spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bijarteyek ji albumên salê

Selîm Gokçe

Yek ji qadên ku ji ber pandemiyê şikestinek xwar jî muzîk bû. Tevî vê yekê, dîsa jî gelek albûmên bi kurdî derketin û konser hatin lidarxistin. Di vê nivîsê de, li gor xwe, ez ê qala çend xebatên muzîkê, bi taybetî yên li bakur, bikim û playlîstekê pêşniyar bikim.

Agît Işik, di destpêka vê salê de albumeke bi navê ‘Hez’ derxist û bi wî awayê xwe yê xweser ê strandinê gaveke din bi pêş ve bir. Hêviya min ew bû ku vê albumê zêdetir bala guhdaran bikişanda. Ez ecêbmayî mam ku albumeke ewçend bedew, têsîra min hêvî dikir pêk neanî lê dîsa jî yek ji albumên herî balkêş û cuda bû. Dixwazim bala we bikişînim ser strana ‘Çîroka Xwe Bêje’. Li gorî min, ev stran û ev album kêm-zêde çîroka Agît vedibêje. Lê guhdarî bikin û hûn dê heq bidin min.

Piştî ‘Hez’a Agit dixwazim qala albuma Rewşanê ya bi navê ‘Tov’ bikim. Dema min li vê albumê guhdarî kir, berevajiyê gelek kesan, li gorî min stranên gelêrî li deng û awazên wê tên. Her ez li Rewşanê guhdarî dikim wekî ku li stranbêjên jin ên berê guhdarî bikim. Yên dixwazin guhdarî li dengên resen ên kurdî bikin, divê hinekî din bi baldarî li Rewşanê guhdarî bikin. Bo nimûne strana ‘Ax Eman’.

Albumeke din a hêjayî balkişandinê jî ‘Hêdî Hêdî’ ya Rûşen Alkarê ye. Nêzîkatiya Rûşenê ya muzîkê di kirasê xwe de nahewe. Hêdî hêdî, albumeke cerîbîner e; di nav xwe de gelek tiştên nûjen dihewîne û her wiha di dengê wê de gelek detayên xweş hene.

Hevalê me yê Harûn ku ji Koma Rewşan tê naskirin, piştî salên dirêj, bi albumekê derket pêşberî guhdarên xwe. Harûn bi albuma ‘Rev’ê bi me dide xuyakirin ku tu tişt ji wî û ji awazên wî kêm nebûye. Wî dengê xwe parastiye û bi vê albumê re dest bi çêkirina stranên kemilî û xurttir kiriye. Di vê nivîsê de ez dixwazim bi taybetî behsa strana ‘Rev’ê bikim ku nav daye albumê. Berî ku Harûn bireve têr lê guhdarî bikin!

Yek ji albumên din ên min bi baldarî li wan guhdarî kir jî albumeke konsept a salê ya bi navê ‘Dîsa’ ye. Albuma Dîsa ji stranên hezkirî yên Rayoya Erîvanê û bi enstrumanên klasîk hatiye amadekirin. Album bi etîketa Enstîtuya Çanda Kurd-Alman gihiştiye guhdarên xwe.

Ji bilî navên li jor, album û sîngilên salê yên bala min kişandin, ez dixwazim hun jî bala xwe bidin wan.

  • Agît Işik, Çîroka Wê Bayê
  • Rûşen Alkar, Kêm û Kûr
  • Harûn, Rev
  • Rewşan, Ax Eman
  • Pervîn Çakar, Qimil
  • Tara Mamedova, Xewna Giran
  • Seyidxan Sevînç, Dîlber
  • Mehmet Atli, Morî û Mircan
  • Mem Ararat, Xewnek
  • Ozan Aktumur, Koçberî