24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi qutkirina ava Firatê nexweşiya gurçik û navçûnê zêde dibe

Tirkiyeyê bi mehan e ku ava Çemê Firatê li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê qutkiriye û rewşa şêniyan li gelek bajar û navçeyan her diçe xirabtir dibe. Bandora qutkirina ava Firatê, Çemê Xabûr, Zirgan û her wiha qutkirina ava stasyona Elok li ser tenduristiya şêniyan her diçe dijwartir dibe.

Hemşîreya li nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Hesekê  Rîma Dawê têkildarî kesên ku ji ber avê bi jehriyê dikevin axivî û diyar kir ku nexweşiya navçûn û gurçikan her diçe zêdetir dibe.

Rîma Dawê behsa nexweşiyên ku ev 3 meh in zêdetir pêşwazî dikin û wiha got: “Di nav sê mehên derbasbûyî de nexweşên em pêşwazî dikin bêtir nexweşiya navçûn, jehrîbûn û gurçikin in. Herî kêm rojane em nêzî 70-80 nexweşan pêşwazî dikin. Ne tenê zarok, jin û kesên temenê wan mezin jî bi van nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Lê herî zêde zarok bi navçûn û jehrê dikevin û yên temenê wan mezin jî nexweşiyên gurçikan herî zêde îltîhab, remil û kevir di gurçikên wan de çêdibin.”

Hemşîre Rîma Dawê da zanîn ku sedema nexweşiyan ava ne paqij e û wiha domand: “Ji ber qutkirina ava Firatê û ava stasyona Elok her wiha qutkirina ava çem Xabûr û Zirganê li navçeyê av ji 3 rojan carekî tê lê dema ku ev av jî tê tamekê şor di nav de heye. Ev yek jî dibe sedem ku bi hezaran kes nexweş bikevin. Dewleta tirk avê nade, rojên dide jî dibe sedema nexweşiyên cur be cur. Bi vê yekê re gumana me ji avê heye gelo tiştekî ango dermanekî dixin nava vê avê û didin gel?”

Dawê teqez kir ku qutkirina avê sûcekî şer e û wiha pêde çû: “Divê av li ser navçeyê neyê qutkirin, ji ber navçe bi gelek êrîşan re rû bi rû dimîne. Ger ava paqij bi kar neynin jî wê bibe sedema kûrkirina nexweşiyan. Ev jî sûcekî şer e divê av wekî çekekê neyê bikaranîn. Ji derveyî ku li dijî gel hemû rengê êrîşan dide meşandin, dixwaze gel ji tîna bikuje yan jî bi nexweşiyan re rû bi rû bihêle. Divê ev yek ji aliyê zagonên navdewletî ve neyê qebûlkirin. Em bi derfetên xwe yên pir kêm heya ji me tê em alîkariyê didin nexweşan. Lê ew dermanên pir bi bandor li cem me tune ne, nexweş ji derveyî nexweşxaneyê tînin. Ev yek jî bargiraniyekê çêdike, ji ber rewşa civakê ya madî nebaş e û ew derfet tune ye ku bi pere dermanan bikirin. Dermanên êşan hinekî rawestîne hene lê yên bikaribin êşê bi dawî bikin tune ne.”

Rîma  Dawê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo hovîtî û sûcên dewleta tirk a dagirker li dijî gelê herêmê raweste divê cîhan hemû bi helwest be. Sûcên şer li dijî gel tên kirin, ev yek divê neyê qebûlkirin, ji ber tu sûcê wan di vî şerî de tune ye.”