spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birîna bi elem: Başûr

Ev nivîsa sêyemîn ku ez li ser Başûr dinivîsim. Ji ber ku Başûr bûye birînek bê derman. Mixabin bûye herema dek û dolaban û her çiqas giran be jî bûye cîhê îxanetê jî. Ev jî dilê mirov dişewitîne. Ji ber ku heremek hinek azad a Kurdistanê wek heremên bindest ên Kurdistanê ye.

Hevkariya KDP’ê ya bi dewleta tirk re heya niha bi dehan caran derketiye holê. Êrîşên li ser Heremên Parastina Medya zext û êrîşên li ser Wargeha Mexmûr astengî û kiryarên keyfî li ser deriyê Sêmalka zextên li ser kar û xebatên HDP’ê yên li Başûr zext û astengiyên ji bo Ronahî TV, kuştina siyasetmedarên kurd ên li Başûr, xebatên MÎT a tirk hwd. Lîsteya lîstikên dewleta tirk bi taybet jî yên bi hevkariya KDP’ê li Başûr dike gelek dirêj e.

Herî dawî dewleta tirk xwest bi destê KDP’ê partiya YNK’ê ji hev belav bike. Ji ber ku YNK kêm caran be jî li gel destkeftiyên Kurdistanê tev digere û hin têkiliyên erênî bi partiyên siyasî yên Kurdistanî re pêk tîne.

Wek ku tê zanîn Dewleta tirk bi dek û dolaban û bi destê KDP’ê pirsgirêkên navxweyî di nav YNK’ê de derxist û hişt ku Bafil Talabanî, Lahûr Şêx Cengî Talabanî ji hevserokatiya YNK dûr bixe. Gelo çi bû sebebê vê bûyerê?

Bersiva wê di çend mehên borî de veşartiye. Di destpêka sala 2021’î de komeke di nav KDP’ê û her wiha di nav YNK’ê de bi taybet jî Lahûr Şêx Cengî Talabanî dixwest têkîliyên bi Rojava û bi Heremên Parastina Medyayê re xurtir bikin.

Her wiha di destpêka sala 2021’ê û heya nava salê hinek bûyer diqewimîn. Wek mînak serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî YNK’ê ji ber kiryarên heremê sûcdar kir û Lahûr Şêx Cengî Talabanî jî bi awayekî tund li himberî Mesrûr Barzanî û KDP’ê derket.

Ji bo kesên ku nizanin Lahûr Şêx Cengî Talabanî û Bafil Talabanî pismamên hev in. Bafil Talabanî lavê Celal Talabanî ye, li Londonê mezin bûye û KDP piştgiriya wî dike. Lahor Şêx Cengî Talabanî jî biraziyê Celal Talabani ye, li Kurdistanê mezin bûye û bi piştgiriya gel hatibû serê partiyê.

Tê gotin ku Bafil Talabanî gelek caran bi milyonan pereyên heremê li qûmar û lîstikan de belav dike. Tenê bi lêçûnên Bafil Talabanî mirov dikare hemû qanalîzasyonên Silêmaniyê çêbike. Tenê bi lêçûna yek kesî mirov dikare bajarekî li ser nigan bihêle…

Gelekî dişibe lêçûnên zarokên malbata Barzanî. Ew jî pereyên gelê kurd ji bo berjewendiyên xwe yî kesane didin û di nava luksek ku li tu deverê cîhanê nîne de dijîn.

Bafil Talabanî hatiye li ser keda bavê xwe rûniştiye, Lahûr Şêx Cengî Talabanî ji aliyê heremê ve tê naskirin û hezkirin û ji bo wê hatiye hilbijartin. Heger em tiştekî tenê ji dîrokê fêr bûbin, ew jî ew e ku hemû mirovahî ji kesên wek Bafil Talabanî gelek kişandine…

Lê xuyaye ku ev jî hîn têra KDP’ê û Bafil Talabanî nakin û dixwazin YNK ji hemû kesên cuda-fikir paqij bikin. Herî dawî nûçeyek derket ku xwestine Mele Baxtiyar jahrî bikin. Hêza Lahûr Şêx Cengî Talabanî û Mele Baxtiyar ku li hember zarokên Celal Talabanî derkevin henin. Lê wusa xuya ye wan nexwestine şerekî di nav YNK ê de derxînin. Lê dîsa jî li gora fikra min dibê ev herdû kes meydanê ji kesên wek Bafil Talabanî re nehêlin. Li gor min tu ferqa Bafil Talanî û Nêçîrvan Barzanî tune ye û li serê Kurdistanê û bi taybet jî Başûrê bûne bela.

Bi giştî wisa xuyaye ku MÎT a tirk bi destê KDP’ê lîstikên qîrêj li ser YNK’ê meşandiye û mixabin bi serketiye jî. Ku KDP zarokên Talabanî bikşîne aliyên xwe, ev tê wê wateyê ku êdî Başûr bi giştî dikeve bin destê dewleta tirk. Ji xwe rayedarên dewleta tirk di demên berê de gotibûn: Ku em bixwazin, em dikarin di nava rojekê de Başûr dagir bikin.

Ji bo wê jî dewleta tirk bi destê KDP’ê êrîşî Herêma Parastina Medyayê dike. Hemû agahî û nûçeyên ji aliyê KDP’ê digêjîn MÎT a tirk e. Ew jî bi balafirên xwe êrîşî her deverê Başûr dikin. Ev jî ne bese, dixwaze şerê navxweyî di navbera kurdan de derxîne. Lê ku şerek di navbera PKK û KDP’ê de derkeve, ew ê tenê li heremekê bi sînor nemîne. Ev şer dê bandora xwe li hemû kurdên cîhanê bike.

Mixabin hevsarê Başûr ne di destê kurdan de ye, di destê dewleta tirk de ye. Berê Başûr bide ku ew ê biçe wî alîyê. Ku ne wisa be niha ew ê Başûrê Kurdistanê li nava hemû cîhanê bihata nasîn û mezin bibûna û kî dizane, belkî niha serbixwe bû na  jî.