spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi şewbê ketime

Ji sernavê nivîsê ne tirsin ji ber ku ez ne bi şewbê ketime, tenê ev sernavê pêkeniyeke kevne. Xwedê mirov bistirîne welehî van rojan mirov nikare bikuxe, jixwe pişandin dibe ku bibe sedema panîkeke mezin ji derdorê re. Lê divê mirov gazinan jî neke bêlome be.

Werhasilî em vegerin ser çîroka xalê Biro a xwarina kebabên xweş. Carekê mirovek dikeve rêyeke dirêj. Di rê de birçî dibe û dixwaze li xwaringeheke li ser rêyê zikê xwe têr bike. Mêrik berê bihîstiye ku di rê de dema dît tir û kamyonên bar li cihekî rawestiyabin, ew tê wê wateyê ku xwarina wê derê xweş e. Di rê de çavê wî li xwaringehekê ket ku gelek kamyon li ber rawestiyane. Biro di dilê xwe  de got, ji vir çêtir cihekî din nîne. Biro wesayîta xwe rawestand û derbasî hundir bû, li ser maseyekê rûnişt. Biro ji xwe re kebab xwest û di cih de servîsa wî amade bû. Biro beriya ku goşt tam bike dît ku li kêleka wî dengê mirovekî û xwediyê xwaringehê zêde bû. Mêrik ji garson re dibêje bêhneke nexweş ji xwarina te tê. Garson heta jê hat sîleyek li bin guhê mêrik da û jê re got; ‘Ez qebûl nakim ku tu ji xwarina min xeber bidî.’

Garson paşê jî berê xwe da maseyeke din û jê pirsî ka tu bêje bêhneke nexweş ji goştê min tê yan na. Mêrik ji tirsan re got, na abê bêhneke gelekî xweş jê tê, wek bêhna qeliyê ye. Garson sîleyek li wî jî da û jê re got: ‘Ez ji derew û şelafiyan hez nakim.’

Ji nişkan ve garson hat ser serê Biro, sekinî û jê pirsî: ‘Bira ka tu bêje kebabên min çawa ne, tu bêhneke nexweş ji wan tê yan na?’ Tifa Biro di qirika wî de ziwa bû û newêrîya bibêje ne erê ne jî na. Ji nişkan ve ev hat bîra Biro û wiha bersiva xwe da: ‘Welehî bira ez bi şewbê me bêhnan nakim ji kerema xwe dûrî min here malûm van rojan şewb talûke ye.’

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê