19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birîna xedar; Helebçe

Yaşar Eroglu

Di dused salên dawiyê de, kurd ji komkujiyan bêpar namînin. Lê belê komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helebçe û Şengalê di bîra kurdan de werçerxanên reş in, tu car nayên jibîrkirin. Helebçe êş û birîneke kûr e

Şerê di navbera Îran û Iraqê de gihîştibû merheleyekê. Îran bi ser diket, rewşa Iraqê xirab bû. Hingê giraniya şer li ser sînorê Îran û Iraqê yanî tam di dilê Kurdistanê de pêk dihat. Her du aliyan jî welatê kurdan kiribû qada şer. Ên ku dibûn mexdûrê şer kurd bûn. Îranê ji bo erdê wan dagir bike, Iraqê jî bi hinceta kurd nebin hevkarê Îranê li kurdan dixist.

Çawa ku Ehmedê Xanî di berhema xwe ya şahkar Mem û Zînê de sêsed sal berê dibêje, ‘…Her mîrekî wan bi bezle Hatem/ Her merekî wan bi remze Rustem/ Bif’kir, ji ereb heta gurcan ve/ Kurmancî ye bûye şubhê bircan/ Ev rom û ecem bi wan hesar in/ Her terefan qebîlê kurmanc/ Bi tîrê qeza kirine amanc/ Guya ku li serhedan kilîd in/ Her taife seddek in, sedîd in/ Ev qulzumê rom û tacîk/ Hindî ku bilivin xurûc û tehrîk/ Kurmanc-i dibin bi xwîn mulettex/ Wan jêkve dikin mîsalê berzex’. Weke ku di dîrokê de jî dibûn hesarên şer, îro jî dibin qada şer. Bi deh hezaran kurd di komkujiya Enfalê de hatine qetilkirin. Heta kurd nebin xwedî statû, weke duh, îro û sibe jî wê ji bûna qada şer xilas nebin.

Çi bû sûc û gunehê kurdan? Ji ber çi vê hovîtiya mezin hat serê wan? Di Rojhilata Navîn de çar dewletên mêtinger bi peymana Qesr-î Şîrîn û Lozanê statuyeke paşverû damezirandine. Di nav sînorên van her çar dewletan de jî bi milyonan kurd cih digirin û ji bo vê statuya paşverû kurd xetere tên dîtin. Nijadperestî, statuparêzî û netewedewletîbûna dewletên faris, ereb û tirkan rê dide komkujiyan ku gelê kurd rû bir û dimîne. Her dewletek kurdan ji bo xwe weke xetereyeke mezin dibîne. Hebûna kurdan ji bo hebûna wan kelemekî tûj tê dîtin. Her yek ji ya din re, ji bo qirkirina kurdan pêşwazî dike. Duh û îro komkujiyên Dêrsim, Zîlan, Cizîr, Nisêbîn, Helebçe, Enfal, Amûdê, Qamişlo, Efrîn, Mehabad, Sinê ji aliyê van dewletên xwînrij ve pêk hatine. Dewletên emperyalîst ên ku di erdnîgariya Rojhilata Navîn de hesab û berjewendiyên wan hene hevkarên van dewletan in û di van komkujiyan de tilî û berpirsiyariya wan heye.

Bi rastî jî Sadam Huseyîn li hember Îranê destek kirin, teşwîq kirin, sîleh û gaz danê, bêdeng man. Kingê ku Sadam Huseyîn li dijî wan derket, wêga komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û Sadam pê darizandin. Yanî ji bo komkujiya kurdan na, ji bo berjewendiyên xwe derxistine rojeva cîhanê. Di vir de samîmiyetek tune ye. Polîtîka û hesabên wan ên li ser Rojhilata Navîn hene ku car heye Helebçeyê û serpêhatiyên kurdan li ser sivreya danên xwarinê radixin.

