23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi xêr hatî sala nû

Di sala 2019’an de bûyerên girîng li rûpelên dîrokê qeyd bûn û em ketin sala nû. Sala nû li hemû mirovahiyê re pîroz be! Îsal li bakur, rojava, başûr û li rojhilatê Kurdistanê gelek bûyerên girîng pêk hatin. Li her parçeyeke Kurdistanê mijarên cuda derketin pêş…

Li çar parçeyan bûyerên girîng ên sala 2019’an

Di sala 2019’an de li bakur, rojava, başûr û li rojhilatê Kurdistanê gelek bûyerên girîng pêk hatin. Li her parçeyeke Kurdistanê mijarên cuda derketin pêş.

Li Bakur grevên birçîbûnê, li Rojava êrîşên li hemberî sivîlan, li Başûr jî têkoşîna gel a li dijî desthilatê û li Rojhilat jî xwepêşandanên girseyî mohra xwe li salê xistin. Lê bi awayekî hevpar yekitiya neteweyî bû mijara her çar parçeyên Kurdistanê.

Li Bakur tecrîd û qeyûm

Li Bakur jî mijarên herî sereke tecrîd û qeyûm bûn.

3 Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê kanûnê de li girtîgehan grev hat destpêkirin. Di 1’ê adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû. Piştî demek çalakî gihaşt asta herî jor û 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kir. Li Hewlêr, Strasburg, Galler, Mexmûr û Torontoyê jî bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya 22’yê gulanê grev û rojiyên mirinê hatin bidawîkirin.

3 Di hilbijartina 31’ê adarê ya rêveberiyên herêmî de tevî hemû astengiyan li 71 cihan HDP bi ser ket. Piştre jî bi hinceta KHK’î ne mazbatayên 6 hevşaredaran nehat dayîn û li şûna wan namzetê AKP’ê wekî şaredar hatin tayînkirin. Gelek şaredarî jî bi destê YSK’ê hatin xespkirin. Di 19’ê tebaxê de ewil qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Piştre gav bi gav qeyûm tayînî ser gelek şaredariyên din kirin. Heta niha bi giştî qeyûm tayînî 32 şaredariyan kirin û 22 hevşaredar hatin girtin.

3 Li gorî daneyên Platfroma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 11 mehên ewil ên salê de herî kêm 430 jin hatin qetilkirin.

3 Li gor dane û raporên sendîka û meclisên karkeran ên hatine amadekirin, di 11 mehên îsal de hezar û 606 karker bûn qurbaniyên kar.

3 Bi beşdarî û piştgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nerînên cuda li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û komxebateka berfirehtir hat girtin.

Li Başûr raperîna Şeladizê

Vê salê li Başûr gelek bûyerên girîng rûdan. Bûyerên girîng ên li Başûr qewimîn wiha dikarin werin rêzkirin:

3 Li navçeya Şêladizê li dijî baregehên tirk ên leşkerî berxwedana gel pêk hat. Di encama berxwedanê de 4 welatî hatin qetilkirin.

3 Piştî referandûm negihişt armanca xwe Mesûd Barzanî dev ji erka serokatiya herêma Kurdistanê berda. Di 8’ê gulanê de bi dengê 89 parlamenteran zagona çalakirina serokatiya herêma Kurdistanê hate pejirandin.

3 Di 17’ê tîrmehê de li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî bûyerê Wargeha Mexmûrê hat dorpêçkirin û hatin û çûyîn hat qedekirin.

Li Rojava êrîş dewam dikin

Li Rojava jî geşedanên polîtîk û leşkerî yên ku mohra xwe li salê dan wiha ne:

3 Li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî êrîşek dewleta tirk pêk hat. Di encama van êrîşan de 478 sivîl jiyana xwe ji dest dan, hezar û 70 sivîl birîndar bûn û zêdetirî 300 hezar sivîl ji gund û bajarên xwe derketin û koçber bûn.

3 Sekretera Giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef tevî 8 hevalên xwe bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

3 Di encama bomberana balafirên artêşa tirk a li hemberî Til Rifetê ya kantona Şehbayê de, di nav de 8 zarok bi tevahî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li Rojhilat xwepêşandan

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê îsal krîza aborî, xwepêşandanên karkeran, lehî, kuştina kolberan, girtin û binçavkirina aktivîstan bûyerên herî sereke yên salê bûn.

3 Di serê salê de li rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê yên li ser aktîvîstan berdewam kirin. Di nav hefteyekê de li bajarên Sine, Kamêran û Bane yê ser bi Sine yên rojhilatê Kurdistanê 12 aktîvîstên siyasî û jîngehparêz hatin girtin.

3 Di 5’ê çileyê de erdhejek navenda wê li bajarê Gêlan ê ser bi parêzgaha Kirmaşanê bû pêk hat. Li piraniya bajarên rojhilatê û başûrê Kurdistanê erdhej hate hîskirin. Li gor bîlançoya ku Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê di encama erdehejê de zêdetir ji 100 kesan birîndar bûn û ziyanek zêde ya madî bi xwe re anî.

3 Bi destpêkirina biharê re li bajarên rojhilatê Kurdistanê lehiyek rabû û di encamê de zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji destdan û 768 kes jî birîndarbûn. Her wiha ziyanek mezin a madî jî bi xwe re anî.

3 Li dijî bihabûna benzînê di 15’ê mijdarê de li bajarên Îranê û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hat destpêkirin. Xetên înternetê hatin qutkirin, di êrîşan  de bi sedan xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê