Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

“Bihar xweş e di gulanê de xew xweş e di paxila yarê de”

Fîze fîza dengê bayê kur e, kûr dike şev û rojê. Bendewariyê qelîşteka birînan mezin dikir, derî çavên lê. Lê giran bûbû dil, devê şûrê vekirî, tahma xwe lê xweş dikir. Xweş dikir ziman, ji zêmarên miriyan. Mirî carinan serê xwe radikir ji goriçeyan:

-nivişta ne tişt xwediyê xwe kuşt.

Kuştibû bi du gotinan. Gotin êdî nedibû derman. Bexçeyê yaran ketibû ber dest û lingan. Heyfa birîndaran li erdan mabû, gotinên mêrê berê li sindoqên jinebiyan. Biyan bûbû dil ji dilan, kes heyfê nedigirt li ser milê xwe ji bo sewdayan. Gotinên erzan davêtin ber hevdû. Kilamên naylonî dikir tac li ser serê hevdû. Kes sola kesê nedihewand li ber deriyê xwe. Loma diman evîndar bi tena serê xwe. Xwe dixapandin ji roj û şevan, fîze fîza bayê kur, kûr dikirin di hembêza xwe de bi êş û eleman. Çiqas devê şûrê vekirî bike gazî û hewar û bibêje ne ji bo evînê ez mame wiha. Wiha mabûn çav di rêyan de. Rêyên ku di dilan de diqetiyan, diqetiya çavên bîrîndaran. Ne rêwî dihat, ne bendewar ji ya xwe. Hil nedihat heyv, heyv û sal dabûn pey hev. Kula ser kulan, kulavê xwe nexşandibû ji tayikên perperokan, dil dibêje heft sal e, min xew nekiriye ji şevên tarî, heta berbangên sibehan. Wiha bû çîroka me ji perîzadeyan, li Cizîra Botan ji donzdeh stêrkên peravan! Ber berê avan, bûbû bêdengiya giyanan. Giyan bûbûn macir, li çol û çiyayan.

-rêya çolan bi çiyê diket, diket dil ji xasan û bi serê çiyê diket.

Ketibûn rê, cilên kuştî û miriyan li xwe kiribûn. Qehweya tahl a ji fincanan di bin konên reş de ji qereçiyan re hiştibûn. Hiştibûn fahla wan, bi serê du mahr û dupişika sor a ji tu serdeman. Êvaran di ber xwe de dilorand…

-heylê lêlê, xewa min nayê bê te lê

…lê dibariya baran, rûkê erdê dikir xet di orta dilê yaran de. Evîna wan mabû di devê şûrê vekirî de, ne kes diçû hewara wan, ne kes dibû şahidê bêkesiya wan. Loma zehmet bû dîtina yaran, lorî diman ji kitana şil a hemû zemanan. Mabû heyfa evînê, li erdê qeraç. Soz nedibû bar êdî li tu kûloça. Qesemên li meydanan radihişt sonda xwe, didan li dû çavreşan. Çavreş bûn destanê dayikan, hine bû destê qîzan, tiliyên lawan. Bi xeliya sor bihata nixumandî jî xwedawendên van deran jê re me digo dayika mezin ji hemû dia û miradan. Miradê stûşiketî, di bin pêlavên qilêr de dikir nalenal. Nala zengarî bi benikên guliyan xwe bi dar ve dikir. Şûrê devê xwe vekirî, ba fîzîna xwe ji erdê kaş dikir. Avreşanê dikirin ji ava miriyan, li gulên ber seriyan. Şîreta dayikan piştguh dikirin.

-bi destê namerdan neçin, bila av we bibe.

Dibir taca serî, diket ber eniya vekirî. Cilên heftreng, ji deşta kesk û sor û zer, dibû bûm, li timalikan diket. Bihar bi xweşikiya xwe li xewnê şevan, stêrk yekoyeko ji ezmanê xwe diketin. Diketin xewn ji xeyalan, ji paxila yaran. Yar ji yaran re bê minet diketin. Kilama evînê bê tembûr li bergûşka hesretê diket û hêdîka di ber xwe de digo kul bikeve wî dilî, dema serê xwe nikaribe deyne ser wî emrî. Emr weke pelê daran xwe li tunebûnan pêça, kevçiyên gund û cîranan li dawetên cin û periyan. Giyanên li keviyên kendalan, ji nû ve xwe li hev civand û nivişta evînê, ji xwediyan re nivîsand:

-bihar xweş e di gulanê de, xew xweş e di paxila yarê de!