spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya salekê ya şer û pevçûnan

Di sala 2019’an de gelek operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Van operasyonan li başurê Kurdistanê bi navê Pençe (Neprûk) û li bakurê Kurdistanê jî bi navê Kiran (Şikandin) hatin lidarxistin. Bi operasyonên Pençe-1, Pençe-2 û Pençe-3 gelek leşker di bejahiyê de derbasî başûrê Kurdistanê hatin kirin. Leşkerên ku li başûrê Kurdistanê bi cih bûn, bi gerîlayên HPG’ê re şerên dijwar kirin. Di encama van şeran de, gelek leşker û gerîla jiyana xwe ji dest da.

Dîsa di mehên havînê de jî bi navê Kiran li bakurê Kurdistanê gelek operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Van operasyonan heta dawiya salê hejmar li wan hatin zêdekirin û berdewam kir. Di van operasyonan de jî di navbera leşker û gerîlayan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Li gel ku di van operasyonan de gelek leşker û gerîlayan jiyana xwe ji dest da jî mirina leşkeran ji aliyê çapameniya alîgir ve hat veşartin.

Bi sedan leşker mirin

Di 2’yê çileyê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), têkildarî bîlançoya van operasyonan daxuyaniyeke nivîskî weşand û daneyên wan parve kirin. Li gorî vê daxuyaniyê di operasyonên leşkerî yên 2019’an de hezar û 220 leşker û polîs û 456 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li gorî vê daxuyaniyê 6 gerîla jî dîl ketine destê dewletê.