spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi peymanê dixwazin êzidiyan bêwelat bihêlin’

Di 18’ê çileyê de, wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar bi şandeyekê  serdana Bexda-Hewlêrê kiribû. Akar li Bexdayê bi serokwezîr Mustafa Kazimî û serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya; li Hewlerê jî ji aliyê wezîrê pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hatibû pêşwazîkirin. Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê li başûrê Kurdistinê pêşî li gel serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û pişt re jî bi serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Der barê serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar de, hevseroka Desteya Rêveber a Şingalê Rîham Hiço axivî û da zanîn ku tişta DAIŞ’ê nekirî niha Tirkiye dixwaze bike.

Êzidî li ber xwe didin

Rîham Hiço têkildarî berxwedana gelê êzidî ya li hundir û derveyî welêt diyar kir ku bi mehan e gelê Şingalê li dijî lihevkirina Bexda-Hewlerê li ber xwe dide û wiha got: “Ev peyman ji bo qirkirina civaka êzidî hatiye îmzekirin û dixwazin bi vê peymanê êzidiyan bêwelat bihêlin. Îro gelê me ji bo destkeftî û nirxên xwe têdikoşe û li ber xwe dide. Li her derê li dijî peymanê derdikevin, tevî vê jî hikûmeta Iraqê dixwaze vê peymanê bi cih bîne.”

Hiço di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana 9’ê cotmehê û ev tişt anî ziman: “Peymana 9’ê cotmehê ji bo qirkirina civaka êzidî hatiye îmze kirin û dewleta tirk dixwaze vê plana xwe ya qirêj bi Iraqê bide kirin. Em ê weke civaka êzidî heya dawî li ber xwe bidin.”

Hevdîtina Tirkiye û PDK’ê

Hiço bal kişand ser serdana Hûlûsî Akar û da zanîn ku ji ber lawaziya Iraqê welatên derve dikarin gelek tiştan bi Iraqê bidin qebûlkirin û wiha pê de çû: “Em dizanin ev plan ne yên Iraqê ne, bi zextên Tirkiyeyê pêk tên. Li gorî me hevdîtinên di navbera PDK û Tirkiyeyê de, ji bo pêkanîna komkujiyek din a li ser civaka êzidî ye. Dewleta tirk  bi sedan gundên êzidiyan ên li bakurê Kurdistanê bi darê zorê da valakirin. Êzidiyên li wir ji çand û baweriya wan dûr xistin, hebûna êzidiyan li wir tune kirin. Dixwazin li Şingalê jî heman tiştî bikin û gel di komkujiyê re derbas bikin. Tirkiye dixwaze vê plana xwe bi Iraqê bide kirin. Eger êrîşek li ser me pêk were, çawa me di dîrokê de gelek caran li ber xwe daye, em ê careke din li ber xwe bidin. Em rê nadin nirxên me yên pîroz ji dest biçin.”

‘Dê serkeftin a gel be’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dijminatiya dewleta tirk a li hemberî civaka êzidiyan ji dema Osmaniyan heya niha  dewam dike. Êzidiyan tu metirsiyek li ser Trikiyeyê çênekiriye, lê Tirkiye tevî vê jî dixwaze ewlekariya Şingalê têk bibe. Em gelê Şingalê heya dawî em ê li ber xwe bidin û dê serkeftin a gelê me be.”