Di dused salên dawiyê de, kurd ji komkujiyan bêpar namînin. Lê belê komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helebçe û Şengalê di bîra kurdan de werçerxanên reş in, tu car nayên ji bîrkirin. Helebçe êş û birîneke kûr e. Ji jenosîdên ango nijadkujiyên herî mezin ên cîhanê yek e. Mixabin Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewletên serdest ên cîhanê berê ji vê jenosîdê re çavên xwe girtin lê belê paşê mecbûr man li gorî hiqûqa navteweyî jî weke jenosîd-nijadkujî qebûl kirin. Helebçe ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû cîhanê jî nijadkujiyeke herî mezin e. Ne ji samîmiyeta xwe, polîtîkayên demî wisa hewce dikir. Em ji ku derê dizanin? Em ji vê rastiyê dibînin ku Efrîn ew qas nebe jî bi komkujiyeke xedar re rû bi rû ma, hemû ev dewletên navborî û NY ker û lal man. Polîtîkayên wan ên demî îro wisa hewce dikin. Dibe ku siberoj berjewendiyên wan biguherin wêga helwesteke din nîşan bidin.

Îro qetlîam û komkujî tu car şêmîka kurdan dûr nîn in. Ji Geliyê Zîlan, Dêrsim û Helebçeyê vir ve tenê dem guheriye lê feraseta dewletên xwînrêj belkî dirûv diguherîne lê kakilê wê naguhere. Ew tenê hêz û serweriya xwe ya nijadperest difikirin. Qirkirina kurdan ji bo wan tiştekî ji rêzê ye. Ew tenê desthilatdariya xwe dixwazin, kurdan an jî bindestan nafikirin.

Efrîn, Serêkaniyê, Şengal. Grêspî, Kerkûk hê dîrokên taze ne û li ber çavên vê dinyaya ku Neteweyên Yekbûyî û dewletên Rojava yên serwerê polîtîkayên cîhanê û hemû dewletên desthilatdar ên cîhanê ev komkujî qewimîn lê gotineke wan li dijî van hovîtiyan nebû.

Em ê bi dengekî bilind bêjin, bila Helebçeyên din nebin, bila gelê kurd û cîhan bi aştiyê bixemile lê rastiya me ne ew e, aştî û aramiyê ji bo gelê kurd layîq nabînin. Li her parçeyên Kurdistanê dewletên dagirker û nijadperest ji rijandina xwînê re amade ne. Naxwazin kurd bibin xwedî hêz û statu. Kurdan wek kelemên li dijî serdestî û desthilatdariya xwe dibinin. Heta ev feraset û hevkariya dewletên li pişt wan disekinin neguherin xetereya komkujî û qetlîamên li ser kurdan ji ber şêmîka kurdan kêm nabin.

Divê li dijî van polîtîkayên tunekirinê kurd bibin yek, kurd bibin hêz, li her qadên têkoşînê zane bin, bibin pisporên karen xwe, tifaqên berfireh pêk bînin. Ji bo defdana vê xetereyê ev yek xalên bingehîn in.

Sala 88’an adarê bihar gihîştibû çiya û deştên Helebçeyê. Pez û dewarê Helepçeyê li dor çem û mêrgan belav bûbû. Ligel şer, sûk û kolanên Helebçeyê diçilvilîn. Helebçeyê weke her bajarên kurdan xwe ji bo Newrozê amade dikir. Bêhna biharê mirov sermest dikirin û Newroz li ber şêmîka wan bû. Bûk û zavayan roj dabûne cejna Newrozê ku sersalê dewata xwe bikin. Lê balafirên Sadam mirin barandin ser bajarê Helebçeyê. Bêhna biharê çû, bêhna sêvan bû hilma wan. Sûk û kolanên Helebçeyê bi kuştina bêdeng û bêxwîn tije bûn. Jiyan li Helebçeyê biriya, mirin û bêdengî hat. Xeml û destmala bûk zava li erdê ma. Dergûş û dayik bi hev re ketin ser xaka sar. Erê Helebçe kuştin, nehîştin bigihîje Newrozê. Helebçe kuştin, bêwext bû, Newroz bû li pêş wan bû. Helebçe birîneke qaliknegirtî ye, tu car nayê jibîrkirin.

36 sal berê Helebçe wiha derkete rojeva cîhanê. Mixabin îro jî kurd dîsa di nav van dîmenên hov re derbas dibin. Di salvegera sala 36’an de em komkujiya Helepçeyê şermezar dikin, şehîdên Helebçeyê di serî de, em mexdûr û şehîdên komkujiyên kurdan û yên cîhanê tev bi bîr tînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê