16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bijî biratiya gelan’

Piştî betalkirina wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglû ji hêla meclisa Tirkiyeyê ve parlamenterên HDP’ê bi dirûşma “bijî biratiya gelan” berteka xwe li hemberî vê biryarê nîşan dan. Her çiqas gotina “bijî biratiya gelan” li dijî faşîzmê helwesteke piştgiriyê bide xuyakirin jî di naveroka xwe de ji pirsgirêkan azade nîn e. Beramberî hemû rêzdarî û hurmeta li hemberî helwesta birêz Gergerlîoglu, dê baş bibe, ger mirov li ser têkiliya yekser a di navbera gotin û wateyên wan ên dîrokî, civakî, siyasî û exlaqî de bisekine.

Pirî caran mirov çavkaniya gotinên ku di nav gel de wek dirûşm tên berzikirin, nikare bişopîne. Bêguman ev yek ji pêvajo û buyerên dîrokî ne cihê ye. Her wiha bi rastiya civaka xwe ve girêdayî ne. Wek temsîl ji devekî, ji rêxistinekê yan jî komekê derdikevin, di nav girseyan de belav dibin û li gorî giraniya têkîldarî, pejirandin û aîdê-xwe-dîtinê de facto tên pejirandin. Bi taybetî di kurdî de diruşmên wek “jin, jiyan, azadî”, “berxwedan jiyan e” gotinên bi vî rengî ne û di heman demê de temsîla tevgerên xwe yên civakî dikin. Bi taybetî gotina “jin, jiyan, azadî” kurd ne kurd, di devê her kesên ku tev li vê dirûşmê dibin de ye û wateya wê di vê çarçovê tê zanîn. Her wiha peyva “Rojava” ev deh salên dawî bêyî hewcedariya wergerê bûye peyveke transneteweyî û ji xeynî wateya xwe ya peyvî, xwedî wateyeke polîtîk û civakî ye. Di heman demê de bîrdoziyeke temsîl dike. Di mînakên cîhanî de jî peyvên wek “nî una menos” an jî “we are the 99 percent” tevger û kampanyayên bêsînor û bîrdozî destnîşan dikin. Ev diruşm xwedî nasname ne, di naveroka xwe de hem helwesta xwe, him jî hemberbûna xwe diyar dikin.

Em werin ser gotina “bijî biratiya gelan”. Peyva ‘birayetî’ bingeha xwe ji felsefeya Stoa û ola cihutiyê digire. Her wiha ola xiristiyaniyê ji vê kevneşopiyê bandor dibe û peyva biratiyê girêdayî têkiliya xwe ya bi bav û baviksalariyê tê bikaranîn. Lê wateya wê ya girêdayî diruşma “bijî biratiya gelan” dîrokeke nêztir nîşanî me dide. Tê zanîn yek ji diruşmên bingehîn a Şoreşa fransî ‘birayetî’ (Fraternité) bû. Dûre tevgera karkeran ji dêvla peyva ‘birayetî’ peyva ‘piştgirî’yê, bi mebesta ku li dijî faşîzmê, mêtîngerî û bindestiyê hevkariyeke ji sînorên welatan wêdetir pewîst e, bi kar anî. Êdî diruşma “bijî piştgiriya navneteweyî” bû sembola hevkariya gelan a li dijî faşîzm û bindestiyê. Li gorî bikaranîna peyvê li hin deveran jî ‘birayetî’ di wateya aşitî, xweşbînî û bi hev ve girêdanê tê bikaranîn. Heta Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di gotara xwe ya yekemîn de vê peyvê bi kar tîne: “Hemû mirov azad û ji aliyê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkî hev bibin.” Her wiha ev “danezan bingeha xwe ji danezana mafê mirovan û hemwelatiyan” a Şoreşa Fransî digire.

Tê zanîn Danezana Mafê Mirovan a Şoreşa Fransî bi gelek awayan hîn di dema îlankirina xwe de hat rexnekirin. Rexneya herî mezin ji hêla şoreşger, parêzvana mafê jinan û nivîskara bi navê Olympe de Gouges hat kirin. Şoreşgerên mêr nîvê civakê, ango jinan li derveyî mafê mirovan hiştibûn. Her wiha mafên kesên reşik, cihû û karker nedihatin bilêvkirin. Ev kom yekser ji daxuyaniya mafê mirovan bêpar mabûn. Ji ber ku mafê mirovan di çarçoveya netewedewletî û hemwelatiyê de hatibû formulekirin, tenê mêrên ewropî û spî ji van mafên mirovan sûdê werdigirtin. Li ser vê yekê Olympe de Gouges bi awayekî mafdar got, “Ev danezan ne mafê mirovan, lê mafê mêran diparêze.” De Gouges du sal piştî danezana mafê mirovan di sala 1791’ê de li dijî serdestiya mêran “Danezana Mafê Jinan û Hemwelatiyên Jin” nivîsî. Hîn beriya nivîsa wê bê çapkirin li Fransayê desthilatdarî ket destê monarşiyê. Gotara yekemîn a danezanê wiha dibêje: “Jin azad tê ruyê dinyayê û bi mêran re xwedî heman mafî ye. Cudahiyên civakî tenê dikarin xwe bispêrin kêrhatîbûnê.” Olympe de Gouges bi giştî di danezanê de wekheviya jin û mêran binxêz dike. Lê di paşgotina daxuyaniyê de balê dikişîne ser kevneşopiya mêtinger a Fransayê û rola bav, bira û kuran a di tunekirina xweza û qirkirina mirovên reşik, ên di bin mêtingeriya Fransayê de dijîn.

Şoreşa Fransî bêguman bi diruşmên xwe yên “azadî, wekhevî, û biratî”yê temsîla kevneşopiyeke bingehîn dike. Lê wekî hemû bûyerên dîrokî ku ev bûyer jî bi berçavkeke zayendî bê lêkolînkirin, wêneyeke ku li derveyî zanîna me ye derdikeve holê. Li hêla din têkoşîna jinan a bi hezaran salan divê rê li guhertina hînbûnan jî veke. Olympe de Gouges ji ber helwesta xwe ya li dijî serdestiyê û ji ber têkoşîna xwe ya ji bo wekheviya jin û mêran bi giyotinê hat cezakirin. Hêja û layiqê tekoşîna wan a hezaran sal in ku mirov ji dêvla “bijî biratiya gelan” dirûşma “bijî xwişk û biratiya gelan”
bi kar bîne.