20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa 100 salî ye

Bi xortekî 70 salî re

Îsal sedsaliya Musa Anter e. Heke ne ji belaya vîrusa coronayê bûya wê li hin bajarên welêt sedsaliya Musa Anter bi şahî bihata pîrozkirin. Lê ji bo em rewşenbîrê xwe yê şareza ku di sala 1992an de bû hedefa guleyên hovan bi bîr bînin, em vê hevpeyvîna berî bi 30 salî diweşînin. Nivîskar Firat Cewerî piştî deh salên sirgûnê cara pêşî seriyekî vegeriyabû cih û warê xwe û hingî ev sohbet bi Musa Anter re kiribû. Bi riya vê sohbeta taybet, mirov hin aliyên Musa Anter ên taybet jî nas dike.

Kerem bikin:

 Cara pêşî, di sala 1978an de ez bi çend hevalên xwe re çûbûm Stilîlê, mala Mûsa Anter. Ji wê çaxê de vî camêrî bala min kişandibû. Lixwekirina wî, rabûn û rûniştina wî, tevgera wî, nefspiçûkahiya wî, hizir û ramanên vî ronakbîrê nûjen tesîreke pir erênî li ser min hiştibû. Wî hingî ji me re behsa astronomiyê, felsefê, medeniyeta girêkiyan, dînê Zerdeşt û dîroka mirovatiyê kiribû. Lê romantîkbûna wî jî ji ber çavan nereviyabû. Estetîka baxçê wî, dar û gulên wî yên têvel, cihokên di hewşê de çêkirî û tijî masiyên cûrbecûr, Mûsa Anter bi sed salî ji gundiyan bi dûr dixist. Lê digel wê zanebûn û nûjenbûna xwe jî, Mûsa Anter tu carî xwe ji gundî û mirovên xwe bi dûr nedixist; kul û derdê wan, êş û jana wan, kêf û şahiya wan bi xwe re par ve dikir. Bi sed salî di pêşiya wan de bû, lê mil di mil de, bi wan re dimeşiya.

Min Mûsa Anter piştî serîhildana Nisêbînê, di nehê tîrmeha 1990î de dîsan dît. Di ser re tam donzdeh sal buhurî bûn. Salên wî gihiştibû heftêyî. Min di serê xwe de Mûsa Anterekî kal, ku nikane bimeşe, nexweş, bi êş û elem û xurifî çêdikir. Lê ne wilo bû. Ew bi her awayî wek xortekî bû, xortekî 70 salî…

Bi baweriya ku wê jiyana vî xortê 70 salî ji bo hevwelatiyên min balkêş be, min xwe negirt û jê pirsî:

Çi bigire îro navê Mûsa Anter ji aliyê hemû kurdan ve tê zanîn, nemaze ji aliyê kurdên Tirkiyê ve… Hin kes wî wek nivîskarekî, hin kes jî wî wek siyasetvanekî dizanin. Gelo tu bi xwe wî çawan didî naskirin?

– Ez dikarim bibêjim ku ez nivîskarekî siyasî me. Heta ji min hatiye jî, min xwestiye ez siyasetê bi awayekî mîzahî bikim. Ji ber ku heta niha me firsenda em bikaribin fikir û ramanên xwe eşkere û vekirî bibêjin, nedîtiye, min ji xwe re riya mîzahê neqandiye. Nivîskarê Hindî jî wilo kiriye. La Fontaine jî di dema xwe de siyaseta Fransayê bi heywanan, yanî bi fabel îzah kiriye. Mirovên min, der û dora min kurd in; dinya min Kurdistan e. Kurdistan jî perîşan e. Ez bawer im ger ez ne kurd bûma jî, min ê dîsa li ser kurdan binivîsanda.

Ji bilî xebatên te yên siyasî, ez te bi Qimil, Birîna Reş û ferhenga te nas dikim. Ji bo çi te hewcedariya nivîsandina van pirtûkan dît? Kê tu ajotî ser vî karî?

