20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila ji girtîgehan darbest dernekevin’

Malbatên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bêne berdan, di 16’ê mijdara 2021’an de li avahiya Baroya Amedê çalakiya Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 53’yemîn de didome. Perwerdekarên Ma Musîcê û endamên Şaxên Egîtîm Sen’ê yên Amedê serdana malbatan kirin. Bavê girtî Civan Boltan, Hakki Boltan diyar kir ku ji serdana piştgiriyê keyfxweş in û bi xwedî derketina berxwedana edaletê ya ji aliyê beşên cuda ve ew dikarin ji çalakiya xwe encam bigirin.

Ma Mûsîc: Em girtîgehan ji nêz ve dişopînin

Perwerdekarê Ma Musicê Helîm Barîn, diyar kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Em nobeda we ya berxwedanê ji nêz ve dişopînin. Daxwazên we daxwazên me ne.

Perwerdekarên Ma Mûsicê, ji malbatên girtiyan ên nobeta xwe didomînin re klam gotin. Di dema klaman de malbat hestiyar bûn.

Pişt re kedkarên perwerdehiyê jî serdana malbatan kir. Rêveberê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’yan a Amedê Fesîh Zîrek jî wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Li dijî girtiyan polîtîkayên gelek cuda tên birêvebirin. Divê kesên ku nikarin di girtîgehê de bimînin demildest bên berdan. Em weke Egîtîm Sen’ê em ê her tim li cem malbatên xwe bin. Têkoşîna ku ew didin têkoşîna me hemûyan e.”

Dayika Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan jî xwest ku pêkanîn li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bi dawî bibin û wiha got: “Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.”