Friday, September 24, 2021

‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî oteleke navçeya Sûra Amedê, di munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Hevserokên giştî yên HDP û DBP’ê jî di nav de gelek serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurdî, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkan a Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tev li civînê bûn.

Di civînê de pêşîn berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî. Cizîrî bal kişand zextên li kurdî tên kirin û têkildarî kampanyaya îmzeyan a dan destpêkirin agahî dan. Piştî Cizîrî hevserok û serokên giştî yên partiyên siyasî axivîn.

Sancar: Ziman mafekî esasî û gerdûnî ye

Pêşîn hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û diyar kir ku her çiqas polîtîkayên zext, zor û asîmîlasyonê hebin jî li hemberî vê, têkoşîna ji bo zimanê dayikê jî heye. Sancar anî ziman ku ew  her kesên ji bo zimanê xwe têdikoşin ji dil û can pîroz dike û silavên xwe li wan dike. Her wiha got ku ew bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ya vê rojê li hemû gel û zimanan pîroz dike.

Sancar di berdewama axaftina xwe de li ser girîngiya ziman axivî û destnîşan kir ku ziman nasname, hebûn û bingeha gelek tiştan e. Sancar bi bîr xist ku ew ereb e, wî bixwe zimanê xwe ji kolanan û li nav malê hîn kiriye û wiha got: “Ez kurdî jî li kolanan hîn bûm, ne li dibistan û ji zanîngehan. Kurd jî zimanê xwe li nav mala xwe, li kuçe û kolanan hîn dibin. Gelên din jî, ereb, suryan, laz, çerkez jî zimanê xwe li dibistan û zanîngehan hîn nabin. Dewlet çawa nêzikî kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeşîne.”

Hevserokê HDP’ê Sancar bal kişand ser xetereya li ser zimanê kurdî û diyar kir ku divê di destûra bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin û wiha domand: “ Divê dewlete ji polîtîkayên zimankujiyê berde. Gere hemû qedexe, astengî û bendên li ber kurdî bên rakirin û zarokên kurd zimanê xwe li dibistanan û zanîngehan jî hîn bibin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye her wiha mafekî gerdûnî ye.”

Sancar axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoşîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoşîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin zimanê kurdî nas bikin, perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl bikin. Em jî dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Zarokên kurdan bê zimanê wan ê dayikê nehêlin. Zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Ehmedê Xasê, Siyahpûş û Mestûre Xanimê emanetî me ye. Qelema Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî li erdê neketiye. Têkoşîna wan a ji bo zimanê Kurdî, îro jî dewam dike. Em HDP, em jî ji bo kurdî amade ne. Me jî dest bi perwerdeya kurdî kir. Spas û serkeftin.”

Serokê PAK’ê Ozçelîk: Divê kampanya bigihîje milyon kesan

Serokê giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mûstafa Ozçelîk jî di civînê de axivî. Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî û diyar kir ku zimanê kurdî qedexe ye û tune tê hesibandin û wiha got: “Li parlamentoyê zimanê kurdî weke zimanê nayê zanîn tê hesibandin. Êrişî kurdî û perwerdeya kurdî dikin.”

Ozçelîk di berdewama axaftina xwe de ragihand ku kampanyaya îmzeyan a didin destpêkirin gaveke pir girîng e û pê de çû got: “Kîjan hêl, ol, partî, jin, mêr dibe bila bibe, divê em bikin ku kampanya me bibe kampanyaya bi milyonan kesan. Em ne di şertên wekehev de kampanyayê didomnîn. Em û aliyên dewletê ne wek hev in. Bi desthevdana hev em dikarin dengê xwe bigihînin cîhanê.”

Ozçelîk bal kişand ser xwedîderketina li zimanê kurdî û ev tişt anîn ziman: “Divê em li deriyên kurdan bidin. Divê em zimanê kurdî bikin zimanê jiyana rojane û zimanê esasî. Nîviyê nifûsa kurdan bi kurdî nizane, ji ber  vê jî kampanya dikare bigihîje armanca xwe.”

