18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim û wek agir hêsir ji çavên min dihatin xwarê.”

Ev gotin aîdê nivîskara jin a bi navê Harriet Beecher Stowe ku ji bo zarokê xwe nivîsandiye. Stowe bi pirtûka xwe ya bi navê Kulûbeya Apê Tom, di nav civaka xwe de li dijî hovîtiyên li hemberî koleyan fikra serhildanê belav dike.

Harriet Beecher Stowe di 14’ê hezîrana 1811’an de li Amerîkayê tê dinê. Bavê wê keşe ye. Dayika wê hêj ew 5 salî bûye dimire.

Stowe li Hartfordê dest bi perwerdeya xwe dike û wek pîşe jî mamostetiyê hildibijêre. Li Akademiya Hartford a Keçan fêrî zimanê latînî, îtalî û fransizî dibe. Piştî demekê malbata wê koçî Cincinnattiyê dike û li wir di dibistana xwişka xwe de dest bi mamostetiyê dike. Ev der cihek e ku kole lê nînbûn. Li vir çend koleyan nas dike. Derheqê şert û mercên jiyana koleyan a dijmirovî de dibe xwedî agahî. Her wiha Stowe di heman demê de dest bi nivîskariyê jî dike.

Stowe ku nivîskarî her tim di hişê wê de ye çîroka xwe ya yekemîn dişîne pêşbirka bi navê Lot Unde û di pêşbirka çîrokê de dibe yekemîn. Çîroka wê di nîsana 1834’an de li kovarekê tê çapkirin û ev çîroka wê piştî neh salan di 1843’yan de di pirtûka wê ya bi navê Mayflowerê de cih digire.

Li dijî qanûna koleyan dertê

Harriet Beecher Stowe di sala 1836’an de dizewice û di serî de mamosteyî dev ji her tiştî berdide û xwe dide ser xwedîkirina zarokên xwe. Tabî ev rewş heta sala 1850’yî didome. Stowe di sala 1850’yî de piştî anîna zaroka xwe ya 7’emîn ji nû ve dest bi karê xwe yê mamostetiyê dike û ji kovaran re gotaran dinivîse. Dema Stowe dest bi kar dike, qanûneke bi navê Qanûna Koleyên Qaçax dikeve meriyetê. Li gorî vê qanûnê li eyaletên bakur divê welatiyan koleyên ku ji xwediyên xwe rewiyane paşve vegerînin û ger welatiyên ku li gorî vê qanûnê tevnegerin dê bên cezakirin. Stowe û hevjînê wê li gorî vê qanûnê tevnagerin. Heta hevjînê wê Calvin mirovekî reşik ku ji Kentuckyê rewiyayî vedişêre.

Stowe di sala 1851’î de beşa yekemîn a çîroka xwe diqedîne. Çîroka xwe destpêkê ji malbata xwe re dixwîne û piştre jî dişîne rojnameya bi navê National Era ya di dema xwe de navdar e. Karê nivîsan jê pêşniyara dê çîroka wê sê mehan biweşînin dike.

Helwestên erênî û rexne 

Nivîskar Stowe di sala 1852’yan de romana xwe ya bi navê ‘Kulûbeya Apê Tom’ çap dike û di pirtûka xwe de bal dikişîne ser zilm û wehşeta xwediyê koleyan a li başûrê Amerîkayê. Stowe bi vê pirtûka xwe bandorê li ser gelek tevgerên li dijî xwediyên koleyan dike. Harriet Beecher Stowe bi vê pirtûka xwe li bakurê Amerîkayê rastî gelek helwestên erênî tê lê li başûrê Amerîkayê jî rastî gelek bertek û rexneyan tê. Heta firotina pirtûka wê tê qedexekirin.

Dijberên wê îdia dikin ku tiştên di pirtûka xwe de tîne ziman hemû derew in û bi berovajîkirina rastiyan tê sûcdarkirin. Li ser vê yekê pirtûka xwe ya bi ser navê ‘Mifteya Kulûbeya Apê Tom’ ku daxuyaniyên nîşaneyên rastiya berhemê, belge û bûyerên ku berhem xwe dispêre çap dike. Stowe di nav belgeyên ku hatine komkirin de ji îlana firotina koleyan a di 22’yê cotmeha 1852’yan a rojnameya Nashvilleyê de derketiye wek delîl nîşan dide: “Firotin: Keçên ku ji 10 saliya xwe heta 18 saliya xwe baş gihiştine, jineke di temenê 24 salî de û jineke kêrhatî ya 25 salî ya dayika 3 zarokên şêrîn Mûd: Williams Glower.”

Rîwayetên der barê wê de

Der barê Stoweyê de heta 85 saliya gelek efsane hatin gotin. Li gorî rîvayetekê serokdewletê Amerîkayê Abraham Lincoln di civînekê de ji Stoweyê re wiha gotiye: “Yanî ew jina biçûk ku şerê mezin daye destpêkirin tu yî.” Her çiqas rastiya vê gotinê nehatibe piştrastkirin jî rastiyeke teqez heye, ew jî Stowe bi pirtûka xwe ya ‘Kulûbeya Apê Tom’ bi milyonan mirovan li dijî koletiyê xistiye nav seferberiyê.

Parastina dengdayîna jinan

Tevî her tiştî pirtûkên Stoweyê di navbera eyaletên bakur û başûrê Amerîkayê de gelek hatine firotin. Piştî şerê navxweyî ku bi rakirina koletiyê bi dawî dibe, Stowe bi malbata xwe re koçî Floridayê dike. Nivîskar Stowe piştre tev li kesên ku parastina bikaranîna dengdayîna jinan dikin dibe û di kovara Heart and Home de nivîsên divê hemû qadên pîşeyî ji jinan re vebe dinivîse. Li gorî wê divê jin ji her cureyên qebîleyên tên ku xwedê daye wan sûdê werbigirin.

Her wiha ev jina bi nivîsandina romanekê dibe wesîleya tevgerên li dijî xwediyên koleyan û qedexekirina koleyan, di 1’ê tîrmeha 1896’an de li bajarê Hartforda Amerîkayê di 85 saliya xwe de dimire.