Rojnameya Heftane

Bila xêra dê û bavê min be

Berê etar li gundan digeriyan û şekir û benîşt û lazimiyên malê difirotin gundiyan. carekê dîsa etar bi bergîlê xwe ve hat gundekî û bang kir, werin şekir, werin nokan. Helîmo jî yekî gundî bû. Helîmo bi gewdê xwe wekî hîmekî bû, miroveke qerase bû. mirovekî gelekî bihêz bû lê bêrîka wî vala bû.

Helîmo ji etar re got ka hinek nok bide min ez ê paşê pera bidim te. lê etar qebûl nekir. Helîmo kir û nekir etar nok nedan Helîmo. Dema ku etar xwest ji wir here, lingê xwe li bin zikê bergîlê xwe da lê Helîmo ji paş ve bi teriya bergîlê wî girtibû. Bergîl û etar kirin û nekirin nikaribûn ji destê Helîmo bifilitin.

Rabû Etar neçar bû û got bela te li te bikeve heyra ha ji te re nok bera xêra dê û bavê min be. Helîmo jî got wele heke bergîlê te karîba bimeşiya te nok ne didan lê de bera xêra dê û bavê te be.