19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi niyeta Qersê berê xwe da Qesrê!

Li bakurê Kurdistanê, piştî 6 salan bi hinceta serhildanên Kobanê yên sala 2014’an, di 25’ê îlonê de li dijî HDP’ê operasyoneke siyasî ya berfireh hat lidarxistin. Operasyon, bi fermana dozgerê ku bi minesabeta daweta xwe çûbû serdana Qesra Erdogan, piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), pêk hat.

Serdozgerê ku bi ferman doza hiqûqê dimeşîne, di operasyonê de biryara binçavkirina 82 siyasetmedarên HDP’ê da, lê di operasyonê de piranî jê endamên MYK’a HDP’ê ya demê tenê 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Di operasyonê de parlamenterên berê yên HDP’ê yên mîna Sirri Surreya Onder, Ayla Akad Ata, Altan Tan, Nazmî Gur, Emîne Ayna û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen hatin binçavkirin.

Bertekên li dijî operasyonê

Operasyon hefteya borî rojeva yekemîn a Tirkiyeyê bû. Gelek bertek li dijî operasyonê hatin nîşandan. Tevahiya heftê li gelek navendan ji hêla HDP’iyan ve çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Ji bilî çalakiyan, bi dehan rêxistinên sivîl û partiyên siyasî serdana HDP’ê kirin û bertekên xwe yên li dijî operasyonê û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anîn ziman.

Di vê çarçoveyê de bi sedan kes jî bi armanca bertek nîşandinê, serdanên rêxstinên HDP’ê yên navçe û bajaran kirin û bûn endamê HDP’ê. Kesên bûn endam, destnîşan kirin ku ew li dijî zextan dibin endamê HDP’ê û wê destûr nedin ku AKP-MHP bi hêsanî HDP’ê daqurtînin û armancên xwe yên vê der barê bibin serî.

Piştgiriya muxalefetê

Cara yekemîn siyasetmedarên tirk ên muxalif ên mîna Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmed Davûtoglû û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, li hevserokên HDP’ê geriyan û bertekên xwe yên li dijî operasyonê bi wan re parve kirin.

Serokê Giştî yê Berê yê SHP’ê Mûrat Karayalçin jî li Enqereyê çû Serdana Navenda Giştî ya HDP’ê û li dijî operasyonê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê rûbirû ji hevserokên giştî yên HDP’ê re ragihand. Karayalçin, di serdanê de destnîşan kir ku ji hêla herkesî ve tê zanîn ku operasyona li dijî HDP’ê siyasî ye û nayê qebûlkirin.

Di hemû çalakiyên ku hatin lidarxistin de û hevdîtin û axaftinên ku hatin kirin de hat destnîşankirin ku operasyona li dijî HDP’ê tu eleqeya xwe bi hiqûqê re tune ye û armanca wê astengkirina tifaqa muhtemel a di navbera muxalefetê de ye.

Amed û Mêrdîn

Hê ku ev operasyon bi encam nebûbû, di 30’ê îlonê de operasyoneke din ku navenda wê Amed bû pêk hat. Hinceta vê operasyonê jî lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû. Di vê operasyonê de jî biryara binçavkirina 70 siyasetmedar, wêjevan, rojnameger û hunermendên kurd hatibû dayîn. Di çarçoveya operasyonê de li Amed û Mêrdînê nêzî 30 kes hatin binçavkirin.

Di roja ku ev operasyonê pêk hat de Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi hinceta serhildanên Kobanê hatibû binçavkirin, di bin çavan de ji nişke ve îstifaya xwe ragihand. Ayhan Bîlgen, bertek nîşanî operasyonên li dijî kurdan da û got ku temenê ku bi demokrasiyê were lîstin derbas kiriye û ji ber dengdayîna wan spasiya gelê Qersê kir. Her wiha ji bo Şaredariya Qersê pêşniyara rêveberiyeke nû kir.

Şaredariya Qersê

Rojek piştî vê daxuyaniya Bîlgen, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Qersê li dijî Rêveberiya Şaredariya Qersê operasyoneke mezin hat lidarxistin. Di operasyonê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, endamên meclisa şaredariyê, endamên meclisa giştî ya bajêr û Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîz Anli jî di nav de, 19 kes hatin binçavkirin. Di heman rojê de Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê,  li Şaredariya Qersê Hevşaredar Şevîn Alaca û 6 kesên din ji peywirê dûr xistin.

Nimêja nixumandina xespê

Piştî biryara girtina Ayhan Bîlgen bi çend deqeyan Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kir. Walî Turker dema ku çû şaredariya dagirkirî destpêkê li ber şaredariyê nimêj kir û xwest xespkirina xwe ya vîna gelên Qersê bi nimêjê binixumîne. Ji bo vê hewldana qeyûm li ser medyaya civakî gelek bertek hatin nîşandan û nîqaş hatin kirin. Nimêja qeyûm weke nimêja “fethê” hate pênasekirin. Li Qersê û gelek bajarên din li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Bi desteserkirina Şaredariya Qersê re hejmara şaredariyên HDP’ê yên hatine desteserkirin bû 48. Her wiha bi vê re şaredariyên bajêr ên di destê HDP’ê de neman. Tenê şaredariyên 4 navçe û 2 bajarokan di destê HDP’ê de man. Piştî hilbijartinan 6 şaredariyên HDP’ê jî bi hinceta ku hevşaredarên wan KHK’î bûn hatibûn desteserkirin. Tayînkirina qeyûman di 19’ê tebaxa 2019’an de dest pê kiribû û destpêkê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatibûn desteserkirin.

Piştî hefteyekê ew girtin

Piştî binçavkirina wan, 7 roj şûn de biryarên darazî yên der barê 20 siyasetmedarên de ku bi hinceta serhildanên Kobanê hatibûn binçavkirin de hatin dayîn. Ji siyasetmedaran Gulfer Akkaya, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan bi şertê kontrola edlî hatin berdan 17 siyasetmedar jî hatin girtin. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê yên HDP’ê Ayla Akad Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur, Endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors, endamên berê yên MYK’a HDP’ê; Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgirê Giştî yê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut û parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun jî hatin girtin.