25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryarên şaş encamên rast dernaxin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Tirkiyeyê bi hatina desthilatdariya AKP’ê re hemû tişt hatin guhertin. Ev nêzî 20 sal e rejîma AKP’ê li texte û li Tirkiyeyê dest avêt hemû daqên jiyanê. Yasa li ser yasayê derxist û hewl da ji bo alîgirên xwe pergaleke guncav ava bike. Di encamê de îro Tirkiye bi têkçûneke mezin re rûbirû ye.

Desthilatdariya AKP’ê di bin pêşengiya Erdogan de ji roja hatiye ser erkê heya roja me ya îro her sal bi guhertinên pergalî ket rojevê. Guhertinên bêyî lêkolînên pergalî û civakî dihatin kirin hişt di gelek waran de gelên li Tirkiyryê dijîn, bi krîzên mezin re rû bi rû bimînin. Di vê pêvajoya dirêj û giran de kesên bi qezenc derketin jî alîgirên desthilatdariya AKP’ê bûn.

Herî dawî krîza aborî hişt ku li welat xizaniyeke mezin bê jiyîn. Lê ger em vê xizaniyê bi polîtîkaya AKP’ê ya aboriyê tenê ve girêbidin em ê têkevin nava şaşîtiyeke mezin. Beriya vê krîzê jî bi milyonan kes li Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de dijiyan. Lewma em dikarin bibêjin li Tirkiyeyê krîz qet bi dawî nebûye. Tirsa ku îro çêbûye jî encam e. Encama polîtîkya şaş a aboriyê ye.

Ji ber ku li Tirkiyeyê muxalefeteke wisa xurt û bi hêz nîn e, li hemberî van kiryarên wisa xirab jî bertek bi pêş nakevin. Yanî siûda Erdogan a herî mezin ew e ku serokê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu ye. Ji ber ku Kiliçdaroglu hem di warê siyasî, aborî û civakî de li hemberî kiryarên Erdogan nebûye xwedî helwest, xurt dixuyê. Nekarî siyaseteke avaker jî bi pêş bixe. Ji ber vê yekê Erdogan di meşandina siyaseta xwe ya qirêj de rastî zexteke muxalîf ya xurt nehat.

Hemû hewldanên Kiliçdaroglu û ekîba wî li ser hesabê hilbijartinan bûn. Ji ber vê yekê di pêvajoyên krîtîk û zahmet de nikarin siyaseteke xurt ava bikin û polîtîkaya hikûmetê teşîr bikin. Her wiha nikarin rojevê diyar bikin û pirsgirêkên gel bibin meclisê. Vê rewşê bi xwe re di siyaseta CHP’ê de xetimandinek anî. CHP’ê diviyabû di vê pêvajoya ku aboriya welat têkçûyî de zêdetir dengê xwe bilind bikra, lê mixabin dîsa bû dûvika AKP’ê û bi rojeva wê re sînordar ma.

Ji ber di van mijaran de rêveberiya CHP’ê lewaz e, nikare perspektîfeke xurt jî derxe holê. Li ser vê çend roj berê serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got; “em naxwazin gel dakeve qadan. Em alîgirê hilbijartinê ne”. Yanî bi kurtasî dixwaze bibêje, bila gel doza mafê xwe neke. Lê dema sandiq diçe ber deriyê wan dibêje de ka dengê xwe bidin min. Di vir de dixwazim bibêjim heke te dengê gel nebihîstibe û ji daxwazên gel re nebûbî bersiv, çima gel dengê xwe bid te?
Di vê mijarê de mînaka herî baş mirov dikare ji Kazakîstanê bide. Hefteya borî li Kazakîstanê ji ber zama petrolê gel daket qadan. Bertek nîşanî hikûmet û biryara hikûmetê dan. Li ser vê nerazîbûna gel hikûmet ji erkê hate girtin. Gelek rêvebiran îstîfa kir. Kazakîstanê ku gelek kes weke “welatê cîhanê yê sêyemîn” dibînin xwedîderketina gel ya li îradeya xwe tiştekî baş e. Lê mixabin li Tirkiyeyê ya ku xwe bi gelek welatan naguhere li hemberî vê kirîza aborî û polîtîkayên şaş ên rejîma AKP-MHP’ê bêdengiyek mezin heye. Yekem sedama vê bêdengiyê jî bêîradebûyîna hêza mûxalefetê ye.

Di vê mijarê de li Tirkiyeyê mûxalefeta herî bi hêz û xurt HDP dike. Lê bi mijarên cuda hewl didin HDP’ê jî krîmînalîze bikin. Êrîşên li ser avahiyên HDP’ê pêş dikevin û zextên li ser endam û rêveberên partiyê çêdibin, mînaka herî ber bi çav ya vê siyaseta dij HDP’ê ye.
Di encamê de derdikeve holê ku li Tirkiyeyê ne desthildarî û ne jî muxalefet bi erka xwe radibe. Herdû alî jî xwe li ser îradeya hev ferz dikin û li pey berjewendiyên xwe ne.

êveberiya welatekî divê ji beriya her tiştî li gorî berjewendiyên gel xwe birêxistin bike û xebatê bimeşîne. Ji ber ev têgeh li Tirkiyeyê nîn e, siyaset li gorî pêwîstî û daxwaza gel bi pêş nakeve. Lewma siyaseta xwe naspêre gel, bi her awayî mehkûmî wendakirinên mezin in. Rejîma AKP-MHP’ê ya ku xwe di ser gel re dibîne, hewl dide bi siyaseteke şaş encamên rast bi dest bixe. Ev rêveberî mahkûmî têkçûyînê ye. Krîzên heyî jî îşaretên vê yekê ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê