19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi stranekê xwe bi kurdan da nasîn

Di civaka kurd de dengbêjî di heman demê de vegotina dîrok, bûyer û serpêhatiyan e. Lê di nav dengbêjên kurd de hin ji wan hene ku bi sewt û awazên xwe giyan dane kilaman. Yek ji wan dengbêjan jî Fatma Îsa ye ku bi sewta xwe ya zîz, bi tîpên zêrîn navê xwe li rûpelên çand, huner û folklora kurdî nivîsî ye. Jina navdar, dengbêja kurd, Fatma Îsa di sala 1934’an de li gundê Erezegin ê Ezerbaycanê ji dayik dibe. Ji eşîra Brukiyan e. Piştî ji dayikbûnê bi 3 salan, malbata wê ligel kurdên welatparwer têne mişextkirin. Malbata Îsa li gundê Hamzalî yê Êrîvana Ermenistanê bi cih dibe. Sedema wê nayê zanîn lê dengbêja navdar Fatma Îsa dibistan nexwendiye. Dema ku dikeve 14 saliya xwe tê zewicandin. Fatma Îsa ji biçûkatiya xwe xwedî deng û sewteke xweş bûye. Li zozanên Êrîvanê jiyaneke kurdewarî jiya ye. Li dora wê dengbêj hebûn û wê jî hez dikir ku mîna dengbêjan kilaman bistrê. Lê wê demê li gorî baweriyên dînî kurdên sunî stranbêjiya jinan nedipejirandin. Ji ber vê sedemê jî Fatma Îsa kilam û stranên xwe di dîwanê jinan de, li cem jinan distriya.
Bi qasî ku tê zanîn di sala 1965’an de dema Xelîlê Çaçan yek ji berpirsyarê û pêşkêşvanê Radyoya Êrîvanê bû hin kesan wezîfedar dike ji bo ku dengên nû yên jinên kurd ên sunî bibîne lêkolînê dike. Di sala 1972’yan de Fatma Îsa bi piştgiriya birayê xwe bi xebatkarên radyoyê re diaxife. Fatma Îsa wê demê vê tiştê tîne ziman: “Jinên ku wê demê di Radyoya Êrîvanê de stran digotin kurdên êzidî bûn. Lê, ji bo ku dengê jinên kurdên sunî jî bê naskirin lêkolînek darxistin. Ji ber vê yekê hatin gundê me jî. Birayê min ji xebatkarên radyoyê re pêşniyar kiribû ku bila min jî guhdar bikin. Min çend stranên klasîk got. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê.”

Di Radyoya Êrîvanê de tenê 5 klamên ku Fatma Îsa distirê têne tomarkirin. Sedema vê yekê jî nayê zanîn. Li radyoyê, dengê Fatma Îsa ji berpirsiyarê radyoyê Xelîl Muradov re pir xweş tê. Fatma Îsa li Radyoa Êrîvanê kilamên ‘De Miho’, ‘Here dînê’, ‘Şêro dîno lewendo’, ‘Lo Lo Gede’ û ‘Emer Axa’ distrê û van stranan tên qeyd kirin. Di dema qeydan de Egîdê Cimo yê ku wekî mîrê bilûrê tê nasîn jî cih digre. Fatma Îsa herî zêde bi kilama ‘Miho’ tê nasîn. Tê gotin ku kilama ‘Miho’ jî ji xesûya xwe fêr bûye. Heta îro jî tu kesî/ê nikariye weke Fatma Îsa klama ‘Miho’ bistirê. Çîroka evînê ya Miho û Têliya Rihanê ku ew bûye kilameke navdar û derdora salên 1910’an de li herêma Makûyê qewimiye.

Fatma Îsa bi yek carê di Radyoya Êrîvanê de distrê û careke din nastrê. Lê ev car têra wê dike ku ji aliyê hemû kurdan ve bê nasîn. Piştî ku Sovyet belav bû Ermenistanê ji wê derê 50 hezar kes sirgûn kirin û Fatma Îsa jî yek ji wan bû. Fatma Îsa ku tevî malbata xwe bi sirgûnî hatibû herêma Krasnodarê di nav gel de xwedî ciheke bi hurmet bû. Lê di 15’ê çileya 2010’an de li sirgûniyê çavên xwe li jiyanê girt û çû ser dilovaniya Xwedê. Kengî Fatma Îsa bê gotin li ber çavan kofiya serê wê, fîstanê wê yê dirêj û girêdana wê ya kurdewarî ku jê re dibêjin ‘timtêl’ tê berçavan.