20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sedan Şengalî meşiyan: Em ê xweseriyê mîsoger bikin

Bi sedan Şengalî, li dijî êrîş, komkujî û planên li dijî herêmê, bi dirûşmeyên, “Bimire xiyanet” û “Şehîd namirin” meşiyan.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) meş organîze kir. Meşê li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê dest pê kir. Di meşa ku zêdetir jin beşdar bûn de, serok û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, endamên Meclisa Eşîran, rûsipiyên herêm jî amade bûn. Di meşê pankartên ‘Em Iraqî ne, em êzidî ne, ji bo mafên xwe têdikoşin’, ‘Bi tola şehîdan wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe’ û wêneyên kesên di êrîşan de hatin kuştin rakirin. Bi sedan kesan bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”,  “Bimire xiyanet”,  “Bijî berxwedana Şengalê” berz kirin.

Meclîsê plan kiribû ku heta Saziya Emil Wetenî bimeşin û meşê bi dawî bikin. Lê girseya gel li vir nesekinî û heta Sukava Kevin Şengalê ya balafirên şer li wesayîta Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen kiribû hedef, meşiya. Girsê piştî meşê cihê Fermandar Seîd Hesen bû hedefa êrîşan daxuyanî da.

Cigîrê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên, daxuyanî da. Hisên, anî ziman ku bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, hemû pêkhateyên wê, sazî û dezgehên wê û gelê wê êrîş û komployên Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin.

Azad Hisên, da zanîn ku di demeke ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li herêma Şengalê bû de, balafirên Tirkiyeyê di 16’yê tebaxê de navenda Şengalê bombebaran kir û wiha got: “Yek ji pêşengên civaka êzidiyan, fermandarê YBŞ’ê û parasvanê wî ku di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê de rolek sere lîstine, şehîd bûn. Tirkiye bi vê yekê re jî sînordar nema û balafirên wan ên şer di 17’yê Tebaxê de gundekî li bakur rojhilatê çiyayê Şengalê bombebaran kirin. Di vê bomberanê de 8 kesên ku di nava wan de endamên tenduristiyê jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîş binpêkirina serweriya xaka Iraqê, mafên mirovan, peymanên navnetewî, pîvanên mirovî ye. Em careke din ji hemû civak û pêkhateyên ku rastî zulmê hatine re dibêjin ku em ê bîr û baweriyên şehîdên xwe ku ji bo xaka xwe canê xwe feda kirine, bicih bînin, soza xwe dubare dikin. Em ê rêveberiya xweser mîsoger bikin û li xweseriyê xwedî derkevin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bidawî bû.