– Yê min ez ne sîlahşor bûm. Tu ordiyên min jî tunebûn. Ji ber ku min neheqî qebûl nedikir min hewcedariya nivîsandina van pirtûkan dît. Şaîrekî arnawid heye, dibêje: Mirov di bin lingan de be jî, divê mirov bibêje wilo ye, xebara min e. Gerçî ez jar bûm, ez yekî bi tenê bûm. Eyb e ez bibêjim, lê ez dikarim bibêjim ku piştî Cumhûriyetê min dest pê kiriye. Ez ne poşman im. Hin bi hin hevalên min li min gîhan û niha yên ku ez derbas kirime jî hene. Mirov her dixwaze ku lawê mirov ji mirov çêtir be. Niha ez dibînim xortên kurdan dest avêtine vî karî, pir kêfa min tê. Di dema me de xortên xwende kêm bûn, çi bigire tunebûn. Li Nisêbînê kesên ku biçûna dibistana navîn û lîseyê tunebûn, ez bi tenê bûm.

Vêca fêda min ya herî mezin ew bû, ku pir ji malbata me, mala apê min ew, hemû li binxetê bûn. Havînan gava ez ji mektebê dihatim, ez diçûm Sûriyê. Li wir Hawar derdiket, Ronahî derdiket, ez di bin tesîra van kovar û nivîskarên wan, wek Celadet Bedir-Xan, Kamûran Bedir-Xan, Cegerxwîn, Qedrî Can û Osman Sebrî de mam. Tu ya rastî bixwazî, meraqa min jî ji nivîsandinê re pir hebû, ji ber vê yekê min dest pê kir û min xwest ez wê valahiya ku heye dagirim.

Wek tê zanîn tu wek nivîskarekî aktîf di pir kovar û rojnameyan de xebitîyî. Tu dikarî ji kerema xwe re bi kurtî behsa wan kovar û rojnameyan bikî?

– Jiyana min ya weşanê, di sala 1948an de, li Stenbolê dest pê kir. Hingî me »Dicle« derdixist. Piştî ew hat girtin, me di sala 1950 de kovareke bi navê »Şark Mecmuası« derxist. Piştî hatina qaşo demokrasiyê, ez vegeriyam welêt. Li welêt ez dîsan nesekinîm, me li Diyarbekirê »Şark Postası« derxist. Piştî wê bi çend salekî ez ji bo eskeriyê dîsan çûm Stenbolê. Bi dû xelaskirina eskeriya xwe re gava ez vegeriyam welêt, îcar me di sala 1958an de »İleri Yurt«  derxist. Piştî derxistina İleri Yurtê, me çapxane kirî û me dest bi weşandina »Mezopotamya« kir. Derketina »Mezopotamya« bû sedema girtina me. Ji sala 1958an heta 60î ez girtî mam. Gava ez hatim berdan, min di kovara Ahmet Akif Başar ya -li Stenbolê derdiket- de nivîsand.

Baş e, di ser derketina wan pirtûkan re demeke dirêj derbas bûye. Ew dema dirêj di ser kovar û rojnameyên ku tu bi wan re xebitî ye jî derbas bûye. Tiştê ez dixwazim bibêjim ev e; bi salan tu xebatên te xuya nekirin. Ji bo çi? Sebeba ku te nenivîsand çi bû?

– Min nivîsand. Pir kes jî bi vê yekê dizanin. Çar kitêbên min yên ku ji bo çapê amade bûn, hebûn. Herçar kitêb jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Yek ji wan kitêban ferhengek bi kurdî û tirkî bû. Yek jê jî bi navê »38 Numaralı Hücre« bû. Navê kitêbekê jî wilo bû »Diyarbekir wê şevê çiqasî reş bû« Min bîranînên xwe jî nivîsandine, ew niha ji çapê re amade ne. Ez hêvîdar im ew ê ji niha û demeke nêzîk berpêşî xwendevanan bibe.

Wek tu dibînî ez nesekinî me, tiştê ji destê min hatiye min texsîr nekiriye.

Ji bo çi tu ji Stenbolê vegeriyayî, te xwe ji jiyan û hewaya entelektuelî bi dûr xist û tu li gund bi cih bûyî?

– Ji 1970 û heta 75an ez sî û sê mehan girtî mabûm. Piştî ez hatim berdan ez hebekî nexweş ketim û ez têra xwe jî westiyabûm. Ez hewcedarî bêhnberdanê bûm. Min xwe li gund baş rehet kir. Vê yekê heta 1987an dom kir. Di 87an de ez careke din rabûm sergovendê, min dîsan dest bi nivîsandinê kir.

