spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi Peymana Lozanê erka înkarê dan tirkan a îsyanê jî dan kurdan’

98 sal di ser Peymana Lozanê re derbas bûn. Bi vê peymanê digotin kurd û tirk yek perçe ne mîna “goşt û neynûk in.” Lê rastiya 98 salan li dijî vê yekê ye. Vê peymanê bi înkar û feraseta yekperest a netew-dewlet re Komara Tirkiyê ya nû ava kir. 98 sal in Kurdistan bûye çar parçe û kurd tune tên hesibandin.

Dewletên di şerê yekemîn ê cîhanê de bi ser ketin û hikumeta Komara Tirkiyeyê ya nû ava bû di navbera xwe de di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Peymana Lozanê îmze kirin. Ji avabûna Tirkiyeyê û vir de Peymana Sevr a di 10’ê Tebaxa 1920’an de hat îmzekirin wek “teslimiyet” û Peymana Lozanê jî wek “serkeftinê” hatin ragihandin.

Peymana Lozanê di şexsê kurdan de li Rojhilata Navîn rê li ber windakirina hevgirtina çandî ya gelan û şikestinek dîrokî  vekir. Îngîlîzan di nava xwe de gel dabeş kirin sînor xêzkirin. Bi vê mudaxileyê re feraseta netew-dewletê ket dewrê û siyaseta înkar û imhaya kurdan dest pê kir.

Şertên pêvajoya 100 sal berê, şerê cîhanê nû bi dawî bûbû. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Elmanya û Împaratoriya Osmaniyan tifaq çêkirin û darbeyek mezin xwaribûn. Li gel ku Elmanya têk çû jî axa xwe parast. Lê Împaratoriya Osmaniyan perçe bû. Di navbera şandeya bi serokatiya Sadrazam Damat Ferît Paşa dewletên di şer de bi ser ketine li bajarê Sêvres ê Fransayê Peymana Sevrê îmze kirin. Axa Osmaniyan li van dewletan parve kirin.

Ataturk soz da kurdan û kurd tev li Şerê Rizgariyê bûn

Beriya Peymana Sevrê Mustafa Kemal û hevalên xwe derketin Anatoliyê. Di kongreyên Erzirom û Sêwazê de soz dan ku hemû mafên kurdan û xelkên din bidin wan. Ataruk bi vê sozê desteka kurdan girt. Kurdan jî di Şerê Rizgariyê de piştgirî da Ataturk.

Kurd xapandin

Ataturk û hevalên xwe di serdema Lozanê de ji bo daxwaz û rexneyên wekîlên kurd taloq bikin û wekî ku kurd nas kiribin bidin xuyakirin, daxuyanî dan. Ataturk, di 19’ê Gulana 1919’an de ji Samsûnê derket Anatoliyê. Li Amasyayê belavkek weşand. Soz da ku wê dewletek hevpar a her du netewan be.

Soza xweseriyê dan kurdan

Di 23’ê Nîsana 1920’an de li Enqereyê ji aliyê TBMM’ê ve xweseriya kurdan li Amasyaya Yekemîn pejirand. Soza xweseriyê dan kurdan. Ataturk got “Çarenûsa kurd û tirk yek e. Pirsgirêka kurd pirsgirêka me ye.”

Di 21’ê mijdara 1922’yan de li Lozanê hevdîtinên aştiyê dest pê kir. Îsmet Înonu, Dr. Riza Nûr û Hasan Saka ku serokên şandeya Tirkiyeyê ne û ji 27 kesan pêk dihat çûn hevdîtinê. Parlamenterê Amedê Zulfu Tîgrel Beg jî di nava şandeyê de kurd temsil dikir. Di hevdîtina Lozanê de yek ji mijarên herî zêde rasterast kurd eleqedar dikir Mûsil bû. Îngîlîzên di serokatiya Lord Curzon de angaşt kir ku Mûsil bajarê ereban e. Heyeta tirkan jî diyar kir ku kurd û tirk wek “goşt û neynûk in’ û dixwazin Mûsil ji wan re bê hiştin. Îsmêt Înonu jî gotibû “Hikumeta TBMM’ê bi qasî ya tirkan e ewqas jî ya kurdan e. Gelê kurd û nûnerên wan meşrû ne” Aliyan li hev kir û Peymana Lozanê îmze kirin.

