîne, lê niha em werin ser mijara heywaneke ku me rû û rûçikê wê nedîtiye. Em hema ji bîr dikin ku goştê di nav teyfîka me de ye demek berê canber bû. Ev rewş di esasê xwe de korbûna îdraq û hayjêbûna me ye. Carol Adams dibêje, “Lisernerawestina ‘bîra jibîrkirî’vê yekê îfade dike ku em raboriya berhemên têne ser sifra me nizanin û xwediyê bîreke sivik in. Rastî ev e ku her tiştê em destê xwe didinê nîşana wê êşê ye ku kesekî din dikişîne. Bîra jibîrkirî hem dike ku em ji bîr bikin heywan weke heyîneke xweser in hem jî derfet dide ku em ji bo hewldanên ji bo heywan li ber çav bin tên kirin li ber xwe bidin. ” Yanî em nizanin ku bi xwarinên xwe em rê didine kîjan encaman. Ev yek ji korbûnê ne cudatir e.

Heywan kirine meta

Darwîn wiha dibêje: “Di navbera hişê mirov û heywanan de cudahî çiqas zêde be, ev cudahî cudahiyeke çendanî ye; ne çawanî ye.” Darwîn li ser hevşibandina hestiyarî ya mirov û heywanan pirtûkeke qerase nivîsiye, em vê yekê bidin ber çavên xwe em nikarin vê rastiyê bavêjin pişt guhên xwe. Em dikarin bêjin encama vê destnîşana wî têr û tije ye. Lêbelê ev cudahî her çiqas çendanî be jî aliyê mirovan ê pozîtîvîst ku mirovan ji bîra wan a hestewar diqetîne, heta ku xwe weke kirde bibîne, canberên ji derveyî xwe jî weke heyber (tişt), ji ber ku wan weke ‘dan û nanê’ ji bo pêdiviyên mirovan dibîne, ji bo lêkolînan heywan jî ji qada xwe ya xwezayî tên qetandin û vediguherin ‘metayan’.

Hawireke zanistê heye, ji heywanên ji bo xebatên zanistî tên qurbankirin bigirin heta qaşo bi navê fêmkirina heywanan wan terkî nav hepsa cerebeyê dike. Şibandina hestewar a di navbera mirov û heywanan de bidin aliyekî mirov ji rastiyê dûr ketine û kor bûne ku nafikirin hestên heywanan hene û canê wan wê biêşe. Ji ber vê yekê hawira zanistê ji feraseta ku “heywan” tenê amureke cerebeyê ne gavek wêdetir derbas nebûye. Hawira zanistê ji hêla bikaranîna heywanan ve xwediyê dîrokeke şermê ye.

Her çiqas, li hin welatan cerebeyên li ser heywanan qedexe bin jî gelek welatan qedexeyên zelal nîn in û bedena heywanan tê bikaranîn. Bîra jibîrkirî tenê çend teyfikên ji berhemên heywanan pêk tên nîn e. Pasteyeke mezin e û çerxa sermayeya kapîtalîzmê pê dizivire.

Yanî hûn wexta ku biçin wargeha heywanan dikarin wek aktîvîteyeke perwerdeyî pêk tînin bifikirin; lê beşên bîra we yên winda wê bizanibin heywanên ku li wê wargeha tê de dijîn bi zorê hatine hepiskirin, ji wargehên xwe yên xwezayî hatine qetandin û di ser de jî ji ber vê yekê ruhê wan parçe bûye. Lêbelê nedîtina vê rastiyê û reftara weke nehatiye dîtin û jibîrkirin wê zêdetir cazip were.

