25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan de kurd hatin lînçkirin, qetilkirin û ji helîkopterê hatin avêtin.

Destpêkê ciwanê bi navê Çetîn Dogan ku li Edîrneyê leşkeriya bi zorê dikir, ji ber parastina perwerdeya bi zimanê kurdî ji hêla leşkerên tirk ve hat lînçkirin. Leşkerên nijadperest ku êrîş birin ser Dogan bi çekên xwe li ser û çavê wî dan û pozê wî şikandin.

Dogan, der barê bûyerê de got ku fermandarên leşkeriyê li şûna wî li leşkerên êrîşkar xwedî derketine û ew bi “terorîstiyê” sûcdar kirine. Ji ber êrîşa lê Dogan bi destûr ji leşkeriyê veqetiya û bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) giliya êrîşkaran kir.

Ozkan Tokay qetil kirin

Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê ji bo debara xwe dixebitin jî bûn hedefa nijadperestên tirk û erîşên hovane li wan tên kirin. Piştî êrîşa li Sakaryayê ku ji aliyê xwediyên findiqan ve li karkerên demsalî yên kurd hat kirin, li Afyonê jî êrîşeke bi heman rengî li dijî karkerên kurd pêk hat.

Di vê êrîşê de karkerên înşaatê yên ji bajarê Wanê çûbûn navçeya Dînara Afyonê bûn hedef. Komeke nijadperest bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd û karkerê bi navê Ozkan Tokay qetil kirin û birayê Ozkan, Firat Tokay û karkerê bi navê Osman O. jî birîndar kirin.

Walî li kujeran xwedî derket

Weke walîtiya Sakaryayê walîtiya Afyonê jî hewl da ser rastiya êrîşa nijadperestan binixumîne. Walîtiyê, li şûna êrîşkaran sûcdar bike, sazî û dezgehên çapameniyê yên êrîş û qetilkirina karkerê kurd ragihandin, kir hedef.

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî ji bo nixumandina êrîşê piştgirî da walîtiya Afyonê. Roja ku cenazeyê Ozkan Tokay gihîşt bajêr walî Bîlmez ji bilî xwe destûr neda ku tu kes tev li merasîma cenaze bibe û di merasîmê de hêrsa xwe ya li dijî nijadperestiyê nîşan bidin.

Li gel bicihkirina bi sedan polîs û cendirmeyan jî girseyeke qerebalix ji bo merasîma cenazeyê Ozkan Tokay li hev kom bû û bertek nîşanî êrîşa nijadperest û walîtiyên Afyon û Wanê da.

Wan ji helîkopterê avêtin

Herî dawî li Wanê jî di operasyoneke leşkerî de leşkeran welatiyên sivîl ên bi navê Servet Tûrgût (55) û Osman Şiban (50) desteser kirin û heta 2 rojan agahî ji wan nehat girtin. Piştre li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê derketin holê.

Malbatên Tûrgût û Şiban, der barê rewşa wan de axivîn û diyar kirin ku Tûrgût û Şiban dema hatine desteserkirin tu tiştekî wan tunebûye û hatine îşkencekirin. Heta hin şahidan got ku her du jî ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin.

Helîkopter bû jor!

Di nav hefteyê de rapora tenduristiyê ya der barê Şiban de hatibû amadekirin jî derket holê û di raporê de jî agahiyên ku angaşta avêtina ji helîkopterê piştrast kirin, cih girtin. Di raporê de tê gotin ku Şiban di jor de ketiye! Nebûye ku bibêjin helîkopter gotine jor.

Piştî raporê wêneyên Şiban jî derketin holê. Wêneyên Şiban îşkenceya ku lê hatibû kirin bi awayekî aşkera raxist ber çavan. Ber çavê Şiban mor bûbûn û spîçka çavê wî ji ber îşkenceyê bi xwînê sor bûbû. Her wiha laşê wî gelek werimîbû.