Rojnameya Heftane

Binyada dewletê hê jî diheje

Xwezî niha li jiyanê bûna. Wê gelek tiştên xweş bigotana. Wê ji hikûmetê re bigota nêzî sed sal in hûn bûne dewlet lê li ser erdekî ku binyada wê diheje. Wê pêşniyarek wiha bianiya ziman, “Heger hûn civakê nas nakin ji kursiyê xwe rabin û herin mala xwe rûnin. Dema mirov nikaribe pirsgirêkekê çareser bike mirov ji serkeftinê jî pir dûr dikeve.”

Qedrî Esen

Rojnameger û ronakbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), piştî xebat û kedeke mezin a ji bo rojnamegerî û zimanê kurdî, di 20’ê Îlona 1992’yan de li taxa Seyrantepe ya Amedê, ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Ji ber ku îsal salvegera 100’emîn a temenê Apê Mûsa bû, kampanyaya pîrozkirina sedsaliya wî hat destpêkirin û pirtûkeke ji bîranînên wî hat amadekirin. Me jî bi munasebeta salvegera qetilkirina Apê Mûsa bi kurê wî Dîcle Anter re hevpeyvînek kir.

Bi qasî ku em dizanin bavê te 30 salan ji te meztintir e û hûn 42 salan bi hev re jiyane. Kurd jê re dibêjin Apê Mûsa, bi sedan şagirtên wî îro rojnamegeriyê dikin, heta niha der barê wî de gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Ji bo bavê xwe de tu dikarî çi ji bibêjî ji me re?

Dema ku bavê min qetil kirin, ez 42 salî bûm lê jîyana me ya bi hev re ne ev qas direj bû. Ez karim wisa bêjim, em zêde li ba hev neman.  Bavê min di hepsê de bû, sirgûn bû di bin çavan de bû… Min li Mêrdînê lîse xelas kir. Dûre ez derketim derveyî welêt (25 salan li Swêdê mam). Di nav 42 salan de em derdora 5 salan li ba hev mane an nemane.  Ez weke kurê Mûsa Anter gelek tişt ji jiyana bavê xwe fêr bûm. Mîrovatî, mêvandarî, sîyaset, spor, hezkirin, têkiliya hevaltiyê, rabûn û rûniştin, hezkirina ajal û nebatan û gelek tiştên din min li ba bavê xwe dîtin. Barê bavê min pir giran bû lê belê ev giranbûn çiqas zor û zehmet bû jî wî ew bar da ser milê xwe û bi bazdanê çû. Hîn xort bû xwe nas kir. Sedema yekemîn, da ku ji bo dayika xwe wergerê bike çû dibistanê. Ji dayika xwe pir hez dikir û dayika wî Fesla Anter keya bû. Di komara Tirkiyeyê de keyaya jin a yekemîn Fesla Anter bû.  Ji bo ku bavê min lîse bixwîne çûbû Edeneyê. Di dema lîseyê de hevalekî wî ji Besê (hevsera Seyîd Riza) re xeberan dide, ew jî radibe ji Zubeydeyê re xeberan dide. Cara  ewil sala 1937’an hat binçavkirin. Heta roja qetilkirinê jî ev barê giran sivik kir û ji bo xortên kurdan rê vekir. Îro şagirtên Apê Mûsa zêde ne û zêdetir dibin. 

Ger mirov zarokê bavekî wiha be barekî çawa dikeve ser milê mirov?

Mirov dikare wisa bersivê bide; dema ku em zarok bûn têkiliya bav û kur gelekî baş bû û bixwebawerî li ba me bi pêş ketibû. Belê bavekî wiha hebe, tu jî li gor bavê xwe gav davêjî. Ji aliyekî din ve hêviya gel zêde heye. Ez ne nivîskar im, ne zimanzan im, ne dîroknas im, ne wekî bavê xwe jîr im. Bavê min Mûsa Anter e, ez jî Dîcle Anter im. Gerek li ser zarokên navdaran evqas zordestî nebe. Min bixwe ev zordestî nedîtiye. Eger di rêya bavê xwe de bimeşim, divê pêşî bavê xwe qenc nas bikim û bidim naskirin. Bawer dikim ku heta niha li ser doza bavê min çi ji destê min hatiye min kiriye û ez ê her bikim jî. Di vî warî de heke kêmasiyek min hebe ez ji gelê xwe lêborînê dixwazim.

Îsal bi munasebeta salvegera jidayikbûna wî ya 1000’emîn pirtûkeke bîranîna hat amadekirin û beriya çend rojan hat weşandin. Weke malbat kengî agahiya we ji vê xebatê çêbû û dema ku we ev agahî bihîst çi hîs kir?

Ev pirtûk berê di bîra min de bû. Min çar sal berî niha ji Huseyin Aykol re gotibû em ê pirtûkeke wisa derxin. Pîrozkirina 100 saliyê jî bû sedema çapkirina vê pirtûkê. Ez ji bo çapkirina pirtûkê spasiyên xwe li Huseyin Aykol û nîvaskar û xebatkaran dikim. Gelek kesan nivîsandiye û belkî hin kesên din jî dixwazin binivîsin. Pirtûk di van rojên dawî de derketiye. Hevalên bavê min zêde ne lê belê niha gelek ji wan jî êdî ne li jiyanê ne, ez bejna xwe li ber tevan ditewînim. Ez gelekî kêfxweş im ku min ev fikra çapkirina pirtûkê parve kir û ji bo pîrozkirina sedsaliya Mûsa Anter me gelek tiştên din jî amade kiribûn lê ji ber nexweşiya Kovîd-19’ê ew bernameya me hate rawestandin. Min û hevsera xwe, me rûpelê facebook û instagramê bi navê bavê xwe vekiriye û parvekirinên me dê berdewam bikin heta ku arşîveke xweş bikeve ber destê hezkiriyên Mûsa Anter.

Te bixwe jî di vê pirtûkê de bîranînên xwe yên bi bavê xwe re parve kiriye lê tu dibêjî ku we pir bi hev re dem derbas nekiriye. Weke sedem jî we xebatên bavê xwe nîşan daye. Heke derfet hebûna te dixwest bi bavê xwe re çi bikira?

Min berê destnîşan kir ku ez û bavê xwe zêde li ba hev nemane. Heke derfet bi destê me biketa bawer bike me yê gelekî tiştên baş çêkiriba. Di doza 49’an de min name jê re nivîsand û pir kêfa wî hat. Li Mêrdînê min dosyeyek der barê Che Guevera de amade kiribû min jê re pêşkêş kir, keniya û wiha got “li malê nîvîskarek bes e”. Piştî 12’ê adara 1971’ê ez derketim derveyî welat û çûm Swêdê. Min hin gotar nivîsandin û jê re şandin wî jî digot “eferim binivîse” lewre min fêm kir ku ez tiştekî baş dikim. Piştî sala 1986’an, em pir nêzîkî hev bûn.  Ev nêzîkatiya me gelekî baş bû, ji ber ku ji min re behsa xebatên xwe û dîroka kurdan dikir.

Di van rojan de ku em bi weşandina pirtûka bîranîna Apê Mûsa kêfxweş in, pêşwaziya salvegera qetilkirina wî jî dikin. Derfet bên afirandin û rojek tu bi kujerên bavê xe re rû bi rû bimînî, tu yê ji wan re çi bibêjî?

Kî bavê min kuştiye diyar e. Ew kujer li ber çavê dewletê disekinin. Biryara kuştinê jî dewletê daye lewre kê gule lê reşandiye zêde ne girîng e. Îsal 28 sal in ez bi kujerên bavê xwe re rû bi rû me. Her tim dibêjim “kujer dewlet e eger ku bixweze dikare her tiştî derxîne holê”. Qatil 5 salan di hepsê de ma û piştre serbest hate berdan lê mesele ne ew qatilê tetikêş e, mesele kê ew dafika ji bo kuştina Mûsa Anter daniye, gerek ew derkeve holê û encax wiha ev doz bi encam bibe.

Bi ser qetilkirina bavê te re 28 sal derbas bûne û hê jî kujerên bavê te nehatine cezakirin û doza der barê vê yekê de hê jî didome. Em pirsa vê dozê ji te bikin; niha doza bavê te di kîjan astê de ye?

Doza bavê min hîn jî didome. Belê, hindik maye bibe 30 sal. Ji aliyê dewleta tirk ve gelek şahid hatibûn dadgehê; Mehmet Eymur, Veli Kuçuk, Kutlu Savaş û yên din. Mehmet Eymur dibêje, “Em Mîroglu bi navê Tayfun nas dikin”; Kutlu Savaş jî dibêje, “Mûsa Anter doza xwe bi felsefî dianî ziman û kuştina wî şaş bû”; Velî Kuçuk jî dibêje, “Haya min ji van tiştan tune ye nayê bîra min”.  Jixwe ku mirov sûcdar be tiştek nayê bîra mirov. Doza bavê min hîn didome. Ez û parêzer Selîm Okçuoglu dişopînin.

Piraniya jiyana Apê Mûsa li mehkemeyên dewleta tirk derbas bû, ger niha hebûya li gorî te dê daraz û edaleta îro çawa şîrove bikira?

Xwezî niha li jiyanê bûna. Wê gelek tiştên xweş bigotana. Wê ji hikûmetê re bigota nêzî sed sal in hûn bûne dewlet lê li ser erdekî ku binyada wê diheje. Kîjan hikûmet tê desthilatê li şûna ku bala xwe bide pêşketinên aborî, dadwerî, aştî, tenduristî û sazîbûnê, budçeyê tevî didin leşkerî û diyanetê.  Heke saxbûna dê ji hikûmetê re pêşinyarek wiha bianiya ziman, “Heger hûn civakê nas nakin ji kursiyê xwe rabin û herin mala xwe rûnin. Dema mirov nikaribe pirsgirêkekê çareser bike mirov ji serkeftinê jî pir dûr dikeve. Heta niha kîjan hikûmet hatiye ser desthilatdariyê pirsgirêka kurd çareser nekiriye lê wekî ku di nav gel de tê gotin ‘ Ma ka aqil’ heke ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêkên vî welatî çareser nabin.” 

Hesasiyeta Apê Mûsa ya ji bo ziman tê zanîn û gelek caran behs jî kiriye. Ligel zehmetiyan em jî rojnameyek kurdî derdixin. Ji wan salan heta niha pêşketin û êrîşên li ser zimanê kurdî tu çawa şîrove dikî?

Ji bo bavê min zimanê kurmancî kaniya jiyanê bû. Xwest ku pirtûka xwe bi zimanê xwe binivîse lê nehiştin. Di wê dema wan de jî nivîsandina bi kurdî qedexe bû. Ji bo hebûna me du sedem hene, ya yekemîn nasname ya duyemîn jî ziman e. Eger em bixwazin pêşketin di warê ziman de çêbibe divê em ji mala xwe dest pê bikin. Ev qas êrîş li ser zimanê me hene hîn jî em li mala xwe bi zimanekî din diaxivin, ev şermeke mezin e. Gerek mal dibistan be. Çapameniya kurdan ji roja roj de heta niha her tim di bin zextan de maye lê tevî zextan dîsa jî çapemeniyê berhemên xwe derxistin lewre jî êrîş zêdetir bûn û hîna jî zext û êrîş li ser hene. Divê wekî kurd di serî de em li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman çi qas pêşketî be ewqas dê ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin.

Herî dawî tu dikarî taybetmendî ango agahiyeke der barê bavê xwe de ku heta niha nehatiye parvekirin, bi rêya rojnameya me Xwebûnê bi gelê kurd re parve bikî?

Derheqê bavê min de gelek tişt hatin gotin. Ev pirtûka ku nû derketiye gelek hevalên wî bi taybetî der barê têkiliya xwe bi Mûsa Anter re gelek tişt anîne ziman. Min berê jî got mixabin em zêde li ba hev neman lê ew ji bav bêtir bi me re wekî heval bû. Henek dikirin, xwarin çêdikir, me bi hev re satranç dilîst, ji ajalan hez dikir û gelekî ji karê baxçe jî hez dikir.  Hem mala me ya Suadiyê û hem ya Sîtîlîlê baxçeyên me wekî cinetê bûn.  Havînê em çûn plaja Suadiyê. Bavê min tenê li cihekî rûniştibû, piştî ew qas îşkence di lingên wî de romatîzma çêbûbû. Ez û hevalê xwe, em li devereke din rûniştibûn. Min dît hat û ji me re got : “Heydê rabin ser piyan ez birçî bûm, em ê bi hev re xwarinekê bixwin û tiştekê vexwin.”

Di taxa me de sê zarok hebûn. Kaya, bavê wî ji bajarê Orduyê û diya wî alman bû; Bulent jî bavê wî balkan û diya wî çerkez bû; Mustefa jî malbata wî ji Trabzonê bû. Ew her sê zarok hatin ba bavê min û bavê min ji wan re çîrok gotin û wan jî bi kêfxweşî guhdarî dikir û kenê wan hîna di bîra min de ye. Min qala zarokan kir ev yek hate bîra min; beriya çend rojan yek ji wan zarokan Kaya tiştekî xweş nivîsîbû, ez dixwazim wê nivîsê jî parve bikim.

Kaya wiha gotiye: “Apê Mûsa yekî taybet, xwîngerm, jidil, xêrxwaz û wêrek bû. Wî perwerde dikir, fêr dikir, parve dikir, dida xwarin, mirov kêfxweş dikirin; ew yekî pir şîrîn û bi lezet bû. Ew di bîranînên zarokiya min de zindî ye. Ez hê jî wî di bîranînên xwe de dema li şezlonga xwe, li ber tava berêvarê ji zarokiya me re melodiyan dinehwirand didim jiyîn… Xwedê te bi rehma xwe şa bike, bi taybetî bêriya ken û henekên te dikim.”

Dîcle Anter kî ye?

Kurê rojnameger û ronakbîrê kurd Mûsa Anter e û di sala 1950’yî de li Stenbolê ji dayik bûye.  Di sala 1971’î de li ser pêşniyara bavê xwe dertê derveyî welêt û 25 salan li Swêdê dijî. Piştî 25 salên li xerîbiyê, di sala 1996’an ve vedigere welêt û li navçeya Bodrûm Muglayê serokatiya HADEP’ê dike. Piştî HADEP’ê di DEHAP’ê de jî dixebite û di sala 2004’an de li Êlihê bi cih dibe.