20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi şewata daristanê ne jiyanek cîhanek tune dibe

Di vê demsala havînê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daristan şewitîn. Li gorî daneyan nêzî 175 hezar donim daristan şewitîn. Ji destpêka biharê heta niha li bajarên Colemêrg, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Amed, Çewlîg, Mêrdîn û Dêrsimê yên Kurdistanê bê navber daristan şewitîn. Dîsa li bajarê Antalya, Mugla û Aydin ên Tirkiyeyê jî gelek daristan şewitîn. Lê balkêş e dema agir bi daristanên bajarê Tirkiyeyê ket rayedarên dewletê hemû derfetên xwe seferber kirin. Lê dema daristanên bajarê Kurdistanê şewitîn, li şûna rayedar biçin vemirînin, dijberî wê bûne asteng. Leşkeran li pêş welatiyan astengî derxistin û destûr nedan ku welatî şewatên daristanan vemirînin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşker agir bi daristanê dixin û destûr nadin ku welatî biçin şewatê vemirînin.

Şewata daristanan 8 qat zêde bû

Têkildarî şewata daristanan Hevserokê Giştî yê TARIM ORKAM-SEN’ê Ahmet Keleş ji rojnameya Xwebûnê re axivî û diyar kir ku bi şewata daristanan tenê dar û daristan naşewitin, her wiha bi daristanê re cîhanek jî dişewite. Keleş anî ziman ku li gorî ajansên Ewropayê îsal li Tirkiyeyê 175 hezar donim daristan şewitîn û wiha got: “Dema em li gorî daneyan dinêrin li Kurdistanê jî nêzî 30-40 hezar donim daristan hatiye şewitandin.  Îsal li gorî her sal li gelek welatên cîhanê daristan şewitîn. Çima? Îsal ji ber hişkesalî zêde bû û dar û ber zuha man, hişk bûn. Ji ber qirş û qal zuha bûn agir zû bi dar û beran ket û zû belav bû. Li gorî salên navbera 2008 û 2020’î îsal şewitandina daristanan 8 qat zêdetir bûye. Sedema vê yekê jî polîtîkayên qirêj ên li ser erd û daristanê ye. Polîtîkayên HES, RES û xebatên binerdê dibin sedem ku nezla ava erdê dakeve û bine erdê zuha bibe. Dema nezla avê dadikeve qirş û qal û giha zû zuha dibin û hişk dibin. Îsal ji ber vê yekê hem li cîhanê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê daristan pir şewitîn û hatin şewitandin.”

Polîtîkayên pir berfireh li ser xwezayê pêş dixin

Serokê TARIM ORKAM-SEN’ê Keleş, pirsa “Kê ev daristan şewitandin?” pirsî û wiha axivî: “Kesên dixwazin li ser vî erdî xwe zengîn bikin, bi şewata daristanan çavkaniyên zengîniyê bi dest bixin, avahî û înşaetan çedikin, xanî û otelan çêdikin. Ji bo mirov li vir nejîn, sewalan xwedî nekin dişewitînin. Cihê ku daristan lê dişewite jiyan jî namîne. Polîtîkayeke pir kûr û fireh li ser xweza û daristanê tê meşandin. Ji ber van polîtîkayan êdî jiyan pir zehmet e. Lê Ewropayê êdî ev yeka dît. Ji ber vê yekê 10-15 salên dawî betir li daristanan miqate dibin û diparêz in.”

Cîhanek tune dibe

Keleş bi bîr xist ku ji bo daristanek bibe daristan divê 70 sal derbas bibin û wiha lê zêde kir: “Cihê daristan lê hebe jiyaneke kûr û bikok heye. Tu çi bixwazî heye. Têkiliya dar, sewal, ax û av hemûyan bi hev ve girêdayî ne. Divê mirov şewitandina daristanê tenê bi çend daran û sewalan ve bi sînor neke. Li wir jiyanek û cîhanek tune dibe. Ekolojiyek tune dibe. Ji ber vê yekê em dibêjin ekoloji jiyana demokratîk û mejiyê jiyana nû ye.”

Çima dereng mudaxale dikin

Keleş li ser mudaxaleya rayedaran û helwesta saziyen demokratîk û ekolojîk jî rawestiya û wiha axivî: “Piştî saziyên demokratîk û ekolojîk daxuyanî dan û dengê xwe bilind kirin, rayedaran mudaxale kirin. Çima mudaxale nekirin? Ji ber ku dema daristan tê şewitandin qadek nû tê vekirin. Bi biryarnameya Serokomar qanûna Ek-16 derxistin û li gorî vê yekê cihê ku daristan lê bişewite dikarin înşaet û otelan lê çekin. Mirov dikare bêje bandora COVID-19 jî bû sedem ku dereng mudaxale bikin. Li Kurdistanê çima dereng mudaxale kirin? Her çend em dibêjin şerek heye jî, ew dibêjin na şer tune ye. Lê dema daristan têne şewitandin û xebatkarên vî karî dikin dixwazin biçin daristanê vemirînin, pêşiya wan tê girtin. Dema pêşiya xebatkarên parazvanên daristanê tê girtin ev tê çi wateyê? Tê wateya ‘Li vir şer heye divê tu neyê vir’. Tê wateya ku li wir şer heye. Li ser wî şerî wê qadê dişewitînin. Em dibînin ku li ser çiyayê bilind qereqol çêkirine. Li ser van qereqolan kamerayên termal bi cih kirine. Dema li nava daristanê zindiyek, sewalek û ruhek tev digere, ew kamera termal wê dibine. Fîşekên ronahiyê davêjin daristanê. Ew fîşek dema li kevireki ango tahtekî dikevin û dipengizin agir ji ber wan diçe. Dîsa li gorî wan çiqas zêde daristan bê şewitandin tê wateya ku ‘Em ê bêhtir karibin xwe biparêzin.‘ Li gorî wan daristan şewitî jî bila bişewite. Dibêjin mirovên wir ji wir derketin jî bila derkevin. Ji bo Kurdistanê tişta herî xerab e. Di çarçoveya konsepta “Ewlehiyê” de dikarin her tiştî bikin. Ev şewitandina daristanan û destûrnedayîna mudaxaleya şewitandina daristanan jî bi vê konseptê ve girêdayî ye.”

Balafirên şer qadên daristanê bombe dikin û agir bi daristanê dikeve

Hevserokê TARIM ORKAM-SEN’ê Keleş çavdêriyên xwe yên li Dêrsimê jî parve kir û wiha pê de çû: “Em çûn Dêrsim û Amedê. Me dît û bi lêkolînê raporek amade kir. Me di raporê de jî anî ziman. Bi piranî şewitandina daristanên li Kurdistanê di çarçoveya konsepta ewlehiyê ya ‘Xwe diparêzin’ de pêk tê. Dîsa li wir şer derdikeve. Dema şer derdikeve balafirên şer wê qadê bombe dikin. Her derê dişewitînin.  Ji ber îsal hişkesalî jî heye li gorî salên din zûtir agir bi daristanê dikeve.”

Xweza êdî refleksên xurt nîşanî talankirinê dide

Keleş, li ser bertekên ekolojî û ekosîstemê ya li dijî mirovan jî rawestiya û ev agahî lê zêde kir: “Em derdikevin dibêjin ekosîstem xera bûye, ekosîstem nemaye. Di vîrûsa belav bûye de jî xuya dike ku me ekosîstem xera kiriye.  Şewitandina daristanan nişan dide qirkirin û talankirina ekosîstemê derketiye kîjan astê.  Xweza ji me re dibêje ‘Bêtir li min baldar bin û min biparêzin. Hûn ne baldar bin ez ê jî bersiva xwe bidim’. Me ev yek li navçeya Elbak a Wanê û Sînopê dît. Lehî rabû. Xerakirina ekosîstemê refleksa erdê û ekosîstemê pêş dixe. Xweza û ekosistem êdî bi refleksên xurt bersîvê dide talankirin û wêrankirinê.”

