Sunday, September 19, 2021

Bi sedan şêniyên Minbicê meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Firatê û Minbicê li dijî êrîşên Tirkiyeyê xwepêşandan li dar xistin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê, bi tevlêbûna sedan şêniyên herêma Firatê û Minbicê, bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser min temsîl dike”, xwepêşandanek li dar xist. Girseyê ji bo piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser bike û êrîşên Tirkiye yên li dijî herêmê şermezar bike, çalakî li dar xist. Girse ji xaçrêya Sirînê meşiya heta qada nêzî pira Qeraqozaq rawestiya. Girseyê di çalakiyê de dirûşmeyên “Erê, ji jiyana hevbeş re, erê ji projeya neteweya demokratîk re, erê ji yekitiya gelan re” berz kirin. Li qadê xwepêşandan veguherî mitîngê. Di mîtîngê de alîkarê Sekertera Giştî yê Paritya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan axivî û behsa derketina şoreşa Sûriyê ji rêgeha wê kir.