Hevseroka PHD’ê Aydenîz: Divê her kes bibe piştevanê kampanayayê

Hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (PHD, DBP) Salîha Aydenîz jî bi zaravayê kirmanckî axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û çanda kurdî. Aydenîz banga xwedîderketina li zimanê kurdî kir û xwest her kes bibe piştevanê kampanyaya ew didin despêkirin.

Bayram Bozyel: Tu hêz nikare pêşiya ziman bigire

Alîkarê serokê giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî diyar kir ku ziman hêza herî mezin û xurt a kurdan e û wiha domand: “Ziman hêzeke rewa, demokratîk, meşrû mirovî ye. Wezîfeya me ye, em dewlemendiya zimanê xwe bigihînin nifşên nû. Tu kes, hêz, dewlet û artêş nikare pêşiya ziman bigire. Zimanê kurdî zimanê 50 milyon kurdan ê qedîm e.”

Bozyel destnîşan kir, dibe ku partiyên siyasî di gelek mijaran cuda bifikin lê ziman dikare wan bîne cem hev û wiha got: “Divê em girîngiyê pir bidin kampanyayê û bi demê sînor nekin. Xebata ji bo ziman ji xebata azadî û demokrasiyê ne cudatir e. Em kampanyayê bikin kampanyaya neteweyî. Wê ev xebat bandorê li beşên din ên Kurdistanê jî bike. Divê beşên din jî vê bikin rojeva xwe û piştgiriya kampanyayê bikin. Heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê divê em xebatên xwe yên ji bo ziman bidomînin.”

Ayetullah Aştî: Qedexeya li ser ziman zilm e

Serokê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aştî jî destnîşan kir ku di quranê de pîroziya zimanê zikmakî heye û têkildarî xemsariya oldaran a ji bo zimanê zikmakî ev tişt gotin: “Ola îslamê ji bo perwerdekirinê ye. Li ser navê îslamê heqerat tê kirin. Neqebûlkirin û qedexeya zimanê kurdî zilm e. Nûnerên olî divê vê bibînin û bînin ziman.”

Sertaç Bûcak: Bibe sedema tifaqa neteweyî

Ji Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak jî axivî û diyar kir ku piştî damezrandina komara Tirkiyeyê hatiye xwestin zimanê kurdî bi siyaset û pişaftinê bê kuştin û nêrînên xwe yên ji bo kampanyayê wiha anîn ziman: “Kampanya kampanyayeke mezin e. Em hêvî dikin ku ev gava girîng bibe gaveke mezin û sedema tifaqa neteweyî.”

Serokê PÎA’yê Mehmet Kamaç: Xebata li ser ziman pîroz e

Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç jî da zanîn ku pişaftina li ser zimanê kurdî ji her demê zêdetir bûye û wiha got: “Ziman hêlîna hebûnê ye. Heke zimanê neteweyekê ji holê rabe ew netewe jî ji holê radibe. Xebata li ser ziman pir pîroz e. Parastina ziman, parastina nasnameya neteweyî û çandî ye. Em ji bo perwerdeya zimanê kurdî destûrê naxwazin. Divê qedexeyên dewletê yên li ser ziman bên rakirin.”

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek: Haveynê yekitiyê ye

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî spasiya kedkarên zimanê kurdî kir û têkildarî kampanyayê ev tişt anîn got: “Gelek girîng e ku li bakurê Kurdistanê xebata parastina zimanê kurdî tê destpêkirin. Yekitiya li ser ziman haveynê yekitiya Kurdistanê ye. Em bi vî çavî li mijarê dinêrin. Dewleta dagirker ji bo kurdan ji holê rabike, şer û jenosîdê pêk tîne û ziman û çandê dibişivîne dike. Divê em bi milyonan zextê li dewleta tirk bikin.”

Meş hat lidarxistin

Piştî civînê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl heta semta Balikçilar Başi ya li Sûrê meşiyan. Li ser rêya meşê welatiyan bi çepikan û tilîliya ew pêşwazî kirin. Nûneran roja ziman li welatî û esnafan pîroz kirin û maskeyên nivîsên kurdî li ser wan belav kirin. Piştî ku li Mizgefta Mezin daxuyaniyeke kurt dan û meşa xwe bi dawî kirin. AMED