Keleş, li ser xebatên TARIM ORKAM-SEN’ê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Me bi karker û xebatkarên ku li qadan daristanê diparêzin û agir vedimirînin re ji sedî sed têkilî danî. Me bi rêya saziya xwe TARIM ORKAM SEN’ê xwe gîhand gelek karkeran û ji wan re çi lazim e me tespît kir. Me lepikên ku nayên şewitandin, amûr û tulûmên ku nayên şewitandin gihand karkeran. Ji ber ku ew mirov 9-10 rojan li qadê dimînin. Ji bo daristanê vemirînin xebatê dikin. Ji bo ew mirov karên xwe baştir bimeşînin me jî xwe gîhand karkeran û pêdiviyên wan temin kir. Li hin cihan mudaxale nedihat kirin û li hin cihan dereng mudaxele dihat kirin. Ji bo ku astengî bi dawî bibin û zû mudaxale bikin me daxuyanî da çapemeniyê. Em bi ekolojîst û saziyên eleqeder re ketin dan û standinê û ev yek ket mijara Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê çiqas li ser çapemeniyê sansur heye, li ser ekolojiyê jî sansur heye. Em çiqas li ser ekolojiye daxuyaniyê didin. Em çiqas li ser ekolojiyê nivîs û gotaran dinivîsin. Bêguman çapemeniya ku vê yekê dibîne û dixwaze bê dîtin ji heye. Lê li Tirkiyeyê li gelek cihan ji bo ev talankirin û wêrankirina baştir bê xwendin û dîtin em nivîsan ji gelek cihan re dişînin. Lê rasterast van nivîsên me naxwînin û çap nakin. Nadin xwendin.”

Em hafizayakê ava dikin

Keleş xwest piştî qada daristana şewitî welatî destûrê nedin avakirina înşaat, kanên madene, HES, RES û JES’an û wiha got: “Dema ku înşaetên JES, RES û HES’ê neyên avakirin, daristan dîsa xwe nû dikin. Em diçin li wan qadan wêneyan dikişînin û em li ser wan wêneyan hafizayakê çêdikin. Em wan wêne û agahiyan li ser çapemeniyê parve dikin û em dixwazin pêşiya vê talankirin û wêrankirina xwezayê bigirin.”

Keleş, polîtîkayên pergala kapîtalîst rexne kir û wiha got: “Ji roja ku pergala kapîtalist ava bûye însanan xwe xwediyê her tiştî dîtiye. Hertim daristan dişewitin û tên talan kirin. Li aliyekî ji bo mirov xwe germ bike daran dişewitîne. Li aliyekî ji bo mirov pere qezenc bike daristanan dibirin. Her ku kapîtalîzm û endustrîyalîzm pêş ket, pêtir daristan lazim bû. Îro li ser axa Mezopotamya bi qasî 10 qatên hejmara mirovan daristan hatiye qetilkirin. Dema daristan tê qetilkirin ekosîstemek pir mezin tê qetilkirin. Jiyaneke berfireh tê qetilkirin.”

Biryarnameya Serkkomar pêşî li şewata daristanê vekir

Keleş, biryarnameya Serokkomariyê jî rexne kir û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê piştî biryarnameya Serokkomar derket, êdî pêşiya şewitandin û talankirina daristanê vekir. Li gorî Qanûna Bingehîn ya berê li cihekî ji sedî 60-70 daristan bê şewitandin, divê li wir avahî neyê avakirin. Lê piştî maddeya 16’an a biryarnameya Serokomar derket û şûnde pêşiya talankirin û wêrankirina xwezayê vekir.

Her qeleqolek jî bi qasî kana madene jiyanê dikuje

Dema di salên dawî de em li qadên şewata daristanê dinerin, li wan cihan an kanên madenê an jî qeleqol hatine avakirin. Her qeleqolek jî bi qasî kanên madene jiyanê dikuje. Jiyana wir dixe bin kontrola xwe.”

Keleş, li ber bertekên xwezayê yên li dijî talankirinê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Li Elbaka Wanê û li Sînopê lehî rabû. Em wakî saziya çandiniyê xebatekê dikin. Ji bo têkiliya mirov û xwezayê em xurt bikin em xebatan dikin. Em li ser rol û rista ekolojiyê bi cotkar û rençberan re  diaxivin. Gelek şaredariyên HDP’yê li ser vê yekê karek dan ser mile xwe. Polîtikaya çandiniyê xurt bû. Ji niha û şûnde mirov dikare çi bike. Divê berî her tiştî em di mejiyê xwe de bifikirin ku xweza tune be, jiyan jî tune ye. Divê em hemû nerîna xwe li ser vê yekê pêş bixin. Me Koma Polîtikaya Çandinieyê ava kiriye. Em bi komê dixwazin li ser polîtikayên çandiniyê, daristan û ekolojiyê mejiyê xwe û feraseta heyî biguherînin. Li ser guhertina hişmendî û politikaya heyî em xebatê dikin.”