spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bidestxistina mafê navdanînê!

 “Ez hurmet û rêzdariya xwe; bi ramanên baş, bi gotinên baş, bi karên baş… nîşan didim û hemû ramanên nebaş, gotinên nebaş û karên nebaş red dikim.”

Yasna 11/17 – Zend Avesta

Di sala 1932’yan de serê meha dawîn a biharê di 15’ê Gulanê de Celadet Elî Bedirxan li sirgûniyê bi navê Hawarê kovareke bi kurdî derxist. Ev roj îro di nav kurdan de weke cejn-mîhrîcan tê pîrozkirin. Li gorî min ji gotina cejnê zêdetir biwarê lê hatinê; gotina mîhrîcanê zêdetir wê li bejna vê rojê were. Di nav gelên aryen de Mîthra temsîla rojê û rastiyê dike; bilindbûna rojê û ronîkirina devrûberê jî reş û spî eşkere dike. Ji ber vê sedemê Hawar jî weke bilindbûna wê rojê ji wê demê ve ye rêya me ronî dike.

Em çiqas zarokê rojê ne ewqas jî zarokê Hawarê ne yanî. Ji ber vî qasî ev rêûresm çawa ku bi bihîstina mewij devê mirovî şîrîn bibe; bi dîtina peyva mîhrîcanê jî tîrêjên rojê li plazmaya çavî dikevin û keskeseroke piştî baranên nîsanê li pêş çavî çêdibe. Yan jî dibe ku ev bi min wisa tê. Lê zanistê jî îro roj derxistiye holê ku ji alfabeya mixî heta bi hiyeroglîfan, heta bi alfabeyên roja îro beridîna tîpan jî weke beridîna civakan e. Ew tîp beriya ku bigihîjin roja me ji ebat û qiyasa xwe giran û mezintir wateyan hilgirtine.

Weke mînak moriyan bînin ber çavên xwe. Bi dehan qat giraniya bedena xwe dikarin bar hilgirin. Tîpên tên gel hev û dibin peyv û di nav demê de bi isûl li pey hev jî rêz dibin û dibin hevok. Dibin mala gotinan. Dibin civat! Îcar çi civateke bi bandor e ku mirov dema wan dibihîzin ji halan dikevin halan; Kêfxweş dibin, xemgîn dibin, hêrs dibin, ji mil û max dikevin, dimirin, dijîn…

Va ye Hawara Celadetî jî qîrîneke ji berî zemanan e! Dema navê wê dibihîzim bi min re gelek hestên cihê çêdibin. Hawar di gelek zimanan de hema bêje wateya xwe heman e; bi nefes û mecala dawîn bang-qîrîna ji bo xelasbûna ji wê rewşa tengezar. Celadet bi Hawarê bi hawarê ve diçe. Hawarê dike mala kurdî. Li zimanekî bifikirin ku ji dema împaratoriya Asûran tê xwestin ku kok lê were qelandin; xwe bi saya Hawarê ji ariyên xwe weke ji qîrîn û Hawara xwe; xwe diafirîne.

Îcar te dî, di pirtûkên pîroz de der barê qîmeta gotinê, baş û xweş axaftinê de gelek ferman hene. Di wan de qise û çîrok hene. Pirtûka Zerdeşt dibêje; ramana baş, GOTINA baş, karê baş. Pirtûka Mûsa dibêje; berê GOTIN hebû! Pirtûka Mûhammed dibêje; BIXWÎNE! Di pirtûk û sihûfan de Xwedê bi rêya ziman bi evdên xwe re têkilî datîne, bi wan re diaxive. Di navbera afrîner û afrîdeyê de diyalog heye. Wisa ji hev fêm dikin. Zanist dibêje 150 hezar sal in, mirov bi hev re bi awayekî tekûz diaxivin. Helbet 150 hezar sal beriya 150 hezar salên axaftina tekûz jî axaftin hebûye. Fermanî bûye. Were û here!

Hasilî heke em li dema baweriyan vegerin, gotin hêzê dide xwediyê xwe. Kurdî qedexe kirine. Bi qedexeyê re hêzê ji me dizîne. Wan nehîştiye em nave li karik û berxikên xwe jî bikin. Îcar Hawar wê hêzê li me vegerandiye. Em bi Hawarê re bi hêza xwe hesiyane. Îro roj jî bi vê Hawara mala kurdî ji mafê me ye em behsa azadiyê bikin, ji mafê me ye ku em gilî û gazincên xwe ji hev bikin, ji mafê me ye ku em ji bo xwedî li GOTIN’ê derkevin yek bin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê