spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi Penaberan re Kargeha Sînemayê

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li Amedê dê ‘bi Penaberan re Kargeha Sînemayê’ li dar bixe. Komeleya Sînameyê ya ku bi Komeleya Çavdêrî û Lêkolîna Koçê ya Mezopotamyayê, Ciemen, Internacional i Cooperació re kargehê li dar bixe wê di gelek beşên sînemayê de penaberan perwerde bikin. Serlêdanên kargehê di 4’ê nîsanê de bi dawî dibin û di 5’ê nîsanê de jî dê perwerde dest pê bike.

Têkildarî projeya bi navê ‘Bi Penaberan re Kargeha Sînemayê’ koordînatorê projeyê Helîm Barîn ji rojameya me re axivî. Helîm Barîn der barê naveroka kargehê de da zanîn ku di projeyê de 4 çalakî hene û wiha got: “Çalakiya yekem a bi penaberan re perwerde ye û ev perwerde dê di sê polan de were dayîn. Di her polê dê 7 kes hebe û ev perwerde heta 8 mehan bidome. Ciwanên penaber ên ku niha li navçeyên Rezan, Yenîşehîr û Sûra Amedê dijîn û bixwazin xwe di qada sînemayê de pêş bixin, dikarin tev li kargehê bibin. Di beşa duyem de ji baroyê parêzereke der barê mafê penaberan de, kesên tev li  perwerdeyê bibin agahdar bike. Di sînemayê de dê ciwan 2 meh ên pêşî li ser avakirina çîrokan bisekinin û pişt re jî çîrokên hatine nivîsin dê bibe senaryo, vîdeo û dawiyê pêvajoya montajê çê bibe.”

Festîvala Barcelonayê

Barîn destnîşan kir ku dema her sê kurtefilmên xwe qedandin dê wan di festîvalan de jî nîşan bidin û ev tişt anî ziman: “Di encama van xebatan de em hewl didin ku sê kurtefilm werin çêkirin. Ew jî li gor şert û mercên me yên heyî. Di meha mijdarê de li Barcelonayê Festivala Roja Filmên Kurd heye, em bi van her sê kurtefilmên ku ciwanan amadekirî tevli festivalê bibin û pişt re li kuçeyên Rezan, Sûr û Yenîşehirê jî van filman bidin nîşandian.”

Pirtûka Sînemayê

Di axaftina xwe de Barîn da zanîn ku piştî perwerdeya 8 mehan dê perwerde û hemû materyalên di kargehê de hatine bikaranîn wek pirtûkeke sînemayê ya bi kurdî çap bikin û wiha pêde çû: “Niha materyalên sînemayê yên bi kurdî pir kêm in. Ji ber vê yekê jî em ê dawiya perwerdeyê de materyal û perwerdaya hatiye dayîn wek pirtûkekê jî çap bikin.”

Koordînatorê projeyê Barîn diyar kir ku dê zimanê perwerdeyê bi kurdî be û wiha got: “Ji bilî penaberên bi kurdî dizanin ger ên ereb jî tev li bibin em ê bi rêya tercûmanan wan perwerde bikin.”

Helîm Barîn

Projeya li dijî bişaftinê

Her wiha Barîn bal kişand ser armanca vê projeyê û ragihand ku li hember polîtikayên bişaftinê jî ketine nav livandineke bi vî rengî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komeleya Sînemayê jixwe bi projeyên xwe yên wek Film Amed, rêzefilmi kurtefilm û hwd. re bi dehan caran xebatên bi vî rengî çêkirine û misyona komeleyê jî ev e. Ev jî yek ji van xebatên komeleyêye ku em hewl didin penaberên bi sedemên şer û hwd. ji welatê xwe koç kirine û di destê wan de tu derfet tune ye re bikevin têkiliyê ku xwe di vê qadê de pêş bixin.”

Hewceyî gotinê ye ku Kargeha Sînemayê bi boneya ku tenê mêr tev li nebin kotaya jinan ji sedî 50 diyar kiriye.