Rojnameya Heftane

Bîr û baweriyên binavbûyî!

Bi bendavan tenê xweza nayê tunekirin an jî armancên siyasî pêk nayên, her wiha bîr û baweriyên civakê, çand û kevneşopiyên wê, aborî û civakbûna wê jî wenda dibin diçin

Felat Niştiman

Hefteyek berê li ser medyaya civakî hesabekî xebatên destan parve dike, bala min kişand. Bi taybetî dema min kevirên rengomengo yên boyaxkirî dîtin, min di dilê xwe de got ev xebat hêja ne bibin nûçe. Te dî em kurd ên dilnerm ji keviran pir hez dikin! Hema tavilê ez rabûm, min ji wî hesabî re peyam şand.

Nebî beriya min du nûçegihanên din jî lê geriyane ji bo nûçeyê. Wê got, ew niha amadekariya vekirina atolyeyê dike, loma jî bi vekirina atolyeyê re nûçe çêbibe wê baştir be.

Em axivîn û gotinê da ser pişta gotinê… Wexta du kurd biaxivin bi eseyî li gund û eşîrên hev dipirsin, me jî wisa kir. Yek ji min yek ji wê, axaftina me, bi qewlê me farqîniyan xeberdana me, dirêj bû. Her tişta behsa wê kir ez matmayî hiştim. Jiyan û serpêhatiyên vê hevalê bixwe dikarin bibin nûçe. Belkî rojên pêş em behsa jiyana wê ya balkêş jî bikin.

Çi serê we biêşînim! Wê hevalê behsa gundê xwe kir ku di 1999’an de di bin avê de maye. Ev agahî bêtir bala min kişand û kevirên rengomengo dan jibîrkirin lê agahiya nû jî li ser keviran bû; kevirên kêlên miriyan ên di bin avê de!

Çîroka gundê Deyîkan

Me biryar da em herin gundê wan û nûçeya wî gundî çêbikin. Du roj şûn de me lêxist em bi hev re çûn gundê wan ê bi navê Deyîkan. Çîrok ji vê pê ve dest pê dike…

Piştî rêwîtiyeke nêzî saetekê ya di nav çiya û dar û beran de, roj li nîvro em gihîştin gundê Deyîkan; gundê Deyîkan yê nû! Wek gelek tiştên welatê me çîrok û serpêhatiyên vî gundî jî ‘derasayî’ ne.

Em çûn mala dayika Esra Başkalene ku rêbera me berî em biçin, ew agahdar kiribû. Malbat bi kêfxweşî em pêşwazî kirin. Paşê dayika Esra û kurê xwe Evdilqudûs behsa çîroka gundê xwe kirin.

Gundê Deyîkan li çargoşeya naveçeyên Farqîn, Qulp, Qabilcewz (Sason) û Hezoyê ye û bi fermî li ser Farqînê ye. Gund 45 km li bakur-rojhilatê Farqînê dikeve. Mîna bi dehan gundên vê herêmê, di 1999’an de gundê Deyîkana kevn jî di bin ava bendavê de maye; bendeva li ser çemê Batmanê ku yek ji milên çemê Dîcleyê ye. Wê demê 30 malên gund hebûne û gund li peravê çemê Batmanê bûye. Tevahiya gund û derdora 2 hezar donim zeviyên gund jî dikevin binê avê. Berî gund bikeve binê avê gundiyan debara xwe bi titûn, pemû û sewalkariyê kiriye.

Piştî gund dikeve binê avê, gundî berê xwe didin diçin bajarên Amed, Farqîn, Batman, Bismil û Stenbolê. Bi gotina dayika Esra, gundê wan ji hev belewela dibe û her yek ji wan bi cihekî de diçe.

Berî em biçin ser ziyaret û mezelên gund, kurê dayika Esra Evdilqudûs (36) axivî û got ku heta niha tu feydeya ava bendavê ji wan re çênebûye û niha jî tune ye. Evdilqudûs bixwe jî diçe Stenbolê û bi salan li Stenbolê dimîne. Ew 2 sal in hatiye gund û niha debara xwe bi titûn û sewalkariyê dike. Dema em çûn gund jî bi malbatî li bin dilêyê çîlên titûnê çêdikirin.

Evdilqudûs diyar kir ku ji ber ava bendavê pir kêm û zêde dibe ew nikarin avê jê bînin zeviyên xwe yên titûnê û her wiha baxçeyên xwe pê av bidin, loma jî wan ji xwe re sê bîr vedane lê ew jî têrî wan nakin. Wî got ku hem mesrefa anîna ava bendavê zêde ye hem jî ji ber dibe çirav, ew nikarin avê bi hêsanî jê bikişînin nav zeviyên xwe.

6 mehan bi tenê dimîne

Gundê Deyîkan di 1993’yan de ji aliyê dewletê ve tê şewitandin û bi darê zorê piraniya gundiyan ji gund tên derxistin. Dema gund tê şewitandin dayika Esra jî li gund e. Wê nexwest bi berfirehî behsa wan rojan bike lê bi israra me tenê ev got; “Dewletê gundê me şewitand. Min ceger kir ez di xaniyê xwe de mam; bi tiqûtenê 6 mehan bi serê xwe mam. Min digot xanî û gundê min heyf in. Ez derketama wê mala min jî bişewitandana.”

Ziyaret jî ketin binê avê

Li derdora gund 4 ziyaretên bi navên Kalzeynedîn, Meredan, Melhemdan û Pîr Ûsiv ên çêkirina dîroka wan nayê zanîn û mezelên gund hene ku ew jî bi tevahî ketine binê avê. Bi gotina dayika Esra ev her çar ziyaret pir biqîmet in û her sal ji gelek deverên cihê gelek kes tên ser wan; yên ‘dîn’, yên zarokên wan çênabin û yên derd û kulên wan ên curbicur hene tên ser van ziyaretan.

Ziyaretên Kalzeynedîn, Meredanê havînê bi vekişîna avê re xuya dibin lê Melhemdan û Pîr Ûsiv dernakevin. Havînê gelek kes tên ser van ziyaretan diayan dikin. Dema av bilind dibe kesên tên, li diyarê avê ji wan dûr diayên xwe dikin û diçin.

Dayika Esra da zanîn ku berî gundê wan bikeve binê avê hal û wextê wan baş bûye û wiha got; “Wexta ziyaretên me ketin bin avê dilê me pir êşiya. Ji gund bêtir dilê me bi mirî û ziyaretên me va bû.”

Bi dayika Esra re em çûn ser ziyaret û mezelên gund. Ava bendavê vekişiyaye û boz û beyareke berfireh derketiye derve. Li van boz û beyaran ên berê zeviyên gundiyan bûne, niha garanên dewaran û keriyên pez diçêrin lê ji ber her sal av bilind dibe û vedikişe, tu bêjî çêreyeke wisa baş jî lê tune ye. Hinek mezel bi tevahî derketine derve û hinek ji wan jî li nav avê xuya dibin.

Av avahî ye!

Gotineke kurdî ya berbelav heye dibêje ‘av avahî ye’, ango cihê av lê hebe, li wê derê jiyan û afirîneriya civakê heye lê mirov bi çavên serê xwe dibîne ku li vî welatê ji serî heta binî wêrankirî, av avahiyan dadiqurtîne, mirovan birçî dihêle, koçber dike û jiyana wan belawela dike…

Zemanekî din!

Dema em çûn ser ziyaretê wisa li min hat ku wek em li zemanekî din bin; mezelên li nav avê, darên hişk ên hê jî li piya ne, kêlên mezelan ên li wan rastan belavbûyî, çêlekên zeyîf ên li nav mezelan mexelhatî… Te digot qey em di tabloyeke surrealîst de ne; ma jixwe bi salan e welatê me ne di rewşeke surrealîst de ye! Bi kurt û kurmancî dîtin û gotin nabin yek!

Loma jî piştî van dîmenan mirov baş têdigihîje ku bi bendavan tenê xweza nayê tunekirin an jî armancên siyasî pêk nayên, her wiha bîr û baweriyên civakê, çand û kevneşopiyên wê, aborî û civakbûna wê jî wenda dibin diçin…

Roj li ber ava bi xemgînî û bi giraniya rastiya parçebûyî, me berê xwe da Farqînê em hatin malê; li dû me siya çîrokên nîvcomayî û heta tu bêjî bes çewisandî…