Heywan ji mirovan ne kêmtir in

Lêkolînên hewyannasiyê jî ji ber feraseta heywanan weke metayan dibîne ji nêzikaya navendparêziya mirovî derbas nabe. Werner Heisenberg dibêje, “Ya ku me çavdêrî kiriye xwezaya bi serê xwe nîn e, xwezaya ku ji serada metoda lêpirsîna me re derbasbûyî ye.” Di vê rexneya xwe de dibêje, mirov heywanan ji hawira xwe ya xwezayî diqetînin û li feraseta navendparêziya mirovî tên hepiskirin. Her wiha hewyanên ku rastî pêşdarazî û pozbilindiya me tên û em dîsa hewl didin ku bi fêmkirina  xwe ya şaş wan muqayese û şîrove bikin. Frans De Waal jî wiha dibêje: “Di jiyana sihorîkan de cihê jimartinê tune, her wiha em pirsa “jimartinê dikarî yan nikarî” ji sihorîkan bipirsin ev bêedaletî ye.” Bi rastî jî em heywanan wiha rave dikin ku bi qasî me hişê wan naxebite, mîna me tevnagerin. Hejmartina jimareyan ji bo sihorîkan tiştekî îfade nake. Mînak piraniya me nizanin ku me duh çi xwariye. Lê sihorîk çend sal jî derbas bin cihê ku findiq lê veşartine ji bîr nakin. Eylo ji me baştir dibînin, piraniya heywanan ji me baştir bêhnê digirin. Mirov dikare mînakan zêde bike lê bi kurtasî her heywan li gorî bi kêrî xwe tê xwedî qabiliyetan e. Ev rewş heywanan ji mirovan kêmtir nake. Hawira zanistê hê jî bi van rastiyan re rû bi rû nemaye. Em dikarin rûbirûnemayînê bi ‘bîra jibîrkirî’ ve rave bikin. Çimkî berê navendparêziya mirovî esas li ser vê rastiyê ye: ji bilî me hemû canber ji hestan dûr in. Ev feraset,  her canber çiqas pragmatîk in an na re eleqeder dibe, çi ‘tişt’ê (ji ber ku êdî bûye tişt) pê re eleqeder dibe naxwaze bîra wî, hestên wî bizanibe. Her wiha di navbera qada xwe ya konforê yan wijdanê de tercîhekê dike. Qurbankirina wijdanê ji bo konforê! Her hal ji vê girantir rexnedayîna mirovahiyê nedibû!

Mirovê li ser mijokdariya heywanan ku esasa wê digihîje cihêkariya ‘ez û yê din’ xwe kiriye kirde, qadên mijokdariyê pêk tîne û ‘yên din’ ên pirengîn diafirîne. Dibe ku yên herî zêde tên biçûkxistin, beden û hişê wan tê hîçkirin jin bin. Mêrtiya ku ‘bûye serwerê xwezayê’, hewl dide jinan jî têk bibe. Li vir di navbera nêzikatiya li hember jinan û xwezayê de şibînek heye. Çawa ku di hembêza xwezayê de her parçeyekî heywanan hatiye cazîpkirin, piştî bênasnamekirinê pêşkêşî xizmeta mirovan hatibe kirin, her wisa jî bedena jinan hatiye bênasnamekirin û ji bo zewqa nêrtiyê tê qurbanîkirin. Carol J. Adams vê rewşê weke ‘pêkutiyên girêdayî hev’ şîrove dike û zayenperestî, rêgezperestî û şêweperestî çawa bi hev re girêdayî ne nîşan dide. Tevgera ekofemînîzm wiha difikire ku nijadperestî, zayendperestî, çînparêzî, heteronormatîfî û cihêkariya astengdariyê şêweperestiyê re riya wan dibe yek.

Ekofemînîstên wek Carol Adams, Greta Gaard, Lorî Gruen û Pattrice Jones wiha difikirin: pêkutî rê dide stratejiyên xwe dispêrin hevkariyê.

Di dawiya vê feraseta giştî de heman serwêriya naşibe me ye ku bi hişê nêrza dixwaze hem bibe serdestê xwezayê û hem jî xwediyê jinan. Li ser vê esasê, femînîzm û veganîzm nêzî hev dibin. Ji ber vê yekê Virginia Woolf dibêje: “Dema ku goşt bê jibîrkirin ew dem dema lêhûrbûna me ya li ser jinan e. Yanî riyên ku derdikevin heman sûkê bi çareseriyên hevpar ve pêkan e.”

