25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bişaftin – Kurmê Serdestan, Çanda Bindestan 3

Dîroka pişaftina çand û zimanê kurdî heta 1850’yan dere. Lê bi taybetî piştî avakirina komara tirk bişaftina bi darê zorê dest pê kiriye. Navê vê polîtîkayê Plana Islahkirina Şerqê bû. Ango tunekirina kurdan. Plan di sala 1925’an de ket meriyetê. Ji 27 xalan pêk dihat. Ev planı bi armanca lezkirina bişaftinê di sala 1930’an û 1960’an de nefret nûkirin. Îktîdarên tirk ên piştre hatîn jî meşandina planê wekî amentûyê dîtin. Tunekirina kurdan, yekemin armanca Darbeya 12’ê Îlonê jî bû. Pêkanînên li hemberî kurdan derketin asta herî jor. Herî dawî jî di 2015’an de îktîdara AKP-MHP bi Plana Têkbirina Kurdan çarçoveya planê berfireh kirin. Niha em cardin vegerîn serî. Ango ser xalên Plana Islahkirina Şerqê. Beşek planê tunekirina fîzîkî û beşek jî têkildarî tunekirina çandî û ziman de ye. Xalên têkîldarî tunekirina fîzîkî de mijara bernameyek din e, em anha li xalên bişaftinê mêzekin. Li gorî vê planê û versîyonên hatine nûkirin;

• Dê axaftina kurdî li bajar û navçeyên kurdan, li sûk û bazaran, li saziyên dewletê, li şaredarî û dibistanan qedexekirin idi.

• Navên bajar, navçe, gund, çiya, çem, dol, neval, deşt û wargehên kurdan dê bi yên tirkî bên guherandin.

• Yên ji bilî tirkî tenê peyvek jî bi kurdî biaxivin dê bi boneya dijberiya zagonan, dewlet û hikûmetê bên cezakirin.

• Li bajarên kurdan dê “ocax û dibistanên leylî (YÎBO)”; ên tirkan ben vekirin. Li van dibistanan bi taybetî dê keçên kurd bên qeydkirin ku di pêşerojê de zarokên xwe bi tirkî mezin bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê