20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bijîşkan weke terorîst dibîne

Li Tirkiyeyê hewldanên AKP-MHP’ê yên bêdengkirina dengên muxalîfan didomin. Desthilata AKP-MHP’ê piştî ku di mehên havînê de li gel hemû nerazîbûnan baroyên Tirkiyeyê parçe kirin, niha jî Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) kirine hedefa xwe û dixwazin hin guhertinan li ser pêk bînin.

TTB yek ji rêxistinên bingehîn ên Tirkiyeyê ku bi salan e li dijî polîtîkayên şaş û ne rast ên desthilatan xwedî helwest e. Ji ber vê sedemê di hedefa AKP-MHP’ê de ye. Dema Tirkiyeyê di sala 2018’an de êrîş bir ser bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê, rêxistina ku destpêkê li dijî êrîşê derket û dengê xwe bilind kir TTB bû.

 Weke terorîst nîşan da

Dîsa di pêvajoya vîrûsa koronayê de şaşî û kêmasiyên der barê pandemiyê de derxistin holê û polîtîkayên şaş ên hikûmetê yên di vê derbarê de rexne kirin. Herî dawî jî li dijî polîtîkayên hikûmetê yên tenduristiyê kampanyayek da destpêkirin û bal kişand ser zor û zehmetiyên ku di encama polîtîkayên hikûmetê de kedkarên tenduristiyê dibînin.

Ji ber van sedeman, destpêkê Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî, TTB kir hedef û xwest ku bê girtin. Dîsa xwest ku hemû endam û rêveberên wê bên cezakirin û girtin. Piştî hedefnîşandana Bahçelî, di nav hefteyê de serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan jî TTB kir hedef û rêveberiya wê weke terorîst nîşan da.

 Fermana guhertinê da

Erdogan bi zimanekî nijadperest angaşt kir ku seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci terorîst e û ne hêjayî serokatiya TTB’yê ye. Piştî van sûcdariyên xwe yên ji rastiyê dûr, Erdogan fermana guhertina TTB’ê da. Ji bo guhertinê AKP dixwaze ku weke baroyan TTB parçe bike û peyva “tirk” ji navê derxe. Her wiha li bajarekî ne tenê odeyeke bijîşkan gelek ode bên avakirin.

 Armanca hedefgirtinê

Bi vê yekê armanc ew e ku hêza muxalif a xurt a TTB’ê ya li dijî desthilata xwe bişikînin û heta radeyekê wê bikin bin kontrola xwe. Her wiha heman guhertin ango kontrolkirinê dixwazin li ser Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî pêk bînin.

Di serî de TTB û partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê, li dijî vê mudaxaleya AKP-MHP’ê ya li ser rêxistinên sivîl dertên û bertek nîşan didin.