Mark Hawthorne wiha dibêje: “Hem laşên mirovan hem jî laşên heywanan weke ‘tişt’, weke ‘parçeyek goştê xwarinê’ tê heyberkirin.” Yanî hişê nêrza yê weke ‘yê din’ li heywanan dinêre û weke amûra xwarin-vexwarinê dibîne, jinên ku weke wan mirov in, kirine ‘yên din’ û her organeke wan ji bo hez û razên xwe kiriye qurbanî. Çi ku Carol Adams dibêje, ‘termînolojiya xwarina goşt pêşdaraziya nêrza nîşan dide’ mafdar e. Çawa ku heywan hatine parçekirin, ji wateya xwe ya ontolojîk hatine dûrxistin, bi heman awayî jin jî bi pêşdaraziyên nêrza weke beden û ruh hatine parçekirin û ji wateya xwe ya ontolojîk hatine dûrxistin.

Carol Adams di pirtûka xwe ya “polîtîkaya zayendî ya goşt” de wiha dibêje: “Wexta ku ji mêran fanteziyên wan ên zayendî tên pirsîn, hejmareke pir mêr, ‘ parçeyên bêteşe ên laş; pêsîr, ran, vajîna, qûn û hwd. weke dîmenên pornografîk tên vegotin”. Yanî ‘pozbilindiya nêrza’ di navbera jinan û xwezayê de serdestiyeke paralel pêk tîne. Di eslê xwe de ev serdestî jinan pasîfîze dike, ‘hişê mêrên goştxwar û bihêz’ dibe kirde. Şîroveya goştxwarinê ya Simone de Beauvoir weke “pozbilindiya goştwar”  Mary Daly ‘pirxwariya jinkuj’ û Kate Mîllet jî weke “mirovxwariya zayendî” bi nêrîna jinan divê çendîn caran bê nirxandin. Çimkî jinên ku ji goşt hez dikin bindestiya li ser xwe qebûl nakin, ji ber ku çavên wan li serdestiya li ser cureyên din re girtî ye, ji aliyekê ve hişekî bûye mêr dihewînin.

  1. Adams nebatan weke sembola pasîfiya jinanî dibîne. Di dîrokê de rola jinan bi şoreşa cotkariyê bûye biber û hilberîner. Jinan tov malî kiriye, canber pîroz dîtine û pê re bûne kirdeyên hişekî bi vî rengî. Ji ber vê yekê jî tevgera jinan a weke ‘radîkal a romantîk’ nêziktirî nexwarina laşê heywanan e.

Nêrîna femînîst û veganîzm

Di salên 1970’yan de dirûşmeyeke femînst hebû; “Tiştên şexsî polîtîk in.” ( Gotineke bi nav û deng a Kate Milletê) Di esasê xwe de Mîllet bi vê gotina xwe dixwaze vê destnîşan bike; mirov bi terz û teşeya xwe, bi helwesta xwe, bi nêzikatiya xwe ya canberan re û hwd. weke helwesteke polîtîk wê bi xwe re guherîneke mezin bîne. Ev rewş nîşan dide ku divê pîvanên me yên razîbûn û nerazîbûnê û pê re di bingeha xwe de polîtîka ji kesayeta me dûr neyên nirxandin. Ji ber vê rastiyê em digihîjîne vê encamê ku em çi li xwe dikin, li ku derê dijîn, çawa dibin civakî, heta em çi dixwin her tişt polîtîk e. Yanî mirov wexta diguhere, tercîhên xwe pêk tîne, esas bi tercîhên xwe dibe parçeyekî guherîna civakî. Em bi vê nêrînê lê binêrin, di eslê xwe de ecibandina veganîzmê bi qasî ku takekesî ye, tevgereke polîtîk e jî, ku mirov heywanan weke amûreke mijokdariyê nebîne û li gorî vê yekê helwesteke exlaqekî û polîtîk bi pêş bixe.

*Hiqûqnasa hawirdorê