Ez ê ji te re çîrokeke Rustemê Zal û bavê wî bibêjim. Hîn Rustem zarok bû, bavê wî rojekê bang dikiyê û dibêje were lawo, ez ê vê şerîeta xwe, karê xwe hemûyî bispêrim te. Dijmin bi vê yeka han dihese, tê ser wan û li talanên wan dixe. Hatin ji Rustem re gotin, dijmin li talanên me xistin. Rustem got, tişt nabe, me jî li talanên wan xistiye. Paşê hatin gotin, kuro bi şerîtên konê me ketine, konan bi ser me de xerab dikin, dîsan got, tişt nabe, me jî konên wan bi ser wan de xerab kirine. Dawiya dawî hatin gotin, heyran dest davêjin namûsa me. Hingî Rustemê Zal hêrs bûye, gotiye, îcar nebû, kanî hespê min û gurzê min ji min re bînin. Rustemê Zal xwe avêtiye ser pişta hespê xwe û bi hêrs û rik li hemberî dijmin rabûye.

Yê me jî li me xistin, îşkence bi me kirin, bawer bike gundiyên me hemî bi daran ve girê dan û tiştên nemayî  anîne serê wan, rezalet kirin, zarokên me hemû girtin, kezeba me şewitandin, me deng nekir. Heta êdî gûyê me dane me, dest avêtin namûsa me, şerefa me anîn perakî. Wê çaxê min nema xwe girt. Yê min tu gurzê min wek yê Rustemê Zal tuneye, lê qelema min heye. Niha min rahiştiye qelema xwe û min bi vê kalîtiya xwe xwe avêtiye meydana şer.

Di vê meydana şer de pir xort jî hene ku hespên xwe dibezînin. Me bîstika din li ser nifşê kevin, yanî nivîskarên der û dora Hawarê sohbet kiribû. Heke tu nifşê nû û nifşê kevin bidî ber hev, çi ji nifşê nû dikeve serê te? Tu, tu hêviyê di nifşê nû de dibînî an na?

– Yên berê hem hindik bûn, hem jî kevin bûn, yanî klasîk bûn. Lê xortên niha, an jî nifşê niha moderntir in. Nivîskar dibe, şaîr dibe, her kes li gorî kultura xwe dinivîse. Mesele yên kevin, pir ji wan ne xwediyê kultureke kûr bûn, di medresan de, bi xwendina dînî gihîştibûn. Rebenan negeriyabûn, nedîtibûn. Cegerxwîn li Qamîşlokê dinivîsand, hûn li Swêdê dinivîsin, ferq ev e.

Îro kêm zêde mirov dikare behsa zimanekî kurdî yê standart bike, an jî behsa edebiyateke kurdî. Wek tu jî dizanî, îro bi zimanê kurdî roman, helbest, lêkolîn û heta em dikarin bêjin ku nivîsên felsefî jî derdikevin. Lê piraniya vê xebatê li derveyî welêt dibe. Rola vê xebata han di têkoşîna gelê me de çi ye? Ger li welêt îmkanê vê xebatê çê bibe, wê pêşketin xwe bi çi awayî nîşan bide?

– Rola vê xebatê ya hêja û giranbuha nayê minaqeşekirin. Ma kî bêyî tiştên wilo dikarin bi ser bikevin? Edebiyat, an jî nivîs riya têkoşînê rohnî dike. Lê mixabin, zimanê me hê ewçend bi pêş neketiye. Heta zimanek nekeve warê nivîsandinê, ew ziman bi pêş nakeve. Niha her kes wek malbata xwe dipeyivin. Aniha ku jinek were gund û zarokek jê re çêbibe, ew zarok wê ne wek gundiyan, lê ew ê weke diya xwe bipeyive. Ji ber vê yekê ye ku zaravayên me pir bûne, ji hev bi dûr ketine. Ez bawer im gava zimanê kurdî têkeve warê nivîsandinê, ew ê dûrbûna zaravayên kurdî roj bi roj nêzîktir bibe. Em û zaza û soran em ê bikaribin bi hêsanî ji hev têbigihên, ew ê bibe zimanek. Tiştekî din jî heye ku em kurd ji her kesî bêtir birçiyên ilim û nivîsandinê ne. Niha, gava yekî têr û yekî birçî li ser sifreyekê rûnên, ma ew ê mîna hev bixwin? Yê me jî wilo ye. Ger kurmancî serbest bibe, em bikaribin çapxane û weşanxaneyên xwe li dar bixin, em ê di demeke nêzîk de li pêşiya cîranên xwe bixin. Ez bi xwe di vê baweriyê de me.

