spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi xêzan dengê xwe bilind dike

Li paytexta Kabîlê ya Afgansitanê li navçeya bi navê Dashte-Barchiyê di 8’ê Gulanê  de  li ber dibistana Seyyed El-Şuhada ya xwendekarên keç êrîşek bombeyî pêk hatibû.Di êrîşê de piraniya wan zarok 68 kesî jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûbûn. Bandora vê êrîşê hê jî li welat berdewam dike. Êrîşkarên vê bûyerê hê jî nehatine dîtin û hê kesî jî ne girtiye ser xwe.

Li gelek deverên cîhanê gelek rêxistin û saziyên jinan li hember vê qirkirinê derketin qadan û dengê xwe bilindkirin. Jina bi navê Tahereh Amini ya ku wênesazeke afganî ye, bi xêzên xwe li dijî vê qirkirinê sekinî.

Têkildarî xêzên xwe de Tahereh Amini diyar kir ku gelek di bin bandora kuştina van zarokan de maye û wiha got: “Ew hişmendiya ku bi taybetî tê li ber dibistanên ku zarokên keç diçinê de qirkinê dikin û  bi vê yekê jî peyamekî didin jinên afgan. Bi vî awayî jinan ji her biyavê jiyanê dûr dixin. Jixwe mirovên ku bi qasî serê derziyê jî wijdana wan hebe dê li dijî vê hişmendiyê derkeve û dengê xwe bilind bike. Em hê jî bi hesreta rojeke ku em rihet li derve bigerin de ne. Ez jî bi van xêzên xwe deng xwe bililnd dikim.”

Tahereh Amini bilêv kir ku jin dixwazin li cihek bi ewle bijîn û ev tişt anî ziman: “Ew kesên êrîş dikin dixwazin li gor dilê xwe jinan bi rê ve bibin û vê hilşmendiya xwe li vî welatî belav bikin. Hewce ye em jin tev li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Ger jin tev bi hev re dengê xwe bilind bikin dê ev yek hemû jinên afgan bîne gel hev. Min jî bi wêneyên xwe xwest vê yekê di hafizeya her kesî de bihêlim.”KABÎL