spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bila Serokkomar bibêje ‘Ez xapandime’  

Hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de di êrişa AKP’iyan de hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê Nobeta Edaletê didomînin. Emîne û Ferît vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin ber Edliyeya Rihayê û li quncika edaletê dest bi nobedê kirin. Malbat 291 roj in ji bo edaletê têdikoşin. Emîne û Fertît li ser hesabê medya dîjîtal Serkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Yekîtiya Baroayên Tirkiyê (TBB) etkîket kirin û ev peyam belav kirin: “Nobeta dayikek li ber Qesra Edaletê ya Rihayê, teraziya edaletê ya vî welatî ye. Bila Serkomar derkeve û bêje têkildarî qetliyama li nexweşxaneyê min xapandin e. Bila li ser darazê zext rabin. Kesên li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin jî wê winda bikin. Edalet tune be nan jî tune ye.”