Rojnameya Heftane

Bi şerxwaziyê heta ku derê serfirazî!

Mem Avba

Dewleta tirk hebûna xwe bi şer û êrîşkariyê didomîne. Li hundir şer, li derve şer, bi gel û cêwaziyan re şer, bi cîranên xwe re şer, bi her kesî re şer… Êdî wisa bûye ku li cîhanê, nexasim jî li Rojhilata Navîn li ku derê pevçûn û rageşiyeke biçûk jî derkeve, dewleta tirk tê bîra alemê.

Dewleta tirk ku ji aliyê zilhêzan ve ji bo pêkanîna berjewendî û polîtîkayên pergalê hatî avakirin, vê hêza xwe bêguman ji pergala netewe-dewletê digire. Sedsala borî li ser înkar, çewisandin, bişaftin û qirkirina gel, çand, bawerî û neteweyên vê xakê, bi feraseta yekperestî hat avakirin û îro jî vê rola xwe dilîze.

Ji bo ku ev hişmendiya desthilatdariya tirk jê re guncav e, zilhêz weke leşkerê xwe çi li herêmê, çi jî li cîhanê bi kar tînin, weke çovê tirsê, şûrê Demokles li ser alemê dihejînin!

Di hundir de faşîzm û qirkeriya vê ferasetê gihîştiye wê radeyê ku dijminatiya li dijî kurdan êdî bê hed û hidûd e. Pîvan, rêgez, exlaq tu tiştekî nas nake. Dijminatiya bi armanca qirkirina siyasî, civakî gihîştiye wê astê ku êdî hebûna kurdan bi awayekî bêarî tê gotûbêjkirin! Li Tirkiyeyê ji bilî kurdên azadîxwaz ku ji bo hebûna xwe têdikoşim, hemû alî hatin tasfiyekirin, dîlgirtin, lê kurdan bi berxwedanê xwe parast û bûn hêz.

Siyaseta dewleta tirk a şerxwaz, xwe gihandiye wê astê ku xwefiroşiya xwe li hemberî efendiyên xwe ku hefsarê wê di destê wan de ye, weke qozekê bi kar bîne. Piştî ku li welêt pêvajoya qirkeriyê heta asteke ku bikare di kontrolê de bigire anî, vê carê şerê xwe berbelavî herêmê kir. Destpêkê li ser navê ‘ez li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şer dikim’ êrîşî destkeftiyên Rojava kir. Tişta ku nekarî li Kobaniyê bike, ji Efrînê dest pê kir, heta Serêkanî û Girê Spî berbelavî qadeke fireh kir. Mîna ku henekên xwe li nirxên mirovahiyê bike, ev hovîtiya xwe di bin navê ‘şaxê zeytûnê’ û ‘kaniya aştiyê’ de pêk anî.

Ji bo ku misogeriya hebûna xwe li ser şer û qirkirina gelê kurd dibîne, êrîşên xwe bi Rojava ve jî bi sînor nekir û berê xwe da başûrê Kurdistanê. Ev êrîşên xwe ne tenê herêmên sînorî yên di bin serweriya gerîla de, berbelavî başûrê Kurdistanê, ji wir heta Şengal û seranserî axa Iraqê kirin.

Li aliyê din, li Lîbyayê şer derxist û bi çeteyên ku li dora xwe kom kiriye, xwest Lîbyayê bixe bin serweriya xwe. Bi wê re jî sînordar nema, li herêma deryaya Spî xwest ber bi Ewropayê ve vebe, lê belê Ewropayê bi pêşengiya Fransayê pêşî lê girt. Di vê siyaseta xwe de jî bi ser neket û neçar ma bêyî tiştekî bi dest bixe paşde vegeriya.

Ji bo ku di siyaseta xwe ya dagirkeriyê de ya li Sûriye, Lîbya û bi giştî li herêmê têk çû, berê xwe da hundir û xwest têkçûna xwe dîsa bi êrîşkariya li dijî kurdan ser binixumîne.

Li aliyekî li welêt êrîşî destkeftiyên gelê kurd kir, li aliyê din ji bo ku înîsiyatîfa xwe ya li herêmê ji dest nede, di qada lîstokê de bimîne, civaka xwe û raya giştî ya cîhanê bixapîne, dest bi şerekî nû kir: Şerê Azarbeycan-Ermenistanê! Ango bi terora li dijî HDP’ê bersiv da pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’. Bi şerê Ermenistan-Azarbeycanê jî hewl da di qada lîstokê de bimîne.

Baş e gelo bi rastî jî hêzeke navdewletî nîne ku vê bêperwatî û hovîtiyê bide sekinandin? Mixabin na! Çimkî çavkaniya vê hovîtiyê ev pergal bixwe ye. Feraseta modernîteyê çawa ku di serdema navîn de li arenayê gladyator didan şerkirin û weke filmekê lê temaşe dikirin, niha jî xwedî heman hişmendiyê ne û di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dewleta tirk gladyatorê pergalê ye…

Gelê kurd heta niha tu destkeftî bi hêsanî bi dest nexistine. Heke di vê pêvajoya ku kurd bi giştî di dorpêça qirkirinê de ne, nikaribin di asta neteweyî de yekitî û aştiya xwe pêk bînin; di asta navneteweyî de hebûn û statuya xwe misoger bikin, dê çerxên pergala qirkirinê bileztir bizivirin!

Li hemberî van êrîşan lawaziya kurdan, parçebûna wan e.  Çawa ku êrîş bê cudatî topyekûn bin, divê kurd jî wisa yekrêz û yekpare bin ku bikaribin vê pêvajoyê bi serfiraziyê tacîdar bikin û pergala qirkirinê têk bibin.