Di 1639’an de di navbera Osmaniyan û Îranê de Peymana Qesrî Şîrîn îmze kirin û kurd kirin du perçe. Di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de jî Peymana Lozanê îmze kirin û Kurdistan kirin çar perçe. Tirkiye Qanûna Bingehîn a di 1921’an de pejirand û di nava sê salan de jiyana hemû gelan a hevpar ji holê rakir.

Kurd bi Qanûna Bingehîn a 1921’an li dervê pergale hiştin û înkar kirin

Meseleya kurd bi Qanûna Bingehîn a 1921’an ku wê bê çarserkirin hat diyarkirin. Lê piştî Qanûna Bingehîn a 1921’an bi Qanûna Bingehîn a sala 1924’an re pirsgirêka kurd û hebûna kurdan hat înkarkirin. Piştî Qanûna Bingehîn gav bi gav kurd tasfiye kirin. Dest bi înkar, îmha, sirgûn û qeitilkirina kurdan kirin. Kurdan li dijî vê yekê serî hildan. Raperîna Şêx Seîd (1925), Raperîna Agirî-Zîlan (1930) û Raperîna Dersimê (1937) pêk hat.

Piştî salên 1970’ê bi pêşengiya Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat damezrandin. Ji bo kurdan pêvajoyek nû dest pê kir. Piştî damezrandina PKK’ê û têkoşîna wê şer li Kurdistanê kûr bû û didome. Bi şer re zextên leşkeriyê yên li ser kurdan zêde bû. Bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi milyonan kurdan koç kirin. Her dawî di navbera PKK’ê û dewletê de bi navbeynkariya şandeyan di salên 2013 û 2015’an de hevdîtin hatin destpêkirin û navê “Pêvajoya Çareseriyê” li van hevdîtinan hatin kirin. Pêvajo piştî 24 Tîrmeha 2015’an derbasî şer bû.

Peymana Dolmabahçe îmze kirin 

Di navbera Şandeya Îmrali û dewletê de li Qesra Dolmabahçeyê li ber kamerayan peyman hat îmzekirin. Di şeva 24’ê Tîrmehê de balafirên şer ji Amedê rabûn û herêma Qendîlê bombebaran kirin û pêvajo bi dawî bû.

Nirxandinên Ocalan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandin û analîzên xwe de peymana Lozanê wekî bûyerên herî trajîk a sedsala 20’an pênase kiribû û gotibû:  “Bi peymana Lozanê ne tenê petrola Musul-Kerkukê, di heman demê de  Kurd jî winda kirin. Xwişk û biratiya Kurdan a dîrokî hat windakirin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di paraznameya xwe 5’emîn de wiha dibêje: “Neteweparêziya Anatolyayê bi pêşengiya Mistefa Kemal weke tevgera rizgariyê bi gewde bû. Di vê de para rastiyê heye. Destpêkê isyaneke li dijî hêzên hegemonîk kiribû bingehê xwe. Di vê tevgerê de kurd û cihû bi rola damezrîner radibin. Tevî xwediyên erdan û eşrafên kurd, sermayedar û kadroyên elît ên cihû, bi hêmanên milletperest burokratîk ên tirk re hevgirtin. Xiristiyan li derveyî vê hevgirtinê man û bi giranî bûn hedefa wê. Ev hevgirtin di qonaxa damezrandina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de dibe û di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de pêk tê. Bi Qanûna Reforma Kurd a di 10’ê Adara 1922’an de ev hevgirtin tê xurtkirin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana Komarê re qonaxeke nû dest pê dike. Arîşeya Mûsil û Kerkûkê ya bi Ingilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bigihînin encamê.”

