Rojnameya Heftane

Bîranînên har

Fatma Taşli

Dinav civatên herî qelebalix de, di nava bîranênên kûr de bi tena sere xwe digevizim. Di nava civatê de tenême tim.

Tik û tene.

Bîranîn nahêlin ku tev li jiyana rojane, tev li dost û hevalan bibim.

Gerînekê biranînan, min ji hiş û aqil dibin. Ji ber wan ez û laşê xwe em tim ne li hev in. Laş û gewde li derekê be biranîn min dibin dereke din. Carnan li çiyayê Miştenûr dest û lingê egîdê xwe berhev dikim ji çolê, carnan bi cendekan re diqerisim di sarincan de. Carnan di ava sar û seqema zivistanên çetîn de diricifim, diqefilim, carnan bi gliyên xwe ve bi erdê re time kişandin û min davêjin nav sergoyan. Carnan di nava çar diwaran de serî datînim bi dirûşmeyan, bi qêrînan. Carnan tevli zar û zêçan ji ber kotek û lêdan û zilma mêrê bêwijdan xwe li kûçe û kolanan diqelibînim… Dil disoje, qirik û gewrî li min zuha dibin û çavên min şil dibin.

Nizanim çi hewala min e. Heme yan tune me. Dijîm yan di xewnan de me nizanim.

Agirê nava dilê min, min diqelîne. Gaziya min a tepisandî di hundurê min de serî rakiriye. vî agirî bi ser kê de birijînim, vê gazîyê bi ser kê de biqîrim, nizanim.

Ma qey  ev denge min yê hundurîn dê qut nebe. Ez ji guhan kirim vî dengî. Wek ku ew ê qet kut nebe li xwe zêde dike û olan dide di nava min de…

Şerekî dijwar heye di nava mêjiyê min de. Biranînên şerûd bi çekên giran li  hev didin. Hevokên ji nav wî şerî diqetin carnan bêhemd tên ser zimanê min. Carnan hew dibînim ku wek dînan xwe bi xwe dipeyivim.

Diqeherim, dibetilim, dibehdilim û bi dengê bilind diqîrim carnan, dibêjim; “Ey Xwedêyo, ma gelek zehmet bû ku te di nav ewqas serboriyan de tiştek bikira ku carekê be jî bişirîneke biçûk li rûyê min belav bibûya?”

Piştî wan gotinan wek min gunehekî giran kiribe dîsa li ber diğerim, dibejim; “Hey Xwedê, min efû bike, qet nebe li vî aqilê minî nîvco miqatebe, tenê di destê min de ew maye bila ew jî neçe. Lê bila tu zanibî ku li mahşerê ew ê dozeke min a giran hebe li hember qederê.”

Dû re bi aqilê xwe bi xwe dikenim. Ji xwe ya ku min dikenîne tenê aqilê min yê nîvco ye.