Rojnameya Heftane

Bila êrîş neyên tolerekirin

Operasyonên leşkerî û siyasî yên li hemberî başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê  li Ewropayê bûn rojev û hat diyarkirin ku li herêmê sûcên mirovahiyê tên jiyîn

Navenda Nûçeyan

Hefteya borî kiryarên li hemberî herêmên Kurdistanê di rojava Ewropayê de bûn. Operasyonên siyasî yên li hemberî siyasetmedarên kurd ên li bakur, operasyonên leşkerî yên li hemberî başûr û rojavayê Kurdistanê di rojevê de bûn.

Rêxistinên mafên mirovan ên  navneteweyî binpêkirina mafên mirovan a li Rojava pêk hatî xist rojeva xwe. 69 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî operasyonên siyasî yên li hemberî siyasetmedarên kurd ên li Bakur pêk hatî dan û şermezar kirin. Di civîna Parlamentoya Ewropayê ya hefteya borî pêk hatî de jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hat nîqaşkirin.

Li herêmê sûcê mirovahiyê

Bertek û nêrazîbûnên li dijî kiryarên ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê didomin. 18 rêxistinên mafên mirovan ku di qada navneteweyî de ji bo parastina mafên mirovan têdikoşin, ji serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re der barê kiryaran de nameyek şand. Di nameyê de îmzeyên Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Awusturyayê, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF) û gelek rêxistinên mafên mirovan ên sivîl hene.

‘Êrîşî nirxan dikin’

Parêzvanên mafên mirovan bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û wiha gotin: “Komên ku Enqereyê piştgiriyê dide wan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê dikin û sûcê komkujiya nijadî dikin. Komên çekdar mal û milkê welatiyan talan û wêran dikin. Dest datînin ser malê welatiyan. Welatiyan direvînin. Li dijî welatiyan muameleyên keyfî dikin. Dişewitînin û êrîşî nirxên civakî, çandî û dîrokî yên wekî goristan, sembolên çandî û nirxên din dikin. Ev binpêkirinên mafan di raporên Rêxistina Efûya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Komisyona Lêpirsînê ya Sûriye ya Navneteweyî ya Serbixwe de jî heye û hatiye teyîdkirin.”

‘Mal û milk tên desteserkirin’

Parêzvanan, destnîşan kir binpêkirina mafan bi raporan hatiye belgekirin û di nameya xwe de wiha bi lêv kirin: “Rêxistina HRW’ê di mijdara 2019’an de raporek amade kiribû. Li gorî raporê Tirkiye destûr nade ku kurdên Sûriyeyê vegerin axa xwe. Dîsa piştî ku destûr nadin kurd vegerin ser mal û milkên xwe, mal û milkên kurdan jî talan dikin.

Av hat qutkirin

18 rêxistinên mafên mirovan di nameyê de wiha behsa qutkirina ava herêmê kirin: “Piştî operasyonan komên çeteyan li herêmê hatin bicihkirin vê carê jî av li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kirin. Her wiha li herêmê zeytûn û zexîreyên din ên welatiyan hatin talankirin û şandin Tirkiyeyê. Di 9’ê cotmeha 2019’an de li dijî Serekaniyê û Girê Spî operasyon kirin û ev du bajar xistin bin kontrola xwe. Gelê kurd û ereb ji ber ewlehiya canê xwe herêm terk kirin û derbasî herêma Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn. Wekî Efrînê li Serêkaniyê û Girê Spî jî sûcên komkujiya nijadî dikin.”

Bila firotina çekan bê sekinandin

Li Parlamentoya Ewropayê bi navê “Li Behra Spî îstîkrar, ewlekarî û rola neyînî ya Tirkiyeyê” rûniştineke desteya giştî hatibû lidarxistin. Li Parlamentoya Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyeyê hat kirin. Her wiha di civînê de firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê jî hat nîqaşkirin.

Di civîna Parlamentoya Ewropayê de polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî li Behra Spî ya Rojhilat û Lîbyayê jî bi zimanekî tund hatin rexnekirin. Gelek parlamenteran di civînê de diyar kirin ku Tirkiye “rejîmeke otorîter e” û bila muzakereyên bi Enqereyê re werin sekinandin. Ji parlamenteran banga rawestandina alîkariyan jî hat kirin.

Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Tirkiyeyê û parlamenterê Îspanyol Nachos Sanchez-Amor diyar kir ku divê Tirkiye hurmetê nîşanî normên Ewropayê bide. Serokê Koma Demokratên Xirîstiyan, parlamenterê alman Manfred Weber jî xwest ku bila dawî li muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re were anîn. Li ser navê koma Renew a xwedî meyleke lîberal, parlamentera Fransî Nathalîe Loîsea da zanîn ku Tirkiye li gorî nirxên Ewropayê tevnagere û bi dijminatî tevdigere. Li ser navê Koma Komunîst (GÛE) parlamentera alman Ozlem Demîrel bal kişand ser mafdariya parlamenteran û da zanîn ku divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê. Endamê Koma Demokratên Sosyal, parlamenterê Kibrisê Costas Mavrîdes da zanîn ku Almanya çekan difiroşe Tirkiyeyê û got: “Tirkiye jî van çekan li dijî nirxên Ewropayê bi kar tîne.”

Parlamenterên Ewropayê hişyar kir

Li Parlamentoya Ewropayê, Tifaqa Azad a Keskan a Ewropayê, Koma Demokratên Sosyalîst û Demokrat (S&D) Çepa Kesk Îskandînav-Çepa Girtî jî tê de, 69 parlamenterên gelek fraksiyonên cihê name ji Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borelle re nivîsandin.

69 endamên Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku divê kirinên AKP’ê yên li dijî hiqûqê neyên tolerekirin. Parlamenteran da zanîn ku pergala seroktiyê ya tirkan, rêgeza darizandina serbixwe qels kir û wiha hat diyarkirin: “Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi awayekî bêhiqûq ji peywirê hatin standin û li şûna wan ‘walî û qeyûm’ hatin peywirdarkirin. Ji hilbijartina 31’ê adara 2019’an û heta niha ji  65 şaredariyên HDP’ê, 46 şaredarî hatine desteserkirin.”

Parlamenteran bal kişand ser êrîşên hewayî yên artêşa tirk ên li ser Şengal û wargeha Mexmûrê û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Ji ber operasyona di 15’ê hezîranê de ya li hemberî başûrê Kurdistanê jî fikarên me zêde dibin. Di 23’yê hezîrana 2020’an de li Kobanê bi droneyan êrîşek hat kirin, welatî hatin qetilkirin û birîndarkirin. Tirkiye endamê NATO û Konseya Ewropayê ye. Ji bo Yekitiya Ewropayê jî welatekî berendam e. Divê ev kirinên wê yên li dijî normên demokratîk ên hiqûqa navneteweyî û neteweyî neyê tolerekirin. Em bang li we dikin ku li dijî rejîma otokratîk têkevin nav hewldanan. Em ji komîsyonê dixwazin ku ji xeynî van êrîş û zextan ji bo bidawîkirina êrîşên li dijî hiqûqê jî, bila gavên lezgîn û şênber biavêje.”