Rojnameya Heftane

Bîble/Kitêb

Piştî salên dirêj û piştî azmûneya nivîsandina qunciqnûsiya di rojnameya Azadiya Welat de bi nivîsa yekemîn merhebayekê pêşkêşî xebatkar û xwînerên rojnameya Xwebûnê dikim…

* * *

Kurd, weke mirov, weke netewe, weke niştecihên kurdistanî û weke mirovên xwedî kok û asasên ji Rojhilata Navîn du umran (temenan) di umrekî de bi cih dikin û bi vî awayî dijîn. Ji ber wê ye jiyîna ew qas êşan û jixwe kurd dibêjin, “Sed û yek sal jî derbas bibin, ew ê neguherin.”

Ev gotina ku teqabulî demdirêjiyê û serdestan dike, belkî ji bo mirovên diyalekperest ne gotineke pejirandinê be lê li aliyê dîtir weke neynika Lacanî ‘jiyîn’ li ber destê me ye û em jiyînan di teyisîna wê neynikê de jî darîçav dibînin. Jixwe her gotineke xweş, dîrhemeke reş (jehr) tê de heye. Ji lewre tam sed û yek sal derbas bûne û li ser parçeyekî erda me bi navê komarê welatek hatiye avakirin. Avakarên wê komarê ji hemû hebûnên me re gotine ‘xerabmal’ û ew hebûnên me birine, ji xwe re kirine ‘maldarî’. Me çi qasî xwestiye yên aydî xwe biparêzin jî, bi debûzekî serbizmarî bi serê me ketine. Di serê me qulikên xwînî çêkirine ku her û her xwîneke ziravik jê diherike û me ligel birînên xwe sedsalek li dû xwe hiştiye. Belkî jî ev be kurteya çîroka me, belkî jî ev be bîr û boçûnên me yên der barê XWEBÛNa me de.

Her çi qasî em li ser axa xwe bûne mişextî û ji bo avakirina bîrekê xwe dispêrin dexlê zimanê kurdî jî, neguherbar bi zext û zorên xwe dixwazin bi gomeyên mezin wê bîrê bimiçiqînin. Îcar em xwe li sînoran dixin û ligel rabirdûya xwe li derine dîtir niştecih dibin û ji qewlê Marcel Proustî ve “Jiyana me koçber (di)be jî, hişê me niştecih (dimîn)e”. Em ji nişkê ve serê xwe yê qulkirî, zanîna xwe ya derbxwarî, xwendinên xwe yên bi salan hildigirin û xwe li cihekî ewletir digirin ji bo ku bi dewlan avê li bîra xwe zêde bikin.

Em kurd bi du umrên di umrekî xwe de, li ser movikên pişta nîvmirovî hewl didin li ser du piyan rawestin. Ji ber wê ye deyaxkirina ew qas jiyînan.

 * * *

 Mirov bi çavên milkekî ku divê were parastin li zanînê fedike. Vê zanînê di quncikên malên xwe de ji ber çavên derveyîn vedişêre. Ji ber ku hemû gencîne û serhevdeyê mirovê xwedîzanîn, di vî quncikî de hefidandiye û em-mirov ji vê re dibêjin, kitêbxane (pirtûkxane).

Dema mirov hinekî bîra mirovatiyê tevlihev bide, pê dihese ku ev navlêkirin bixwe di wateya pîroziyekê de ye. Ev di zimanê kurdî de jî wiha ye û ji bo zimanên berbelav ên ewropî jî bi heman pênaseyê ye.

Di kurdî de ji pirtûkên pîroz re ‘kitêb’ tê gotin û ev gotin di sondxwarinên me de jî berbiçav in. Weke; “Bi çar kitêbên pîroz…” Cihê kitêb lê têne parastin jî, navê Kitêb+Xane’yê werdigirin: Cihên kitêbên pîroz û hemû cihên pirtûk lê têne komkirin, weke pîroziya wî/wê kesê ango wê saziyê tê hesibandin. 

Îcar, di zimanên rojavayî de jî mînak di fransî de ji kitêbxaneyan re Bibliothèque tê gotin. Peyva ‘Bible’ di wateya pirtûka pîroz ‘Încîl’ (Mizgîn)ê tê bikaranîn. Di serdemên berê de cihê Mizgînê û kitêbên dîtir, dibûn bibliothèque. Jixwe peyva ‘Library’ a îngilîzî di wateya kitêbxaneyê de tê bikaranîn lê di zimanê fransî de bêtir ji bo kitêbfiroşan ev nav di zimên de ye.

Li welatê Swîsreyê û welatên dîtir ên Ewropayê digel bibliothèque û pirtûkfiroşan, di nav kolanan de kulûbeyên pirtûkan hene ku dişibin klûbeyên telefonan ên destpêkê. Mirovên ku dixwazin pirtûkan bi kesên dîtir re parve bikin, pirtûkên xwe datînin nav wan kulûbeyan û mirovên hewcedar jî wan ji xwe re bêpere distînin. Li kuçeyên nav taxan ji dêvla kulûbeyan, qutiyên li ser dîwaran hene û di wan de jî hejmarek baş pirtûk têne peydakirin. Min bixwe ji hin qutiyan pirtûkên çapên pêşîn peyda kirin ku li welatê me sehaf weke dedektîfan li wan digerin. Weke pirtûkên Birayên Karamazovan, Biyanî, Kulîlkên Xirabiyê, Jiyanek… Biyaniya Albert Camus xwedî çapa salên 1940’î ye. Jixwe piştî ku mirov li welatê Swîsreyê çav li vê çanda parvekirinê dikeve, li ber keda xwe ya salan dikeve ku pirtûk berhev kirine ango di mala xwe de kitêbxane ava kiriye. Çinku min li Mêrdînê arşîveke dewlemend a pirtûk û kovaran li dû xwe hiştiye ku ji niha û pê ve xwegihandina min êdî ne pêkan e.

Pirtûk wiha ne û hewcedariya wan a parastinê di nav refikan de tune ye. Ew li mirovan digerin ku ji teref wan ve werin xwendin. Avakarê bîra zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan (CAB) jî bûye xwediyê bi sedan pirtûkan; kitêbxaneyek ava kiriye û ji wê fêde û mifayeke karîger wergirtiye ku pê hefizeya kurdî dewlementir bike. Îro sermiyanê xwendinên CAB weke xelekên zincîra zimanê kurdî gihîştiye me hemûyan; ew sermiyan di kitebxaneya wî de nemaye êdî. Tişta em ê lê bigerin, ew zanîna CAB a pêdiviya me pê heye, di nav pirtûkên kitêbxaneya wî de mane ku ji teref wî ve nehatibûn xwendin. Ji ber wê ye em ê xelekekê li zincîra zanîna wî zêde bikin û di nav pirtûkxaneya wî de bi pirtûkên NE-XWENDÎ re bigevizin.  

Du umrên di umrekî kurdewariyê de bi cih bûyî, di serî de ji bo me pişt re jî ji bo çanda cîhanî wê xelekekê li mîrateya navneteweyî zêdetir bike. Ev jî ji hêvîkirinekê wirdetir e…