24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana fermandarê qereqolê hat şewitandin

Yekemîn Daîreya Dadgeha Bilind, serlêdana têkildarî Komkujiya Vartînîsê ku di 3’ê cotmeha 1993’an de li navçeya Têlî ya Mûşê pêk hatibû û 7 jê zarok 9 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû, nirxand û biryara xwe aşkera kir.

Dadgeha Bilind, di doza Komkujiya Vartînîsê de biryara beraetkirina 3 leşkeran erê kir û biryar da ku gund bi fermana fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Bulent Karaoglû ve hatiye şewitandin.

Xetereya demboriya dozê

Piştî biryarê tê payîn ku Karaoglû bi sûcdariya “Kuştina biwesf da pê dane kirin” jinûve bê darizandin. Heke Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê, li gorî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind tevbigere wê jinûve darizandin bê kirin û dosya ji bo temyîzê li Yekemîn Daîreya Dadgeha Bilind bê vegerandin. Lê heke dadgeh di biryara xwe ya beraetê ya ji bo hemû bersûcan de israr bike wê dosya li Lijneya Giştî ya Ceza ya Dadgeha Bilind bê nirxandin.

Rexmî ku bi biryarê re hat qebûlkirin ku komkujî bi destê leşkeran pêk hatiye jî dosya bi xetereya demboriyê rûbirû ye. Heke dosya heta 3’ê cotmeha 2023’an bi encam nebe û biryar neyê dayîn wê dosya ji demboriyê bikeve.

Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk têkildarî biryarê axivî û diyar kir ku di her asta lêpirsîn û darizandinê de bersûc hatine xelatkirin û wiha got: “Ev dosya li Dadgeha Bilind jî 5 salan hat rawestandin. Di vê pêvajoya ku ji demboriyê re demek kurt maye em ê li bendêbin ku darizandin jinûve bê kirin û biryar bê teqezkirin. Lê di mijara demboriyê de gumanên me yên ciddî hene. Dadgeha Bilind jî bi rawestandina dosyayê bersûcan xelat kir.”

MÛŞ