Çi ji siyaseta Tirkiyê ya îro dikeve serê te? Şiyarbûna kurdan di çi dereceyê de ye?

– Li Tirkiyê ebeden siyaseta ilmî tuneye. Qeşmerî heye. Ew bi xwe jî dizanin ku êdî bi yasaxan, bi girtin û îşkencê ev kar naçe serî. Ew jî mecbûr in xwe biguherin. Ji aliyê din ve jî em kurd şiyar bûne.

Min di dema xwe de çîrokek di »Dicle Kaynağı« de nivîsandibû. Hingî ez hatim girtin, li min xistin, îşkence bi min kirin, gotin, kuro tu kî yî, tu çi teba yî? Em ê serê te bipelçiqînin. Axirê piştî hezar zehmetiyan gava ez hatim berdan min dîsan nivîsand. Kurteçîroka min wilo dest pê kiribû: Jinek, zilamek û zarokekî wan ê çar-pênc salî hebû. Ew karker bûn, jin û mêr di xew de bûn, lawikê wan jî razayî bû. Lê gava diz dikevin hundir, lawik şiyar dibe. Yek ji dizan diçe li ser serê lêwik disekine, kêra xwe dikişîne û dibêje: »Deng ji te derkeve ez ê te bikujim.« Dizê din jî diçe sindoqa diya wî dişkîne û hemû firaxên wê dixe kîsekî. Kezeba lêwik dişewite, lê ma wê rebeno çi bike, kêr jî di ser serê wî re kişandiye. Ji bo lawik dê û bavê xwe şiyar bike, bang dike, dibêje: “Avinê, avinê, avinê!” Yek ji dizan dibêje: “Hiş be kuro!” Yê din jî dibêje: ”Tiştek nabe lawo, zarok e, tirsiyaye, hinek av bidiyê”. Ew tasek av dide lêwik. Gava lawik avê vedixwe, dîsan ji bo dê û bavê xwe şiyar bike, bi dengekî bilind dibêje: ”Ooxx, ooxx, ooxx” yanî av çiqas xweş e. Lê dê û bav dîsan şiyar nabin. Yê diz destê xwe bilind dike û dibêje: ”Hiş be kuro! Ez ê kulmekê li devê te bixim ha!” Îcar lawik bi dengekî bilind bang dike, dibêje: ”Ay devê min! Ay devê min! Ay devê min!” Hingî dê û bavê lêwik şiyar dibin û diz jî direvin.

Min jî got “Lawo, ez dizanim ku ez wek wî zarokî me, kêr di ser serê min re ye, ez nikarim bi we û dê û bavê min jî razayîne. Armanca min ew e ku ez wan şiyar bikim.

Îcar niha dê û bav şiyar bûne, dilê min rehet e. Di destên dizan de bi tenê rev maye. Dûr an nêzîk ew ê birevin.

Şîret û pêşniyarên te ji karkerên kulturê yên derveyî welêt re çi ne?

– Ez xebata we ya li derveyî welêt gelekî diecibînim. Mesele Jön Türkan jî li Ewrûpayê karê xwe dikirin. Gandî li Îngiltereyê, Ben Bela li Fransayê xwe gihand. Em jî hêvîdar in ku hûn ê rojekê vegerin, li welatê xwe xwedî derkevin û karîna wê têxine destên xwe.

Divê hûn tu carî bêhêvî nebin. Tarîxa miletan dirêj e. Va ye emrê min bûye heftê, min xwe nas kiriye ez di nav vê xebatê de me, min hê jî bi qasî qirşekî tiştek ji hêviya xwe winda nekiriye. Tiştên ku hûn dikin pir bi qîmet in. Belkî niha xatirê wê nayê girtin, lê wê rojek bê, ev hemû tiştên we nivîsandine, wê mîna beyreqan li ba bibin.

Nisêbîn, 1990

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê