Thursday, June 24, 2021

Bilinken li Misrê ye

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê gera xwe ya li Rojhilata Navîn berdewam dike. Ev serdan bi armanca xwedîderketin û mayindekirina agirbesta di navbera Filistîn û Israîlê de pêk tê. Piştî serdana Israîl û Filistînê û hevdîtina bi rayedarên israîlî û filistînî re îro jî hevdîtinên xwe li Qahîreya paytexta Misrê berdewam dike.

Wekî tê zanîn ev cara yekeme ku Tony Bilinken piştî ku bûye Wezîrê Karên Derve diçe serdana Misrê û beriya vê serdanê jî di serî de serokê DYA’yê Joe Biden gelek rayedarên amerîkî pesnê serokê Misrê dabûn ji bo rola welatê wî ya giring di pêkanîna vê agirbestê de.

Bilinken li Misrê jî dubare kir ku ew dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku alîkariyan bigihînin Xezayê lê dîsa got ku divê rêxistina Hemasê ji wan alîkariyan sûdê negire. Bilinken da xuyakirin ku welatê wî dê 75 milyon dolar alîkarî bide Xezayê. Wekî hatiye plankirin rawestgeha Bilinken ya piştî Qahîreyê Urdun e.