19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi operasyon û qedexeyên li Qilebanê xwezayê qetil dikin

Ji ber operasyonên leşkerî yên artêşa tirk li herêma Qilebanê gelek dever hatine qedexekirin. Li van deverên hatine qedexekirin gel nikare çandiniyê, ajalvanî û mêşvaniyê bike.

Gelek deverên Qilebana girêdayî Şirnexê ji 15 rojan carekê ji aliyê walîtiyê ve tê qedexekirin. Mêşvan Kerîm Olmez ku ev nêzî 15 salan e li gundê Elemûnê mêşvaniyê dike diyar kir ku ev çend sal in nikare pakepak karûbarên xwe yên mêşvaniyê bike û wiha got: “Ji ber ku herêm tê bombebarankirin mêş jî dimirin û hejmara mêşan her diçe kêmtir dibe. Ev 2 sal in gelek mêşên me ji ber nexweşiyê mirin. Derman jî fêde nake. Mêş ji ber dengê topan jî  dimirin.

Her wiha Olmez diyar kir ku hişkesalî û zuhabûnê jî bandoreke nebaş li wan kiriye û wiha pêde çû: “Ji ber zuhabûnê hejmar û cureya kulîlkan jî kêm bûye. Heke operasyon bi dawî bibin û qedexe ji  holê rabin ekosîstem jî dê xwe nû bike.”

Emîn Olmez ê li gund şivantî dike jî der heqê rewşa ajalvaniyê de axivî û diyar kir ku operasyon, li ser rewşa ajalvaniyê jî bandoreke neyînî çêdikin. Olmez destnîşan kir ku ev 4 sal in, nikare li ser xeta sînor heywanên xwe biçêrîne û wiha got: “Îsal kêmek be jî destur tê dayîn. Berê li gund li ber derê her malekê nêzî 300 serî pez hebûn, lê ev 2 sal in ev hejmar daketiye, bûye 50-60 pez. Zext û zordariyeke mezin heye. Heron tim li ser serê me ne. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ev xwîn bisekine.”