Çarşem, Gulan 19, 2021

Birîna daran hevsengiyê xera dike

Li gorî lêkolîneke di kovara Nature Climate Changeyê (Guherîna Avhewaya Xwezayê) de hatiye weşandin, Daristanên Amazonan ên wekî ‘pişika dinyayê’ tên binavkirin, ji rêjeya digirin zêdetir karbondîoksîtê berî nav atmosferê didin.

Li gorî lêkolînan Daristanên Amazonan 10 sal in ji rêjeya digirin zêdetir karbondîoksîtê berî nav atmosferê didin. Li gorî lêkolînên di navbera salên 2010-2019’an de bi qasî 4,45 milyar ton karbondîoksît tev li nav atmosferê bûye.

Di vê pêvajoya 10 salan de, karbondîoksîta ku daristanan girtiye nav xwe jî 3 milyar û 780 milyon ton e. Daristanên Amazonan bi qasî ji sedî 18’î zêdetir ji rêjeya ku karbondîoksît girtiye nav xwe, karbondîoksît berî nav atmosferê daye. Tê diyarkirin ku ji ber birîna daran ji çar paran sê par karbondîoksît zêde bûye.

Ji bo kêmkirina gazên serayê yên ku dibin sedema germa global bandora daristanan gelekî zêde ye. Lê li gorî lêkolînên dawîn ev hevsengî berevajî dibe û daristan nikarin vê rola xwe pêk bînin.

Piştî ku li Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro hat ser peywirê qirkirina daristanan zêde bûye. Li gorî lêkolînan di sala 2019’an de 3,9 milyon hektar Daristanên Amazonan hatiye tunekirin.