23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biden bi Netanyahu re axivî

Serokê DYA’ê Joe Biden bi serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re bi telefonê axivî. Biden ji Netenyahû xwest ku êrişên di navbera Îsraîl û Filîstênê de werin sekinandin û got ku ew ê piştgirî bidin agirbestek ku pêk were.

Qesra Spiya Amerîka li ser axavtina Joe Biden û Binyamîn Netanyahû ragihand ku Biden di axavtina xwe de bal kişandiye ser mijara parastina kesên sîvîl.

Hat diyarkirin ku DYA bi Misir û mûtefîkên din re li ser agirbestê hevdîtinan pêktîne. Di dawiya ragihandinê hat destnîşankirin ku Biden û Netanyahû dê di têkiliyê de bimînin.

Di heman demê de DYA cara sêyemîn e ku ragihandina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya ku ji bo Îsraîl agirbest îlan bike, asteng dike.

Sîvîl tên qetilkirin

Heya niha li Xezayê 61 jê zarok herî kê 212 kesan jiyana xwe ji dest daye. Xeynê Biden serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ji bang li Îsraîlê kir ku êrişên li hember sîvilan bidin sekinandin û got ku em bigumanin ku Hamas jî ji bo berjewendiyên xwe sîvilan bi kar tîne.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî banga agirbestê  li Îsraîlê kir. Lê berdevkê Merkel diyar kir ku Îsraîl mafdara ku mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne. Fransa û Misir jî di nav welatên ku banga agirbestê kirin de ne.

40 dibistan û 4 nexweşxane jî xesar dîtin

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî heya niha li Xezayê 40 dibistan û 4 jî nexweşxane texrîp bûne.

Şefê Rewşa Awarteya Rêxistina Tendûristiya Cîhanê Dr. Mike Ryan bang kir ku êrişên li ser xebatên tenduristiyê werin sekinandin.