 Ocalan: Kurd û tirk peymana Lozanê nûjen bikin dikarin bi ser bikevin             

Ocalan ku di hevdîtinên berê de jî dem bi dem qala rol û wateya Peymana Lozanê dikir, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi hêza navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an bi kompoyek navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di yek hucreyê de li Grava Îmraliyê di tecrîdê de ye. Ocalan herî dawî destnîşan kir ku eger Kurd û Tirk peymana Lozanê nûjen bikin dikarin di dîrokê de bi ser bikevin. ”

Ocalan di parastina xweya “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de bal dikişîne ser piymana Lozanê û wiha dibêje: Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya Cihû jî nîne. Mirov nikare bi fêhmeke bi vî awayî qîma xwe bîne. Beriya şerê Rizgariyê di salên 1919-23’an de di Tamîma Amasya, belgeyên kongreya Erzirom û Sêwasê û protokola Amasyayê de axa Mîsak-i Milli wekî axa hevpar a gelê Kurd û Tirkan îlan dikin.” 7

Peymana Lozanê bi qasî bombeya atomê bandor dike

Ocalan tîne ziman ku Peymana Lozanê yek ji bûyerên herî trajîk ên deslala 20’an pênase dike û wiha tîne ziman: “Lozan tenê li ser Kurd bandor nake, li ser gelê Ereb, Acem û Tirkan jî bi qasî bombeya atomê bandor dike. Bi peymanê li dijî hebûna Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê îtîrazek mezin derdikevi holê.

Ji ber ku ji rêxistinî û serwextbûna xwe mehrûm bi şêwazekî şexsî beşdarî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn, di pêvajoya şer de, nexasim di hevdîtinên piştî Peymana Lozanê û îlankirina Komarê de bi zelûlî hebûna xwe nîşan dan. Pêşî li Rojhilat bi Peymana Qersê (1921), paşê li Rojava bi Peymana Lozanê yên bi destxistibûn, di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Peymana Mûsil-Kerkûkê bi awayekî stratejîk têkbirin. Dagirkeriya dawî ya Iraqê bi awayekî eşkere nîşan da ku ev têkçûn çiqasî stratejîk e.”

Ocalan, di roportaja ku di 23-25’ê îlona 1989’an de dabû koverekê dîsa bal kişandiye ser peymana Lozanê û wiha dibêje: “Yekîtî, têkiliya kesên dişibin hev û wekhev û bi hevre ye. Wekheviya di qada aborî û politikadeyê de û di mafên neteweyi de bingeha yekîtiyê ye. Ev yekîtiyek bi cewher û rêzdar e. Me got an em ê Sevr’ê derbas bikin û em ê Lozanê jî derbas bikin. Em dê îtîfaqa gelan a demokratîk ava bikin. Ev îtîfaqa azadiya mezin e. Gelê Rojhalat Navîn bi qasî gelê Kurd û Tirk mohtacî vê tifaqê ye.

Ocalan di hevdîtina 24’ê Gulana 2006’an a bi parêzeran de wiha dibêje: “Piştî sala 1923’an di pêvajoya Lozanê de bi mudaxaleya Îngiltereyê ku di sala 1924’an de Tirkiye derbasî netew-dewletê bû, peyvira înkarê da  Tirkan û peyvira îsyanê jî da Kurdan. Pêvajoya inkar, îmha u îsyanê ya di sala 1925’an de bi Komarê gelek tişt da windakirin. Bi vê yekê qeyrana Demokrasiyê li Tirikyeyê bêtir kûr bû û hêj didome.

Tespîta Ocalan

Ocalan, di hevdîtina 4’ê Çileya 2007’an de jî têkildarî peymanê ev tespît kiribûn: “Îro AKP, MHP, CHP û partiyên din ên dişibin wan, bi nijadperestî û yekperesiyê polîtîkayên berê didomînin. Piştî salên 1950’î bandora emperyalizma DYA dikeve meriyetê û hêj didome.

‘Peymana Lozanê nûjen bikin’

Ocalan, herî dawî di 17’ê Adara 2010’an de ji bo çareseriyê di hevdîtnên parêzeran de ji hikûmetê xwestibû ku li dijî talûkeya Sewrê peymana Lozanê nûjen bikin. Kurd û Tirkan di sala 1920’an de îtîfaq ava kirin. îro li ser bingehê demokratîkbûnê dîsa pêdivî bi vê îtîfaqê heye. Em li dijî talûkeya Sevrê peymana Lozanê nûjen bikin.”

Navenda Nûçeyan 